daristan | 2012 Nivîskar: mihemed ronahî | kurdî | çîrok | 68 rûpel pirtûk ji 8 çîrokan pêk tê. di her çîrokekî de darek/nebatek heye ku şahîdên bûyerên li kurdistanê ne ku li gorî vê şahîdîya xwe, ji me re behsa me di... |
1. welatê daran anku cihê ku dar bi komikê lê dimînin.. wekê dî di kurdî de ji bo cihên ku dar bi komikî lê dimîn gelek peyv û bêjeyên din yên wekê; kelem, gem, mêşe, darûbar, darûber, darên, talan, birr, dehl, dehil, devî, bêşe, cengel, rêl, ırman, orman, ça, çiya, darisan, bax, lêrr, lêrrewar, jingil, cenêl, qorî, aqar, bîşî, hemî jî têne bikar anîn.. |
|
06.03.2014 03:40 |
endazer
|
2. çi eleqa wê heye nizanim, lê, mijara ku, kilama koma denge azadî ya bi navê "ez te baş nasdikim" tîne bîra min e. dibe ku, di kilamê de hevokeke wek "tu darî ez daristanim" heye, ji ber vê yekê hatîye bîra min* |
|
07.03.2014 10:15 |
nazim tolhildan
|
3. pirtûka mihemed ronahî ye ku ji hêşt çîrokên sembolîk pêk tê. |
|
11.03.2014 01:45 |
ferhenga şikestî
|
4. carina di şûna dibistanê de jî tê bkaranîn.. |
|
13.09.2014 14:28 |
endazer
|
5. "... Rûkenê hê peyva xwe neqedandîbû êşeke ecêb xwe ji kezeba wê berra qirika wê da. Êşeka bê pênas bû ev. Te digot qey kezeba wê dê niha biqelişe. Rûniştibû dema diaxivî bi dara behîvê re. Lê nikarîbû li ser xwe bisekine. Bi devûrû ket erdê û deng jê nehat. |
|
28.03.2015 12:25 |
xendekî
|
6. pirtûka mihemed ronahî ye ku tem û çêjek bê hampa daye min. beriya ku ez bixwînim antîpatiyek min li hember mihemed ronahî hebû lê piştî xwenndina vê pirtûka serkeftî min nêrîna xwe guherand. hele çîroka li ser jinek pêşmerge ya di dema mele mistefa berzanî de ez giriyam. yekem car bû ku ez bi xwendina pirtûkek digiriyam. |
|
28.03.2015 14:30 |
xewnname
|
7. bêdengî û bêyom. bi tena serê xwe - her çiqas "kom" be jî- gerdûneke ye ku ne li esmana mirov lê li ser axan ava bûye. her li ku be kesayeta daristanê ev e. him giran û qelebalix e û him jî valahiyek e ku mirov li horta wê tenê ye mîna pitikê ji dê nû za bûye. zor e. |
|
13.04.2017 21:41 |
biruya hayao miyazaki
|
8. ya ku pirtûka mihemed ronahî ye, ji 8 çîrokan pêk tê: spîndar, mişmiş, sinc, çinar, behîv, darhejîrok, guldar, darmasî. weke li jor jî hatiye gotin, zimanê nivîskar sivik e, loma xwendina wê gelek rihet e. lê nayê wê wateyê ku basît e, na, têra xwe dewlemend e jî. min çend peyvan not girtin ku di ferhengan de peyda nedibûn. min vê pirtûkê li malê dît. nizanim kê ji bîr kiriye li mala me. hema min jî xwend. ya ecêb e ew e ku li jor jî ferhenga şikestî gotiye ku ya wî jî li malê wenda bûye. ecêba xwedê! |
|
05.01.2019 23:11 ~23:13 |
simurg56
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |