Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 14 peyam
    gelê kurdistana başûr - tirşik
    gelê kurdistana başûr
    (18) (0) (19)
    di mijarê de bigere

    1. xwedê îşê wan rast bîne û serkeftinê bide wan lê belê biqasê dibînim û dibihîsim piraniya wan ne tu gelaş in.

    berî her tiştî, ji ibrahim tatlıses guhdar dikin: http://tirsik.net/1574.en

    evîndarê tirkiyê ne.

    çavên xortên wan li çûna ewrûpa û amerîkayê ye.

    hevkariya cemaata fethullah gülen dikin. rêvebirên wan zarokên xwe dişînin mekteben wan û hwd.

    îmaja ku serê min de çêkirine qet ne mîna xeyalên min ên derbarê kurdistaneke azad e.

    mixabin ji me re (kurdistana bakur) ne mînakeke baş in. heta em bi vî halê xwe ji wan re mînak in.



    2013.07.02-12:07 | simurg56

    2. nizanim mûzîka baş çêkin.

    ji kurdistana surî hunermendên gelekî baş derketine [ciwan haco]

    ji kurdistana îranê jî hene [kamkaran, rockurd]

    jixwe kurdistana tirkiyê deryaya mûzîka kurdî ye.

    lê ji başûra mezin mûzîka kurdî ya biqalîte gelekî hindik derdikeve. piraniya mûzîkên wa teqlîda tirkiyeya berî 20-30 salan e. ya ecêb ew e ku derfetên wan jî ji hemû perçeyên din zêdetir e.



    2013.07.02-12:15 | simurg56

    3. xelkên vê beşa kurdistanê jî wekê piraniya xelkên din ên parçeyên din ên kurdistanê yeknesak û yekrengî nîn in.. berî her tiştî herêma soran û herêma bahdînan wekê ava behra reş û ava behra sipî ji hev û din cuda ne û xet û sînorek berbiçav di neqeba wan de heye.. piraniya kurdên soran dilkokê wan ji tirkiyeyê bêtir li ser îranê ye û ji xwe dema mirov li çand û edet û folklor û ziman û siyaseta wan dinêre dibîne ku zêde di bin tesîra fars û eceman de mane.. wekê kurdên bahdînî jî du beş û du behr in behrek jî kêm zêde polîtîk e û xêr û qenciya çar parçeyên kurdistanê dixwaze û li gorî vê armancê tevdigerin û dost û dijminên kurdan baş dinasin û tu qîmet û girîngiyên nadin şelaf û şeqleban û kurtêlxwarên li kurdistanê.. lê beş û pişka din a kurd û kurmancên bahdînî an apolîtîk in û xebera wan ji dinyayê nîne an jî polîtikayek lokal ku tenê ji bo xêr û berjewendiyên kurdistana azad tevdigerin dimeşînin û bi piranî ji xeynî konfora qûna xwe û pereyên di berîka xwe û zerî û esmerên di ber û paşilên xwe de tu tişt ne bi xema xirrê wan ve ye..



    2013.07.02-12:17 | endazer

    5. kurdên soran hinek di bin bandora çanda ereban da mane û hinek jî ji tiraliye hez dikin.



    2013.10.07-20:58 | newenda

    6. ji şixûlê hez nakin û bi taybetî jinên wan obez in *



    2013.10.07-22:05 | brusk56

    7. berevajî îdîayan kurdên soran bêtir di bin çanda îraniyan de mane..



    2013.10.07-22:09 | endazer

    8. Me bakûr azad kir îca tinazên xwe bi başûriyan dikin.

    mijar rexne bin?rexneyê min jî hene lê xuya ye ku zêdetir biçûkdîtin heye.

    haya me jê tune ku kurdên bakûr ji sedî heştê bûne tirk.



    2013.10.07-23:18 | gulan

    9. hemberî rexneyên xwe vê rastiyê jî qebûl dikim ku gelê ku bi gelemperî, ji gelemperiya kurdên bakur kurdtir in û bi kurdbûna xwe zêdetir serbilind in. çêbû?



    2013.10.07-23:30 | simurg56

    10. ez dikarim bi dehan kêmasiyên başûr binivîsim lê nexweşîkî di nav me bakûriyan de heye ku em xwe ji perçeyên din mezintir dibînin û kiryarên me ne wek yekî ji wan e jî.

    mînaka herî berbiçav rojava ye.

    dilê me bi wan re ye lê em wan layiqê pakêtên miqarna dibînin ev biratiya tirkan e ne a kurdan e.



    2013.10.07-23:44 | gulan

    11. bi nûçeyeke ku min îro xwend, dîsa erebên nedîtî anîn bîra min.

    li gorî nûçeyê tenê 10 mehên dawîn de 96 ton zêr hatine kurdistana başûr. ku di nav wan de pêlavên zêr, xançerên zêr û heta keleşên zêrîn hene. (vê yekê cîda tuvaleta zêrîn ya saddam anî bîra min)

    bûhayê van zêran nêzikî 10 milyar dolaran e.

    tê gotin ku ji ber ku îslamê de ji bo mêran lixwekirina zêran heram e, ew jî çekên xwe tînin ku zêr li ser wan were bicîkirin.



    mixabin bi van tevgerên xwe başûr şûna ku pêşeroja xwe nikare ava bike. şûna kirîna evqas zêr, hinekî li ser kar û barên kêrhatî bixebitiyan niha karsazên tirk yên netewperest ji welatê xwe derxistibûn. lê...

    http://ekurd.net/mismas/articles/misc2013/12/state7574.htm



    2013.12.13-22:56 | simurg56

    12. gelê ku em hîn bûn ku heyranê cemaata gulen in jî.

    (bnr: gelo hûn dixwazin xwendingehên cemaeta gulen li herêma kurdistanê bên girtin)

    ji bo yên din: (bnr: ibrahim tatlıses), (bnr: ismail yk)



    2014.02.27-22:50 | simurg56

    14. gelê ku xwediyê hunermendên hêja ne ye. Çopî, zekeriya ebdulla, eyaz yusif, û her çiqwasî kawîs axa li mêrdîn jidayik bûbe jî li başûr dibe stranbêj.

    di vir de gotina simurg56 jî rast e, ew gelekî ji ibo hez dikin. lê divê meriv nebêje muzîka wan tune ye. meriv dikare bibêje em nas nakin û ji xwe bipirse çima em wan nas nakin.



    2015.02.05-18:43 | berxweda

    15. kes jî napirse bê ka ev başûrî çima soraniyê bi elifbêya îngilîzî dinivîsînin? dema ku dibînim wisa nivîsandine, "zor supas dakam dxtoray mazn, natwanm brem naxsha latush bi chunka taza tawaw taxarujt krd." dikim dîn bibim.



    2017.08.29-01:32 | tizbîkêş

    16. kêyf kêyfa we ye.



    2017.08.29-15:53 | elaziz izzetpasa camii

    17. Mixabin min heta nihe derheqê wan de tiştek baş ne bîhîstîye. Mesela muavînekê ozdîyarbekîr ê re min axiftibû got mirov wan dibîne ji kurdîtîyê sar dibe wer dikin ku dilê mirovê ji xwe sar dikin.

    Mêrsîn ê bûroya pdk bakur heye carna ez dema diçim mêrsînê diçim serdana wan jî.
    berpirsê wêrê jî xelkê dihêya sêrtê ye zilamek gelek baş û xîretkêşe dema avabûna kuk(kurdîstan ulusal kurtuluşçulari) ê de cîh digire paşî tevlî pkk dibe dûre dema pkk ji fikra serxwebûnê îstîfa dike ew jî ji wan dûr dikeve paşî hezar tişt tên serî wî ji alîyê pkk wek xaîn tê îlankirin bi mirinê tê tehdît kirin felan . Vêca ev camêr rojek dema em hinek hevala re rûnîştîbun behsa gelê wêrê kir û wiha got "xelkê başûr ne ti mirovin, divê em ji bo kurdîstanê xabata xwe bikin ne ji bo şexsê wan" civata rûnîştî jî xeberê camêr rast derxist û tiştên din jî gotin ku mirov dizanîya ku kurdên başûr guneh, teralî û kirêtîyên ereban girtine ser xwe hetta wan derbas kirîne.

    Neyse divê em bo axa kurdîstanê bixebitin ne ji bo çavêt başûtîyan.



    2017.08.29-23:19 ~23:20]| azad30

    19. Kesên ku evîndarê Tirkiyeyê ne. Dema min bihîst ku hin malbatên başûr di malên xwe de bi tirkî diaxivin bi rastî dîn bûm. Berê heftiyekê jî yekî soranîaxêv re min peyivî. Gotina wî ya pêşî ev bû, digot hevalên te yên keçik ên ku tirk hene. Û ew kêm aqil berdewam dikir û digot kêfa min ji tirka re zehf tê û gelek xweş in. Min jî dilê xwe pê rehet kir pê dijûn û çêran. Bi Rastî pêşî min sê çar cara jê re qala hovên tirka kirim lê ka ev kêm aqil çi fêhm bikin. Û mixabin piranî jî wiha ne. Xwedêyo ev çi bela ye. Ev çi ceribandin e.



    2020.09.21-20:41 | yûsiv

    20. gelê ku ji bakur bêhtir bûne heyranê tirka û çanda wan. li başûr bi hêsanî mirov kare xwe bigihêne badiniya. lewra hem bi kurmancî diaxivin û hem bi tîpên latînî dinivîsin. bi qasî ku wan dişopînim tev bûne heyranê tirkiye û çanda zengînê tirkiyê. di dawetên xwe de ' çifte telli, misket' filan dilîzin. hemû tv yê wan rêzefîlmên tirkan wergerandine badinî û soranî û gel lê darî dike. li marketan %80-85 tiştên wan marqayên tirka ne. di erbeyên xwe de stranên ibrahim tatlıses lêdixin.

    ev rêzefîlma 'akasya durağı' ye;













    ev jî rêzefîlma 'geniş aile' ye;












    2020.12.03-12:17 | tîrêj zana 21

    21. Insanên go bi her şiklî li bin bandora çanda tirka dimênin in. Ji ber statuya sîyasî û fîzîkî bixwazin jî nexwazin jî têsîra dewleta tirk li ser wan mezin e. Heke ev rewş neguhere, başûrê kurdistanê nikare xwe ji bûyîna pêlistoka tirkiye bifilitêne.



    2020.12.03-20:24 | hueyn

    22. Giştkî memûr in.
    Maeşa xwe ji dewletê hildigrin û berhemên ji dewletên biyanî hatî dikirin. tew tiştekê çênakin. Kincên kompanyayên tirk ji xwe dikin. Xwarinên ji derve hatî dixwin.
    Ew heta çax wisa berdewam dike nizanim.
    Çima ewqas memûr?
    Ma hûn swêd in?



    2020.12.14-20:26 | cinorek

    23. jixwe ez wan dişibînim gelê éreb bi saxiya petrolê hebek perê wan heye lê ku petrol ji qiymet de dikeve pê digrin .

    wan érdê we yî delal , ava çemê ku ji colamergê û şirnexê diherike lê were sebz û fêkiyê xwe ji tirkî bikir e wille şerm e , sosretî û bîrnebirtî ye.

    herin pubg bilizîn hadê.



    2020.12.14-20:38 | shwinsherm

    24. di warê aborî û siyasî de gelek xeletiyan dikin. belku ez ê werim recmkirin lê sîstema heyî ya başûr dişibe sîstema akpê ya ku bi îhaleyan û rûşwetan cihê xwe qewî dikin. lê ya başûr hinek jî seretayîtir (eşîr) ye.

    reformên radîkal ên aborî, sîyasî, hûquqî û demokratîk divê ji bo başûr lê him ji ber sîstema heyî ya min li jor qal kiriye û him jî ji ber konjonktûra aktûel a rojhilata navîn tê de ye ev yek ne gengaz e.

    demokrasî amûreke him kêrhatî û him jî xeternak e ji bo sîyasetmedaran lewma bi pirranî li gorî berjewendiyên xwe gav diavêjin. lê hinek caran gel vê yekê qebûl nake û raqîbên wan sîyasetmedaran jî bivê nevê vê rewşê ji xwe re wek fersendek dibînin.



    2020.12.14-20:53 | xelîl

    25. xanîyên xwe jî li tirkiyê an jî li kurdên tirkiyê didin çêkirin. tabî karker kurd bin jî patron dibe ku mhpyî bin jî. jixwe akpyî ser seran û ser çavan in.
    apê min bi mehan diçe wir wek hoste dixebite, pere berhev dike ji bo debara xwe. dibêje xebatkarên wir tim bakurî ne.



    2020.12.14-22:56 | simurg56

    26. Sê çar roj berê min çerxa tirktelekomê gerand û 10 gb înternet tenê bo şevê wek diyarî derket bextê min. Ji ber ku înternetê min zû bi dawî nebê min video jî zehf temaşe nedikir. Ev diyarî ji bo min bû bihane û dawî min dest bi temaşekirina videoyan kir. Ku diyarî vala neçê.

    rojda, ciwan, beytocan, govend, sofî amer, homer dîzeyî, mezher xaleqî, adil hewramî, helperkê, elînd hazim, romî herkî filan bêvan wek pêşniyar videoyek hat ber min. Tirk û cermenek li herêmê kurdistana iraqê dinivîsand bi zimanê tirkî. Navê kenalê hobo tv bû. Ji sê beşan pêk dihat. Min hemî li dû hev temaşe kir û xilas kir.

    Xwediyê kenalê tirkekî nijadperestek devnerm bû. Û li balê jî xortek elman.

    Bi otostopan ji duhokê çûn heta silêmanî û helebçe. Qiruşek nedan.

    Kurdên başûr wan hildigirtin otomobîla xwe. Stranên tatlises vedikirin. Stranên ew dostê neyaran. Ku dengê wî dibihîzim dibêm qey bi hezaran şeytan hatine ba hev û konsertê didin.

    Kubab û taştê û xwarin û nizanim tiştan bêhesab didan ber çavên van.

    Di mala kurdekî hewlêrî de heftiyek bêpere man. Ew xort nikaribû wan bideynê heta silêmanî heqê taksiya wan da ku biçin silêmanî. Û li silêmanî televîzyona kurdistan 24 xwedêgiravî wek qehremanên aşitiyê bi wan re roportaj çêdikir. Pesna wan dida.

    Wekî axayan, belaş çepilên xwe dihejandin û diçûn û dihatin.

    Cameriya zêde ne ehmeqî ye ka bêjin ho birano.

    Ev her sê video li ser dilê min man bixwedê.

    Bi hezaran xortên kurd yên zanko xwendî jî tê de bêkar in karekî nadin wan. Nikarin bizewicin. Nikarin xwedî mal û jin û zarok û jiyanek aram û azad bin.

    Ji ber xizaniyê ji bo pênc qirûş pera diçin romê di karên giran de karkerî dikin û li ser vê jî duçarî êrîşê dibin û tên lînç kirin.

    Bi navê xwedê ez mirovekî mêvanperwer im. Çikûs jî nîn im.

    Ji ber ku di vê platformê de nayêm naskirin bi dilrihetî dikarim bêjim di jiyana min de cara pêşî ye ev meh e ku deyna min nîn e. Deyna gss û kyk min hebû min hemî vesaz kir û xerimand. û 400 lîreya min zêde ma. 200 da xwendakerekî ku bavê wî penceşêr bû û 200 jî da xwendekarekî sêwî. Û her dû malbat jî zehf hejar bûn. Û helbet îhtiyaca min jî gelek e. Bi xwedê pêlava min nîn e. Tenê botek min heye. Meha ku bê divê ezê ji xwe re solek bikirim. Hewa li êlihê germ dibe. Şerm e ezê bot li xwe bikim.

    Ango ji bo çi dibêjim evana. Mêvanek hat welatê te alî wî bike nabêjim neke. Tu alîkarî kir bihêle bi pereyê xwe herê cihekî. Tu di mala xwe de hewand bihêle heqê riya xwe bidê. Tu wî danî cihekî bihêle ku xwarina xwe bi pereyên xwe bixwê. Ku tu heqê xwarina wî jî da wek qehremanek muamele neke jê re. Tu dibê qey mifteya deriyê behîştê aniye ji wan re.

    Bipîvan birano bipîvan.
    Quality hevalno quality.

    Xewa min nayê êdî. Ew kubab filan tê ber çavên min şev li min digerê.

    Kurdên bakur diçin başûr canê xwe jî didin başûrî dibên herin bakur çi îşê we li vir heye. Rihetî ji me re nahêlin. Tirk diçin van xwe di ber wan de pûç dikin.

    Li bakur jî mirovên wilo hene ez nabêjim nîn e.

    Lê belê her çilo jî bê ez hêvîdar im gelê kurd hişê xwe bidin serê xwe. Her hevrazek derbejêrek li ber e. Bi alîkariya xwedê ev tengahî biperisê firehiyê.

    Û inşaela ev nivîs rojekî bigihîje kurdên başûr.



    2021.01.10-06:25 | bilbilê dilkul

    27. dema mirov li lêgerîna play storeê "fêrbûnî" dinivîse tiştên derdikevin (gorî rêzê):
    1- fêrbûnî zimanî îngilîzî
    2- fêrbûnî zimanî erebî
    4- fêrbûnî zimanî tirkî

    dema mirov li lêgerîna youtubeê "fêrbûnî" dinivîse tiştên derdikevin (gorî rêzê):
    1- fêrbûnî zimanî îngilîzî
    2- fêrbûnî zimanî tirkî
    3- fêrbûnî zimanî erebî

    dema mirov li lêgerîna youtubeê "goranî" (stran) dinivîse tiştên derdikevin (gorî rêzê):
    1- goranî tirkî
    2- goranî hełpeřkê (wateya vê nizanim)
    3- goranî kurdî
    4- goranî xoş
    5- goranî erebî
    6- goranî farsî
    7- goranî tîktok
    8- goranî hîndî

    nizanim çi bêjim, heyf



    2021.01.10-21:56 | keyomerd


    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    otoasîmîlasyon [1]
    li ser vê mijarê bircan birol belgefîlmek amade kiriye. ew bixwe her ç...
    meral daniş beştaş [1]
    Parlementera hdpê ya ku bibû mêvanê bernameyek stêrk tv. Ji ber ku zim...
    taveheyv [1]
    Yek ji qonaxên heyvê ye. Dema heyv tam e û ronahiya wê temam e tavehey...
    yekemîn civîna nivîskarên tirşikê a onlîne [1]
    Ji vir şûn da em çima civînên online pêk nahînin, nizanim. ...
    waar tv [1]
    bûye lûsê min ê nû ku çav û guh lê venişîne. xwezî tvyên stêrk û ronah...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » gelê bakurê kurdîstanê vs gelê başurê kurdîstanê
    » kurdistana sor
    » başûrê kurdistanê

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî