Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
cezayên trafîqê - tirşik
cezayên trafîqê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cezaya ku piştî 11ê şevê li derveyî bajêr min xwarî ye.



04.07.2013 12:14 | azadixwaz

2. û ne ji ber lezê yan alkolê yan jî kemberê ye, tenê ji ber ku min tûp li erebê daye û li ruhsatê qeyd nekirî ye ye.



04.07.2013 12:19 | azadixwaz

3. taştêya min ya îro bû.

îro serê ji sibehê ji kar vedigeriyam. di rê de min ji firinekê nanek germ kirî û bi rê ketim. di rê de polîsên trafîkê ez sekinandim û kontrolan kirin. berî 2 rojan sîgortaya min xelas bûye.

min him ceza xwar him jî nanê min cemidî.



14.03.2015 23:33 | simurg56

4. ên ku ji aliyê dewletê, ne wekî amûrekî bo sererast kirina trafikê lê weke çavkaniyekî pereyan tê dîtin.. dewlet pê debara xwe dike.

mesela te qedexeyek danî, an jî zagonek nû derxist nexwe baş kontrola wê bike ku mirov jÎ li gor qaîdeyan tev bigere.

heftiyê rojeKê radar 2-3 saetan ser rê disekine, polês mehê 3-4 caran derdikeve têra xwe ciza dibire Û hew. ne xema tu kesiyê bê ka trafik çawa ye kÎ li gor kural Û qaîdeyan erebeya xwe diajo..



13.12.2015 02:48 | brusk56

5. A li her kesî ferz. Weke bacê ye.

Ji bo hinekan pêşniyarî; (bnr: îtîrafên tirşikvanan)



13.12.2015 18:56 ~18:57 | azadixwaz

6. pir zêde bûne. wê rojê, jiber ku min rê nedaye mirovên peya 488 tl ji min re hatiye birîn.



30.11.2019 16:36 | nazim tolhildan

7. wek brusk56 jî gotî li tirkiyê armanca birrandina cezayên trafîqê ne sererastkirin û rêûpekkirina trafîqê ye bes dema destê hikûmetê ji ber îsrafê hinekî sist bibe ferman dişîne ji emniyetê re û dibêje ji min re niza çend mîlyon tl ji trafiqê li ser cezayan pere kom bikin. ez henek nakim rojekî polês ji hevalê min re gotibû ku em her roj serê merivî divê ewqas ceza bibirînin.
ez bixwe alîgirê tundbûna cezayê me lê ji ber ku li tirkiyê zîhniyet her gav meyldarî gendeliyê ye nikarim bêjim ox bû lê di dewleteke normal de divê berdelên suc û tawanan zêdetir bibe. çimkî însan ger li hemberî wî mûeyyîde tunebe zû bi zû nayê li rêya rast. em li amedê êdî ji destê ajokarên dolmîş û texsîyan el-eman bûne. ew hîç guh nadin pîvanên trafîqê tevî zêdebûna heqê cezayan jî hêj zora trafîqê dibin.



01.12.2019 14:11 ~14:11 | ferhenga şikestî

8. Cezayê ji dema min erebe kirî ve 2 caran li min hatine birîn in. Ji 2014ê heya naha 2 caran min ceza xwariye. Cezayê pêşiyê di sala 2014ê de ji vegera geşta behra reş li nêzîkê Sêwasê ji ber leza zêde min xwar. Cezayê 2yê jî di havîna sala 2015an de dema ji gera Stenbol vedigeriyam dîsa ji ber leza zêde min xwar. Piştî wan cezayan êdî ez leza zêde nakim. Tevî ewqas deq û dolab û xefkên polîsan jî ev e nêzîkî 5 sal e min ceza ne xwariye.



02.12.2019 00:33 ~00:35 | nan û av

9. ên ku ne pêximker in. yanê hema bêje tu kes ji tirsa cezayan haj qural Û qaideyên trafîkê namîne.
mirov dikare vê yekê ji taksiyan fêm bike. ev mirov nanê xwe ji vî karî qezenc dikin û heta êvarê di trafÎkê de ne. lê haj qural û qaydeyan namînin, demek têra xwe ceza naxwin.

û tiştek din heye. dewlet dibêje ez hema têra xwe ceza bibirim karê min bi tiştekî din re tune ye. ew qas ker hene di trafîkê de di rêya qelebalix de hezar caran şerîda xwe digûherînin, mirov ji tirsa wan hema xwe dide aliyekê. kî ji wan ceza dixwe ? tu kes. ne xema tu kesî ye wele.

wê rojê hevalekî min di ser rêya mahabadê a amedê ceza xweribû ji ber ku bi 82 km'yê çûye. sinor 77 e. yanê ev yek, şans e. hema rastê kê hat.



02.12.2019 00:52 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» cezayên bursasporê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî