Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
lîstikên zarokan - tirşik
lîstikên zarokan
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Hopanê, hopanê

Kejiya min a panê

Avêt gola hanê

Gola han qamîş e

Marî fîşe-fîş e

Kekê min çawîş e

Çawişkî bi çûk e

Min jêr anî bûk e

Bûka Hesen Begê

Sêva ser kulegê

Wê sêvê hiltînim

Gulekê datînim

Gul gula hedadan

Derî li min radan

Çûm quncikê tarî

Teyrek tê da dinalî

Çi teyrekî sil e

Tasa bi zengil e

Kuta binê dile

Deng diçû Mûsile

Mûsila hêlak e

Dest û pê şibak e

Şibaka zêrîn e

Pêçîka zîvîn e

Heft qor digerîne

Qorek temam nîne. Min got:

Teyro çi hewalê te ye? Got:

perr û baskê min şikestiye

hevrîşmê Fatma Nebî ye, avêt ser deriye

Dizan ji xwe re biriye. Dizo dizo ku de ?

Bi rêka bi deştê da

Şûr û mertal di ber piştê da.



07.03.2014 02:23 | tavrosi

2. ba me jî, lîstika bi navê "kortika fisê" heye.zarokê têk diçe lingê wi dikevi nav kortika vedayî.



19.01.2015 17:57 | hesen bira

3. xarmenaj



leyistokek bi xarên kevirî yên ku ji kevzgal bi kevirê hestem hatiye çêkirin ve tê leyistin. li gundên bismilê û yên stewrê gişan berî niha 30 salî di zivistanê de li bestên rast yên ku tavê dibînin dihate leyistin.ji dervî keç û jinan gundî giş bi mezin û zarokan rojên xwe yên çile bi granî bi vê leyistikê derbas dikirin.



wisa tê leyîstini:

















19.03.2015 02:55 ~2015.04.11 16:37 | remlavêj

4. (bnr: çavgirtonek) an jî çavgurtonek
listika zaroktîya min e heri favorîya min bu. me ew cîhê ku çavê xwe li ser digirt, wira ra me dikot doçik. waxta ku ewa/ê binî da dûr diket û me dihat destê xwe doçkê dida jî me digot ''-doçik çu!
- doçik çu!
zehv xaş bu yaaww



24.04.2016 21:23 ~2020.04.19 11:55 | bûtîmar

5. hinek ji wan ev in, hevalên behsê dikin divê mijara wê jî vekin, * ez ê jî yên tên bîra min ki vir kom bikim mijara wan vekim.
-hîvlotik
-xîçê
-qîtê
-lîstika şîto
-talanê
-kerkê kerajo
-noqanê
-devikanê



19.12.2017 11:02 ~11:04 | xendekî

6. (bnr: tiliya qûnê qûnê)



20.12.2017 00:18 | gumgumok

7. Cîv cîv cîvinde
Çûme mala rovinde
Jina Rovinde nexaş bû
Mewûj dixar ça xaş bû
Pirrrrrr!

Herêm/devok: Serhed
(Diya min pê zarokan dileyîst ez ji wê hîn bûm)



06.03.2018 21:33 ~21:39 | mîr

8. Heleq meleq
dendikê leqleq
Kîs û kember
Ya pêxember
Ji vî derket
Kete vî

Meriv destên xwe datîne erdê û tiliyên xwe vedike, yekî din tiliyên wê kesê dijimire û van gotinan dibêje, kîngê gotinên wê temam dibe gotinê wê rastê kîjan tilî were ji wê tilîyê xwar dike dixe nava destê xwe, çar tilî dimîne dîsa van gotinan dibêje heta tiliyên wê xilas dibe dewam dike...

Herêm: Serhed
çavkanî: (diya min)



06.03.2018 22:13 ~22:20 | mîr

9. Heftik.

Bi heft ber keviran tê lîstin.



07.03.2018 14:32 | gumgumok

10. Kortik / kurtik
Bi xara tê lîstin, çend çalên ne zêde kûr tên vedan û meriv xara davêje zikê wan Çalan, Gere bikeve zikê çalê.



19.04.2020 00:15 | afa

11. qereqordom



19.04.2020 01:30 | roberz

12. (bnr: pubg)
(bnr: roblox)
(bnr: brawl stars)



19.04.2020 03:29 | mîr

13. (bnr: gta)



19.04.2020 13:57 | xelîl

14. erê erê, me berê bawer nedikir ku êvar bibe em derkevin derva bilîzin. wê demê malbata me nedihişt ku em êvarê derkevin derva. dema êvarê min firset bidîta ez bidizî derdiketim û dileyist im. ew şev ji min ra dibû eyd.



19.04.2020 16:13 | raman

15. Sê kuç
Kevirên piçûk, pehnok û gilover, şeş heft heba didin ser hev, ji gore, naylon û tiştên wisa gogeke qasî ya tenisê çêdikin û bi dorê wê gogê davêjin wê letika keviran. Gava ku kevir bela dibin tîmek gere wan keviran dîsa bide ser hev û tîma din jî nehêle ku ew kevir bidin ser hev. Tîma ku nehêle, yek ji wan destê xwe bi kesê tîma din bike ew kes dişewite û dertê ji lîstikê. Ger ku tev bişewitin dor dibe dora tîma din. Lîstikekî gelek xweş bû. Gere kesê beza û jêhatî hebûna di tîmê de ji bo ku mirov bi ser biketa.



25.04.2020 00:04 | afa

16. Qîtkê
Mere Du hep kevirên qasî nîvê topek fitbolê datîne ber hev û darikekî(qîtik) qasî destekî datine ser wan. Herî hindik bi du kesan tê lîstin. Kesek radihêle darekî mezin şixulê darê beyzbolê o di nava herdu kevira re li wî qîtikî dixe û difirîne kesê din jî şixulê 4-5 metre yan jî hebikî zêdetir disekine o hewl dide qîtik li hewa bigre, heger qîtik li hewa bigre dibe dora wî îja ew dihere qîtik davêjê êdin jî hewl dide bigre.



25.04.2020 02:27 | f

17. Lîstikên êdî gelek ji wan nayên lîstin. Mixabin ji ber vê teknolojiyê lîstikên dema zaroktiya me ber bi mirinê ve diçin.



25.04.2020 13:02 | xabûrî

18. Tirkim hebû; me xelekek xêz dikir, yek diketê û ji xelekê li ser ningek tirkim digot û derdiket, dida dû me. Dema herdu ningê wî jî li erdê biketa me têra xwe lê dixist ku heta bigêhêje xelekê.

Simît jî wilo bû; ji xelekê derdiket bi gotina simîîîîîîîîîît û dida dû me, destê xwe bi yekî bida me li wî yekî dixist, lê dengê simîîîît biçikiya me vî dorê jî li xwediyê dengê simîîîîtê dixist. Lîstikên me bi piranî tûndî û li ser lêxistinê bû.



25.04.2020 13:40 ~14:08 | ozjan xwenas

dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» lîstikên bext
» zarokan re du nav danîn

Kategoriyên mijarê:: listikrastin cand zarok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî