Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
misqal - tirşik
misqal
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. misqal: tişta herî biçûk.

Gelo wexta nivîskarê vê çîrokê wê dixwîne, misqala coş û te’ama edebî jê werdigire



04.03.2014 19:16 | havka

2. ji bo tiştên ku gelekî hindik in, tê gotin. heta ji bo fişalkirina wê misqala zirrê jî tê gotin.



- çawa yanî? xwarinê xwaribûn ji te re lalîkek jî nehiştibûn?

+ na lo, lalîka çi, qene bi qasê misqala zirrê jî nehiştibûn!



04.03.2014 20:42 | simurg56

3. peyveke ji erebî derbasî kurdî bûye. di ferhengê de tê wateya giranbûn. wateya termî, yekîna pîvandina giraniyê ya ji bo tişten weke zêr, zîv, derman û rûnê dendika yên giranbuha tê bikar anîn e.

bi akadî meşkalû / meşkaltûm / şîklû, bi asûrî şîklû, bi ûgartî şekal, bi fenîkî mîşkal, bi îbranî şekel / mîşekal / mîşekol, bi aramî şîkla, bi ermenî mîtpal /mîspal, bi sûryanî sîklos /metkela, bi grekî sîklos û bi latînî jî siclûs e.

miskal di qur'anê de 8 cara bi wateya giranî derbas dibe. di hedîsan de jî di herdu maneyên xwe jî derbas bûye.

gelemperî giraniya vê pîvokê diguhere lê perê zêrîn yê xelîfe abdulmelîk daye çêkirin, 4.25 gram bûye. ji bo vî perî gel hem peyva dînar hem jî peyva misqal bikar aniye.

(bnr: zerre)



20.05.2020 17:25 | tîrêj zana 21

4. Di kuranê de werg derbas dibe:
Îdî kîjanî wekî misqala zirrê qenccîyek kiribe, wê ewê hey -hemberya wê qencîya xwe- bibîne.
Û kîjanî jî wekî misqala zirrê sikatîyek kiribe; wê ewê hey -hemberya wê sikatîya xwe- bibîne
.
(Kurana Pîroz, 99: 7~8)



21.05.2020 09:17 ~09:18 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» misqal

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî