Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe - tirşik
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe
(33) (3) (16)
di mijarê de bigere

1. yek jê ew e ku; wateya s.o.s "save our souls" e. yanî "rihên me xelas bike"

yeke din: elmanî de "volkswagen" tê wateya "erebeya gel"



03.07.2013 18:05 | simurg56

2. (bnr: tavuk göğsü) ez berî çenh hefteyan liqayîbûm û lêwarqilîm ku bi rastî jî goştê singa mirîşka dixin di nav vê şîraniyê de..



03.07.2013 22:17 | endazer

3. ku yek ji wateyên peyva turkey'ê di zimanê îngîlîzî de "elelok" e.



04.07.2013 12:05 | azadixwaz

4. 2 xulekan de, zivirîna dîmenderê*, piştî mirov di google ê de "tilt" dinivîse û digere .





15.07.2013 02:26 | brusk56

5. yek ji wan tiştan peyva sabotaj e ku eslê xwe de vê têgehê navê xwe ji şimikên darîn yên sabo, standiye.



06.10.2013 19:46 | simurg56

6. yek ji wan jî tiştekî ne giringe le belê kengî werê bîra min ez bi xwe di kenim.

gava min dest bi lîstina fifa kir sala 1999'an bû, û dema ku lîstik di vebû di got "e-a sports, tini gem", me jî henekê xwe pê dikir u di got "e-a sports, te ne gim" lê piştî deh salan behtir ez pê fêr bûm ku merik bi esil di bêjê "e-a sports, it's in the game".



06.10.2013 19:58 | saladin

7. yek ji van tiştan jî çavkanîya navê rojê (tavikê) di zimanê erebî de ye.

di erebî de roj/tavik "şems" e. şems ji şamaş tê. şamaş di mîtolojîya sumeran de nave xwedayê rojê ye.



06.10.2013 20:08 | saladin

8. steve jobs surî ye. erê erê rast e. bavê wî Abdulfattah Jandali e û wî weke ewladî daye kesekî din.

http://en.wikipedia.org/wiki/Steve_Jobs



14.01.2014 22:23 | simurg56

9. hînbÛna ku peyva terorê ji peyva tirs Û tirsandinê tê, yek jê ye.



19.01.2014 10:19 | oxir

10. (bnr: hêkên dîkan)



27.01.2014 19:57 | simurg56

11. hînbûna ku wateya strana bob marley ya bi navê no woman no cry ne "jin nebe girîn jî nabe" ye lê wateya wê ya rastîn "na jinê, negrî" ye.



04.03.2014 22:16 | simurg56

12. hînbûna peyvên gerontokrasî û patrîarka*



04.03.2014 22:33 | kevçiyê dil

13. (bnr: tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê kurt dibe)

bawerim wê bêtir tişt li vir berhev bibin.



04.03.2014 22:56 | azadixwaz

14. (bnr:mamik/34808)

kaçûmanok yanî ka çû ma nok.. *



14.04.2014 01:37 | endazer

15. wateya mûzÎk.



mû: hay



sîk (ji sÎkr tê): şirovekirina mûyê ango hayê.



14.08.2014 21:54 | kurê xelkê

16. Eslê peyva ''sîyaset'ê erebî yê û ji 'seyîs'ê tê; seyîs di erebî de tê mana 'nihêrvanê hespan'.



25.08.2014 22:46 | serpale

17. tirşik forûm/49116

hema li vê binêrin bes e.



25.09.2014 23:17 | azadixwaz

18. (bnr: modus vivendi)



19.10.2014 21:10 | simurg56

19. (bnr: columna vertebralîs)



19.10.2014 21:41 | vêca çiyeeee

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku dema êlih tê gotin tên bîra mirov
» dema navê arjen arî û occo mahabad bikeve nav yek hevokê
» mirov newêre bêje pozê sola wî/wê xwar e
» hîner salîm
» dibe ku
» bejna îdeal
» lêkerên alîkar
» dirêjahiya îdeal ji bo peyamên tirşik'ê
» dibejim

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî