Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şerê cîhanê yê duyemîn - tirşik
şerê cîhanê yê duyemîn
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şereke ku di tê de alîyeke bê guneh tuneye. yê ku dikuje jî, yê ku dimire jî xwedan guneh e. hema BÊJE, XWÎNÊ BİRİJA, Dİ DAMARAN DE NESEKİNÎ Û RİJÎYA.



09.04.2014 17:26 | nazim tolhildan

2. şerê ku weke hemû şeran, yên ku mirin dîsa ne ew kesên ku biryara şerê dabûn, bûn.

vê yekê strana b.y.o.b ya system of a down anî bîra min ku tê de rêzikeke wisa heye "why don't presidents fight the war" yanî "çima serokwezîr tevlî şer nabin?"





http://www.youtube.com/watch?v=F3h_oDIbyVE



09.04.2014 19:54 | simurg56

3. şerÊ ku gelek miletên dî û kêmarÊn ku di nava dexlik û qeliştekê de bûn jî li du şerÊ azad bûn, dewletÊ xwe ava kirin lê em kurd ji ber nerÊxistibûna xwe di vê şerÊ de jî serkeftinek bi dest nexistin



09.04.2014 22:12 | ferhenga şikestî

4. şerê ku dema xwudê ji nav nav boxçika xwe nexş û etles belav dikirin, hingî jî wekî îro pirraniya kurdên ehmeq xwe di ser agirê dewletnebûn û dewletnexwaziyê re diqevazt û xweliya birayên xwe yên ne-misilman lê minafiq bi serê xwe de dikirin.. silav li wan kurdên ku hêj wî wextî birayên xwe yên minafiq teşhîs kirine, li hemberî zilm û neheqiyê serî neçimandine çong nedanîne û dest hilanîne û dest hilanîne..



09.04.2014 23:28 | endazer

5. Şerê ku xela û birçîbunê têne bîra mirovên me yên kal...berê digotin: zemanê berê nanê cê, nanê kizina bi dest me nediket ù me nanê beruya, goştê kulahe dixwar di dema ismet û kemal de.



09.04.2014 23:47 | birho_fîlo

6. Şerê ku elemanya (germenistan) li alîkî û dinya li alîkî...



09.04.2014 23:53 | ceso

7. (bnr: şerê cîhanê yê sêyemîn)



09.04.2014 23:54 | ceso

8. şerê ku amerîkayê kutaye diya almanyayê û li serê dinyayê bûye superpower..



09.04.2014 23:55 | endazer

9. Şerê ku hê jí tesîra xwe li ser apekî min dom dike; camêr ji ber aliyê adolf digirt simbêlên xwe hê jî weke wí berdide...



10.04.2014 00:03 | birho_fîlo

10. şerê herî dijwar yê ku tu carî nehatî dîtine. 60 milyonî zêdetir mirov mirin di vî şerî de. ji aliyê me kurdan ve tişta herî xweşik ew bû ku piştî vî şerî gelek hindik jiyabe jî avakirina komara kurdistanê ya mehabadê bû.



10.04.2014 14:40 | mixabin ez

11. (bnr: rewşa dinyayê)



14.07.2017 18:51 | xwelî li ser

12. di romana dê û dêmarî de egîdê xudo ji dûr ve be jî ev şer kiriye mijara romana xwe û bandora wî ya li ser kurdên sovyetê vegotiye.



06.02.2022 13:09 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şerê di navbera tirk û yewnanan de
» yên ji me çêtir
» duyemîn kongreya asayî ya pakurdê

Kategoriyên mijarê:: dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî