Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe - tirşik
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe
(33) (3) (16)
di mijarê de bigere

77. çaxê ku ez hînbûm şaîr (bnr: rojen barnas) û serokê enstîtuya kurdî ya parîsê (bnr: kendal nezan) birayê hev in, bejna min dirêj nebû lê ez şaş mabûm.



03.02.2020 09:43 ~09:44 | lehî baranyan

78. îro hîn bûm ku elif şafak pirtûkên xwe bi inglîzî dinivîse.



19.03.2020 13:29 | xelîl

79. Hêsîrên yekemîn ku ji çavê rastê were ji ber şabûnê, ger ji çavê çepê were ji ber xemgînîyê ye.



03.04.2020 22:23 | kajav

80. Mirov çawa dikare bizanibe gelo kesek çînî ye , japon e ango koreyî ye
kesên ku dora çavên wan aliyê xwarê ve be ew çînî ye
kesên ku dora çavên wan ne aliyê xwarê ne aliyê jorê ve be ew koreyî ye
kesên ku dora çavên wan aliyê jorê ve be ew japon e.
Gelemperî wisa ye.

cemal sureyya û m.elî bîrand jî kurdbûn e :@ ev jî bejin li mirov dirêj dikin



08.04.2020 18:21 ~18:23 | brzn

81. 12 cotmeh 1972yan de, taximê rugby,bi navê old christians ji bo maçê ku herê santîago.
di rê de balafira wan li çiyayên andê li çiya dixê
kesên di wê kezayê de sax dimînin,72 rojan li berxwe didin.
Dawîye de piştî ku xwarina wan namîne.
êdî laşê hevalên xwe yên mirî dixwun :(
û xelas dibin.

filmek li ser vê bûyerê hatibû kişandin:
(bnr: alive)



05.05.2020 14:28 ~2021.06.05 23:26 | merwano



84. (bnr: kowboy)



16.05.2020 00:11 | bûtîmar

85. Halit Bilgiç ne Kurd e, Ereb e.
Di salên 1980an de ji Libnanê koçî Sûrî, ji wir jî koçî Midyadê dibe.



05.06.2020 00:36 | merwano

86. Gelek ji me dizanin ku di zimanê kurdî de daçeka pirsê nîn e, ne wilo? *
ji xeynî zimanê kurdî, gelik zimanên din jî daçeka pirsê nîn e.
Mînak: Ingilîzî û spanyolî.

Ingilîz, dema tiştekî dipirsin, an lêkerê diguherênin an jî dikirpênin.

Spanyol jî, di serê hevokê vê nîşanê '¿' dideynin û di dawiyê de jî vê '?' dideynin.

(bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirsê)



12.06.2020 21:34 ~2020.06.13 22:03 | merwano

87. Serum,bi ava xwê ye..
Belê ez dizanim gelek tirşikvan vî dizanin le mixabin kes bawer nake..



13.06.2020 19:26 | xeletnivîs

88. Kurdiya Rihayê ji a hemû deveran zelaltir e.



14.06.2020 10:27 | hector

89. ser rûyê dinê, hema bêje di hemû zimanan de ji bo çayê du peyvên eslî tên bi kar anîn: chai û tee. sedema vê jî çîn û maçîn e ango heger çay bi riya behrê ji çînê hatibe jê re peyvek esila wê tee, tê gotin; heger çay bi riya hevrîşimê ji çînê hatibe jê re peyvek esila wê chai, tê gotin.

*li çînê, aliyê behrê navê çayê tee ye û aliyê zemînê jî chai ye.



16.11.2020 11:37 ~2020.12.24 02:08 | ezcan

90. di zimanê îngilîzê de peyva ku tê wateya bobelat/afet; disaster, di zimanê yewnanî ne ji peyvên dis+aster pêk tê û wateya wê stêrka nebaş e.

sedema vê jî ji vir tê, di demên ku mirovahî agahiyên wan ye di derheqê fezayê kêm bûn, dema dûvstêrkek di asîmanê de di dîtin, digotin: teqez wê tiştek bê serê me, wê xela rabe, wê şer derkevê, nexweşiyek derbikevê( wek awleyî ye) an jî wê serokek bimire.

çavkanî: belgefîlma cosmos, beşa 3emîn.

herwiha bnr:
tiştekî ku hemû tirşikvan nizanin



16.11.2020 13:22 ~13:31 | merwano

91. kemer û kamera hevreh in. bêjenasiya kemerê:
herwiha kember, hevreha farisî كمر‎ (kemer), pehlewî kemer, avestayî kemera-, ji proto-hindûewropî *kh₂em- (çemandin, tewandin, badan). Ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên din jî: erebî كمر‎ (kemer), tirkî kemer, azerî kəmər, aramî ܩܡܪܐ (qemra), îbrî קמר (qemer), urdûyî کمر‎‎ (kemer), hindî कमर (kemer), bulgarî кемѐр (kemѐr), yûnanî κεμέρι (keméri), romanî chimír, chimér, bengali: কোমর (komôr), gurcî ქამარი (kamari), gujaratî કમર (kamar)... Ji eynî rehî: kevan, kamera û belkî çemandin û çemîn.
çavkanî: wîkîferheng



29.11.2020 20:23 | keyomerd

92. (bnr: uncanny valley) [gelîyê bêyom]



01.12.2020 21:24 | simurg56

93. seyr e, min digo qey google translate wergera soranî nake. Lê qasê ko di wêneyê de jî tê xuyanê gava meriv wek zimanê jêder uyxûrî hilbijêre bi xweşikî werdigerîne. Min ji xeynî tirkî ji bo îngilîzî jî ceriband welle dîsa bû. Here lînkê



09.06.2021 00:55 | ezcan

94. (bnr: fake avêtin)
(bnr: îstîxbarata pûç)



17.07.2021 19:46 ~19:46 | heval.js

95. xewn/135455



02.08.2021 03:38 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên şablon ku meriv pê bêtir entel nîşan dide
» demand - supply
» mirovên ku di cizdana xwe de wêneyên hezkiriyên xwe digerînin
» hînbûna îngîlîzî
» dibejim
» bejna îdeal
» lê bigere
» dirêjahiya îdeal ji bo peyamên tirşik'ê
» dibe ku

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî