1. seyrangeheka li ser rêya nisêbînê ye, di rastiya xwe de li ser midyadê ve ye lê nizanim çima navê wê bi nisêbînê re derketiye, hevalekê min ê midyadî her gav û seet ji vê yekê gazindan dike.. ava wê gelek xweş e lê ji ber ku li herdu aliyên avê jî cihê rûniştinê hene û bi piranî yên têne bi malbatî têne, derfeta xwekirina avê yanî melevaniyê çênabe, lê vê paşiyê dema ez û çend heval em çûnê, hingî tesîsekî bi sebeba ku şÎna wan heye cihê xwe girtibûn, û cihê ku tesîsa wan lê jî di dawiya avê de bû û ji çavan jî dûr bû.. |
|
04.03.2014 18:04 |
endazer
|
2. ev çil salê min e ez li nisêbînê dijim, min ava spî ne bihîstiye. ava spî li kuderê ye oxlim :-) |
|
06.03.2014 12:03 |
mamostanısebin
|
3. Bi awayeke xwe dirêj kirî li ser textên lêkirî de di binê lingê mirovan ava spî, zelal û sar diherike. Wekî nola bihuşt e, jiyan e. Zehf xweş e. Heke keysa xwe bibînin herin yan jî li benda fersenda xwe bin herin, (bnr: heskîf)ê û avaspîyê bibînin. Poşîman namînin. |
|
24.03.2017 07:36 ~07:54 |
rûbar
|
4. an go serê avê. navê newalekê ye. av zelal e. newal şîn e. cîhekî xweş e. texmîn dikim ji ber di jêra newalê de ava reş yanî avek şolî derdikeve navê serê avê kirine ava spî. navekî nû ye. |
|
30.11.2017 21:48 |
berxweda
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |
|
seyda perinçek [1] |