Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe - tirşik
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe

Navê mijarê ya ewil ev bû:tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe
(33) (3) (17)
di mijarê de bigere

96. xewn/135455



02.08.2021 03:38 | ezcan

97. cemil meriç Di lîseyê de li hatayê şagirtê memduh selîm beg bûye.
Here lînkê



03.08.2021 12:33 ~13:32 | cinorek

98. Min gavek berê navê vê mijarê rast xwend û ev agahî layiqî nivîsandina vê peyamê ye.

Heya niha belkî 100 car zêdetir ev mijar derketiye pêşberî min. Lê her tim min weke " bêjin" dixwend. Paşê min digo wê çi bibêje? Çi eleqeye? Lê tu nebêjî ew peyv " bejin" e û di wateya qama mirovan de ye*



01.10.2021 23:54 | tîrêj zana 21

99. Bejin dirêj nebû lê dibe ku kurt dibe.Heya niha derbarê pkk ê de me gelek tişt bihîstibûn lê li vir mirovên rûspî behsa pkk ê rêberî wî dikin.
Wisa dixûyê ku %100000 eleqeya apo û pkk bi kurdan nebûye tenê têkilî ew e ku gelê kurd bûye bindestê vî rêxistinê.Heyfa me kurdan! Wisa dixûyê ku ev îdeolojî wê rojavayê jî wenda bike.




08.11.2021 14:01 | brzn

100. vbnr veşartî binêre ye.
(bnr: ez şok)



23.11.2021 02:59 | heval.js

101. peyva asîman ji peyva tê. ew aşê ku berê pê genim dihêran ji boyî bibe ar.

esmen di zimanên sanskrîtî û avestayî de tê wateya kevir. ji ber ku gerstêrkên li fezayê ji kevir in, Zemanê Berê rasterast ji asîman re jî gotine kevir. Asîman navê yezdanekî ye di mîtolojiya îranî de xwedî cihekî girîng e û tê bawerkirin ku ew banê gerdûn diparêze. Li gorî nêrîna kevin, çerxa asîman dişibiya çerxa aşan.



30.03.2022 06:45 ~13:11 | asîmanê sêwî

102. Di strana Shakira'ê de dibêje
Some inner inner air air.
Here lînkê
Ew deh sal in em dibêjin samina mina eh eh.



07.05.2022 08:05 | cinorek

103. testa îngilîzî ji elmanî taste, tasten dihê ku wate jê rasterast ceribandin û muqayesekirina bi destan e.

ango test, testing: destkirin.



01.07.2022 03:47 ~03:47 | ezcan

104. Îro gava li ser înstayê digerîyam, karîkaturek derket pêşîya min:
Ew karikatur:
Here lînkê

Du kezikên hespê nevîyê (îng. praying mantis) di nav livînan de dipeyivin. Li ser diwêr jî serê hespênevîyek nêr daliqandî ye.
Îcar ê nêr:
Keçê, dibêm dergistîyê te yî berê li me dineri.
Mê:
-------- ( ewran davêji)
Îcar gava ez ketim nav şîroveya ez ji kena fetisîm. Yek ji wan kommenta de digot îcar dora te ye hwd. Min got çawa yanî? Û ketim dûv van kezikan. Li gorî lêkolînên min î neberfireh min pê derxist ku ev kezikên hespê nebîyan piştî hevşabûnê; ên mê hevalê xwe yî nêr dikuje lê beravajî pêşîka serê wan dixwin ku alîyê ku kêrî wan tê, tûrikê sperman ji wan re dimîne û bi vî awayî çêlîyan çêdikin.
Çavkanî:
Here lînkê



17.07.2022 00:54 ~00:57 | pîroz

105. Hînbûna Zaravayên din ên Kurdî



08.08.2023 13:27 ~13:42 | bakur.nekure1

106. koka xebera "pîç" ku di maneya weledê/a zînayê de tê karanîn, -pêç- e (pêçîn, pêçîden). ango ji esla ne rast û durist, ne diyar ku tewiyaye, tevihev bûye, pêçandî ye. bi zimanê pehlewî.



25.11.2023 04:42 ~04:51 | tizbîkêş

107. di helbesta rojen bernas de gotinek heye dibêje çend xarên min wenda bûne li nevala wawêylê. min zen dikir ew xar kar e. yanê bizinê temenbiçûk e.
min îro ferq kir ku ne wisa ye. xar yanê ew e:
Here lînkê

Edît: piyyy min navê helbestvanê jî şaş nivîsiye. Bila be. Bi xêra wê şaş nivîsînê ferhenga şikestî hat çend peyam zêde kirin.



03.01.2024 05:21 ~2024.01.04 06:39 | cinorek

108. ez dixwim bejna cinorekî hineki dî dirêj bikim;
ristên; ''çend xarên min wendabûne li newala waweylê'' ji helbesta rênas jiyan a hebhinarkê ye..


Ji wê şeva bi şewbê
bêhna firîkên şewitî dihat ji çolê
çend xarên min wendabûne li newala waweylê
destmêja te û janê ji hevdû naşkê
hebhinarkê! ..
min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê;
wê gewriya te dil bide kêrê
li kerbelayê
belê delalê

li çaraliyê çefiya min,
diçurise şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin
kulora şahmeran e egala li serê min
ev kitana çenda ye te li xwe şikenandiye hebhinarka min
ne sûcê te ye,
ew mîratê kewan li me nehatin

li çiyayê şengalê,
komeke xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştine
perikên wî digirîn li dewsê
tu hogirî van perîkan bûyî
hebhinarka delalî
bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî
li ser goleke mêşinî

bo bi serê xwe dakim,
ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,
hebhinarkê;
teşiya bê,
destara berfê,
berîvana baranê,,,



03.01.2024 14:52 ~14:56 | ferhenga şikestî

109. Navê tirkî ya ebru ji peyva kurdî ya birû tê.



9 roj berê 20:30 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku dema bêhna mirovî teng dibe tên kirin
» dema bê ya nêzîk
» mirov guneh dike lê binêre
» hîn bûn
» dibe ku
» bejna îdeal
» lêkerên kirinê
» dirêjkirina lînkan
» dibe ku

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî