Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 49 peyam
kurdiya computer - tirşik
kurdiya computer
(1) (0) (9)
di mijarê de bigere

1. pir in. lê hê jî standartîze nebû.



(bnr: kompîtur), (bnr: komputer), (bnr: kombers), (bnr: kompîtûr), (bnr: kompûter)



bi ya min kombers gelekî "çêkirî" ye.

kom:bi giştî, bi hev re, hemûyan tevde

bers: hesab

kom-bers: hesabkirina tevde, hemû hesaban bi hev re û hwd.



2013.07.03-18:29 | simurg56

2. kombers ji hemûyan çêtir e.. wek ku şêxê şairan ehmedê xanî di mem û zîna xwe de dibêje:

''ev fêkî, eger ne abîdar e

kurdî ye, ew qeder li kar e''

eger em peyva kombersê bidin ber qet nebe wê pirsigrêka me ya telafûzê çênebe..



2013.07.03-22:41 | endazer

3. wekî pêşnîyar: (bnr: zanejimar)



2013.07.22-04:20 | seydayê_peyvan

4. agahjimar, agajmar, an jî xêvjimêr



2013.07.22-18:19 | berxêres

5. agahjimar, agajmar, an jî xêvjimêr



2013.07.22-18:32 | berxêres

6. bi ya min komputer ne xirab e.lê kombers jî dibe.



2013.07.22-21:14 | feqiyêteyran

7. BI QASê EZ DIZANIM KOMBERS E..



2013.10.07-12:48 | nan û av

8. (bnr: desktop) (bnr: sermase)

(bnr: laptop) (bnr: serçok)

(bnr: tablet) (bnr: serdest)



2013.12.25-03:09 | oxir

9. Kuro heyran ne me û ne jî bavê me ev dahênaye. Bila kompîtûr be



2020.01.24-19:06 | oceancr

10. 10 sal ewil ez wek Kombers hîn bûm û hema wisa dibêjim.Kom+ber , tiştan komê ber hev dike.Lê s a dawî çi ye nizam *



2020.01.25-14:58 | brzn

dengdanên dawîn (Yên Din..)
maps.me [1]
Sepana nexşê ye. Heke hûn jî weka min anti-googlelekî bêtirs bin, berê...
mastodon [1]
Malperekî mikroblogê. Mero dikare bêje klona twitterê ye lê belê ji ge...
tirşikvan ji bo kêfê çi dikin [1]
Tûtna xwe dipêçim, çaya xwe dadigirim û j'telfûnê muzîka rapê vedikim....
no man's land [1]
"No Man’s Land" yan jî bi navê xwe yê kurdî "erda bê ke...
şekir [1]
kî lê dixwe yê zerar jê dibîne. çar grama vê dike kevçiyêke çayê. di n...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîya çend peyvên olî
» compûtera ber dilê min

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî