Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
gazinda xencera min - tirşik
gazinda xencera min | 0
Nivîskar: Celadet Alî Bedirxan | kurmancî | çîrok | 176 rûpel

Gazinda Xencera Min ji berhemên edebî ên di tarza çîrokê de pêk tê. Di kitêbê 5 beş hene. Di beşa yekem “Destpêk”ê de yekem berhema edebî ya Celadet A...
gazinda xencera min
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. navê pirtûka ku ji 10 çîrokên mîr celadet elî bedîrxan begê hatiye pê, ye. çîrokên pir xweş jî tê de hene ên nexweş jÎ. ji aliyê weşanxaneya Lîsê hatiye çapkirin lê xeletiyek çêkirine (belkî jÎ ne xeletî be) navê pirtûkê kirinin 'gazinda xencere min'.



lîsteya çîrokên ku di vê pirtûkê de ne:

- Were dotmam

- şêraniya zimanê kurdmancî

- xwe ji bavê xwe vedizî terka gund û mala xwe da

- ber tevna mehfûrê

- gazinda xencera min

- bêbextî

- dayîn *

- jinika ku du caran hatibû kuştin

- gelo xwe kuşt an hate kuştin?

- maçika diranker û cezayê wê



07.03.2014 14:18 | mergehez

2. pirtûka ku ji weşanên avesta derketiye û Hemû çîrokên Celadet Alî Bedirxan di vê kitabêa de kom bûne.



Gazinda Xencera Min ji berhemên edebî ên di tarza çîrokê de pêk tê. Di kitêbê 5 beş hene. Di beşa yekem "Destpêk"ê de yekem berhema edebî ya Celadet Alî Bedirxan bobi'nin hatası ku bi osmanî nivîsîbû û di sala 1917an de li Stembolê çap bûye ji aliyê osman Özçelik ve bo kurdî hate wergerandin. Çîrokeke di stîla çîrokên klasîk ê ewropî de ye.



Beşa duduyan ji 7 çîrokan pêk tê ku tev de ji hawar û ronahî hatine wergirtin. Di beşa sisêyan de "çîrokên tarîxî" cih digrin ku bêhtir bi navê bişarê segman hatine nivîsandin û di Ronahî de çap bûne. Di beşa çaran de du çîrokê mistîk ê kevn hene. Beşa pêncan jî me ji bo çîrokên ku ji zimanên din hatine wergerandin veqetand. Di vê beşê de tev de 4 çîrokên guy de maupassant, Şerlok holmes, s. a. moreskwî û çîrokeke klasîk a anonîm ji edebiyata denîmarkî hene.



di çap kirina pirtûkê de bi tu awayî dest nedane ziman û îmlaya çîrokan, ji xeynî hin peyvên ku pir eşkere ye ku xeletiya çapê ne, bi her awayî orijînalîteya wan hatiye parstin. Tenê hin peyvên ku bi du awayan hatine nivîsandin, yek jê hilbijartine: melike / melîke, sîng / sing... Li dawiya berhemê navê ku di orijînal de eger hebe cih û tarîx jî hatiye parastin. Pişt re çavkanî, navê kovarê, hejmar û tarîxa wê ya weşanê hatine nivîsandin. Tasnîfkirin li gor naverok û stîla çîrokan hatiye çêkirin. Di rêzkirina çîrokan de me bêhtir tarîxa nivîsandina berheman li ber çav girt, metoda kronolojîk tercîh kirine.



24.06.2014 12:42 | brusk56

3. pirtûka ku çîrok û wergerên celadet elî bedîrxan dihewîne û him ji weşanxaneya lîsê û him jî ji weşanxaneya avestayê derketiye.

min a ji avesta derketî xwend. di ya ji avesta derketî de zêdetir çîrok hene û 176 rûpel. a ji lîsê derketî tenê 80 rûpel e.



di pirtûkê de ji çîroka keçika kibrîtfîroş heta çirokên û serpehetiyên sherlock holmesê, çîrokên cûrbecûr hene. pirtûk xweşa min çû lê çîrokên dîrokî ên ku behsa meseleyên melîk û melîkeya dikir, hinek bêhna min teng kir. ji ber ku tê de peyvên gelek ecêb hebûn û fêm kirine zehmet dikir.



24.06.2014 12:52 | brusk56

4. navê nivîsekî celadet elî bedîrxan e ku di sala 1932an de di hejmara 12emîn a hawarê de derketiye.

wisa ye ;



‘’Ji zû ve min lê nenihêribû. Di ser banê kitabxana min de; di kuncikekî tarî û bi toz de, veşartî bu. Kê zane ji kengê ve min ew hilnedaye destê xwe. Konêpîrê yên di menzela min, di ser wê re tevnên xwe rîstine. Ji jor ve lê fedîkirin, carinan datînin, di ser qevdê wê re diçin, şopên xwe dihêlin û hildikişin hêlînên xwe. Berî çend roja qelema min ko bûbû. Min ê ew tûj bikira. Li kêrika xwe geriyam min ew nedît. Min çavê xwe li dora xwe gerand li tiştekî ku qelemê tûj bike, çavên min li xencera min ket. Rabûm ber wê ve çûm. Wekî min destê xwe lê dirêj kir, konêpîrê bimin hisyan û her yekî alîkî ve bazda.



Xencera min a jêngin ji kalanê xwe bi zorê, wek dengekî nexweş derdiket; dirizî û ko dibû. Ew gelek zeng girtibû. Ku min ew kire nav kaxizekî û firkand jê tozeke zêrekevn difirî û difirî.



Min qelema xwe da devê wê. Nedigest, ne jî jê dikir. Di nav destê min de asê bibû. Dil nedikir ku bi wî rengê xizmeta min bike. Min xencera xwe danî peşîya xwe lê nihêrî.



Zenga wî nîvî bûbû. Rengekî nîvsor dest bi çirîsînê kir, hin bi hin rengê xwe guhart û yekcar sor bû. Sorekî xwînsor. Ez ew dem hînbum ku xencera min ji min xeyîdîye. Dixwaze gazindan li min bike. Min ew disa hilda destê xwe jê re got:



-xencera delal te xêr e, nebî ku ti ji min xeyîdî bî, ma min çi bi te kir ku ti bixeyîdî? Zimanê min gerîya li min vegerand û bi dengê xwe yê foladîn, lê sitemkar û zîz got:



Ma lê ji te xeyîdî me. Ma çawa ji te nexeyidim. Te ez avêtim nav kitêb û kaxizan te ez kirim hevala bermayên qalkên dar û qirş û hevsara caw û potikên zibilghê. Ne li min dipirsî ne jî li min dinihêrî. Heta niha min deng ne dikir, min xwe li dinyayê windabûy dihesiband.



Lê êdî min nikaribû ez xwe ragirim. Belê lema dikarim. Ji ber ku tu dixwazî min bixî şûna hesinê solingen û bi min qelema xwe tuj bikî. Pelên kitêbên xwe vekî. Tu dixwazî barê keran bikî pişta şêran.



Ku ez polayê ‘esil hesinê dibanim, pêşiyên te ez dikirim perasûyên mêr û mêrxas û gernasan û ez bi goşt û dil û ceger xwedî dikirim. Tû dixwazî min bi dar û qalikan xwedî bikî û şîv û taştîya min wek kêrekî zil û ka bî. Ne min birçî bihêle û wan qirş û pelên hişk neke devê min. Ez ne çarlingê gîhaxwur im, ez şêrê goştxwir im.



Belê ez xencera duban, folayê nêrz, tû min davêjî nav kaxizên reş û belek ku ne ew bi min ne ez bi wan dizanim.



Belê ez dizanim ku tu iro ketîyî pey nivîsandinê, pey sehîtîya Kurdmanciyê. Ji sibê heta êvarê carina nîvê şevê carna ji heta berbanga sibê bi pirsekê, nîv pirsekê mijûl dibî. Heke mê ye, heke nêr e, heke nav e, heke pironav e, an veqetandek e, û gihanek e. An ne di ‘eslê xweda Kurdî ye, yan ne ji zimanekî din hatiye girtin û pêşdetir kurdandin û welê por û pirç û simbêlê xwe sipî dikî. Di salekê de deh salan dijî û raserî emrê xwedi biharê de berfa zivistanê didî barandin. Lê belê kefxweşî û di dilê xweda dibêjî: Ezê milletê xwe bi xwendin û nivîsandinê bi vê Kurdmanciyê vejînim. Miletê minê bibe xwedî kitêb xwedî zanîn û wê bighije mirazê xwe, wê bibe serbixwe û kama xwe zan, bibe kamiran. Ew çax tu kes nikare bêje zimnê Kurda tune. An ji zimanê tenê zimanê axaftin û dan û standinê ye. Lê di bê jin Kurd jî wek xelkê xwedan ziman û xiwedan kiteb in û zimanê Kurdi zimanekî hêja,dewlwmend û tekûz e. Kurd miletekî kevn in û dahaatuyên Medan in. Here te daye pey Ehmedê Xanî, tu dixwazi ku wî karê ku Xanî nebiribû serî, tu bibî serî. Ewî gotibû:

Da xelk nebêjitin ko Ekrad

Bê me’rifet in bê ‘esl û û binyad

Tu dixwazî ku bête gotin:

Xelk tev dibêjitin ko Ekrad

Bi me’rifet in bi esl û binyad



Ji lewra ji bo vê yekê te ez avêtim pişt guhê xwe, te ez ji çav û dil dûr xistim. Te ez kirim zirtexana konêpiran, ew kêzikên bêçerm û goşt ku her roj di ser min re baz didin. Çivan didin xwe û min dikin bin tevn û şopên xwe de. Binîxumînin û qeşêrin. Lê nabin tu tişt, ne ziman ne xwendin, ne nivîsandina te bê min naçe serî. Bidî eqlê xwe heta niha tu û miletê xwe hûn çawan mane, çawan we zimanê xwe winda nekirîye û îro dizanin pê biştexilin. Heke ez nebûma, ji zû ve te û miletê te weyê zimanê xwe winda bikira.

Ji çend caran, ma dil ne kirine zimanê we jêkin. Zimanê we berî hezar salan zimanê dinê, zimanê hikûmetê bu. Ji hingê ve pê diberizin, hezar carî pê ketin. Her car ez li ber wê sekinîm û zimanê te parast, lê ne qelema te.



Heke ji min nebawerî li dora xwe fedikire, tû wê bibînî ku herçî ji min dûr mane, hatine ketine bajarên zimanê xwe winda kirine û îro nedizanin bejin ‘’lo!’’ ne jî ‘’lê!’’. Ji berk û peyayên bêçek wek mirovên bê neynok in, keç jî bi wan dikarin.



Ji lewra ez benî, qedrê min bizane, ji min dur nekeve, min ji xwe dur nexe û bi min ne qelema xwe, Lê parsuwên dijminên xwe jêke!...



Xencera min li hire gotina xwe qedand. Min dil kir ez lê vegerînim. Lê nedixwest ji min bibihîse, rabû û ket kalanê xwe, xwe ker kir û guh neda min.’’



24.06.2014 12:55 | brusk56

5. navê pirtûka mîr celadet elî bedirxan e. mîrê min naveke gelek xweş li nivîsa xwe kiriye. gazinda xencera min nuwaze ye..!



24.06.2014 13:19 | xendekî

6. pirtûka ku min pêr dest bi xwendinê kiriye...

bi rastî jî ji bo yên ku ji zimanê sar û hişk û mekanîk ê çîrokên nûjen ên vê heyamê ecizîne, dermanek e!

zêde ne hewce ye pênasa pirtûkê bikim, ji lew li jor qal û behsa pirtûka hanê hatiye kirin..

bi taybetî çîroka gazinda xencera min pirr xweş bû, xwesiya wê ew bû ku; mîrê min di wir de bi alava xencerê xwe rexne dike, ku wek hûn jî dizanin ji şerî bêtir mîrê min girîngî dida xwendinê lê bes wek mikurhatinekê di wê çîrokê de bi kurt û kurmancî dixwaze bêje ku wê rastî bivê xencer û şûr û çek û şer û têkoşîna bivênevê ya xwînî nebe, pênûs û peyv û îlm û xwendin bi kêrî tu gûyî nayê.. welhasil



30.12.2014 18:29 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gazinda xencera min
» mindhunter

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî