1. straneka gelêrî ya kurdî û kurmancî ya herêma qoçgirî-sêwasê ye..
stran heta niha aynur doğan jî tê de ji aliyê gelek kesan ve hatiye gotin.. hetta di projeyekî de aynur doğan, sertap erener û ayşenur kolivarê bi hev re gotibûne ev stran..
lê qeyda mexsude cekoli ya herî kevn e ez dibêjim qey..
li ser facebookê camêrekî bi navê bîlal nêribij gotinên stranê deşîfre kiriye lê beşin jê kêm in, ez ê metna berdest li vir binivîsim hevalên dixwazin bila kêmasî û şaşiyên tê de sererast bikin xêra xwe..
''Dibe lê lê çiyay me bi hobe bî
Ava gundê me bi nobe bî
Mala me li handa mala we bî
Dîwarê ortê bila tunne bî
Bi can ser canê te ra wûy kole bî
Dewo dewo bibe w' ez te dakim
Bejnika fîtoz paş' te vakim
Wan cahilan ji xewê rakim
Wan xortikan li xwe şakim
Dibe lê lê ti qewaxa min a li serê kaniyan,
Tople bû îsanê bûyan
Yekî gidî ...
(...)
Ser har bibe w' ez te dakim
Bejnika fîtoz paş' te vakim
Wan cahilan ji xewê rakim
Wan xortikan li xwe şakim
Lê lê e[z] dem dikim, bukê dem dikim
Qedî û puniş wan dem dikim
Zava û bûkan ji hev dikim
Keya mixtar ra dem dikim
Şev e, şev e, çer bav (?) şev e
Nikanim herim pîrê dar e
Nikanim herim dew li dar e
Lê lê binê malan da keş û peş e [?]
Baran dibarî hewa xwaş e
W' ar bi mêrê kotî kevî
Bi şew bi ro cem jina rindik da naxwaş e
............. ez ser dakim
Bejnika fîtoz paş' te vakim
Wan cahilan ji xewê rakim
Wan xortikan li xwe şakim
..... qirika belek li qare qar e
W' ar bi jina kotî kevîye.....
(...)
Dewo dewo bibe w' ez te dakim
Bejnika fîtoz paş' te vakim
Wan cahilan ji xewê rakim
Wan xortikan li xwe şakim
Lê lê binê malan da çam e
Mi lê rakir sogi dargam e
W' ar bi jina kotî kevî
Ramisana xwe wek postikê toraqa xam e
............. ez ser dakim
Bejnika fîtoz paş' te vakim
Wan cahilan ji xewê rakim
Wan xortikan li xwe şakim ''
Mexsude Cekoli : http://goo.gl/sbNVyE
aynur doğan : http://goo.gl/j06V1N
|