1. piştî 4 rojan dîsa wê li me vegere. |
|
04.07.2013 14:53 |
simurg56
|
2. meha çileya havînê de, me bide zorê ye. |
|
05.07.2013 03:41 |
azadixwaz
|
3. Meha ku lı gor salnameya hicrî (goçî) îşev dest pê dikê ye..Lê Di derbarê destpêkirina wê de nîqaş hene.. Ji ber pêxember (s.a.w ) gotiye dema we hîlal dît dest bi rojiyê bikin.. Her çiqasî Li gor salnameya goçî îşev destpê dikê ye lê piraniya welatên ereban û kurdistana başûr wê roja yekşemê dest bi rojiyê bikin.. Ji ber ku heyv roja yekşemê dikevê şeklê hîlalê de... |
|
27.06.2014 21:50 |
nan û av
|
4. meha ku misilman tê de rojî digirin.. lê êdî hema bêje kes wekê berê rojî nagire, nizanim ne baweriya xelkê sist bûye ji ber wê, ne di kelegerma havînê de rojî girtin zehmet bûye ji ber wê.. |
|
29.06.2014 22:33 |
endazer
|
5. Bû 2 sal e ku ez rojî nagirim, a rast nikarim bigirim... amed gelek germ e, ji tîna mariv dimire jixwe eger tu rojî bî û bi tenê ji bo saetek jî derkevî derve, çû ji te de! |
|
29.06.2014 23:49 |
ferhenga şikestî
|
6. GAVA KU MİROV Lİ aMEDÊ NEBE ROJÎ jİ MİROV re XWEŞ TÊ HEYRAN. Lİ AMEDÊ MİROV TÎNA DİB'ECE. |
|
30.06.2014 00:40 |
serhednişîn
|
7. meha ku mirov ateîst be jî rehm dixe dilê mere.. * lê dîsa jî niha van rojên havîna germ girtina rojîyê pir zehmet e.. ez bim ezê di hundure 4-5 saeta de bixewurim.. * |
|
30.06.2014 13:36 |
rûbar payîz
|
8. gava ku mirov li ber qlîmayê heta 12 razayî be û piştî 12 an mirov dîsa li ber klîmayê pirtûkên kurdî bixwîne û bi ser de jî bitirşikîne!! bi xwedê rojî pirr xweş û hênik derbas dibe ** |
|
30.06.2014 14:48 |
mervan roni
|
9. (bnr: rojî) |
|
17.06.2015 22:27 |
shorbevan
|
10. Bixèr hat ser seran u çawan hat |
|
17.06.2015 22:58 |
ronahî
|
11. Di vê mehê de li amedê ji %75ên cihên xwarin/vexwarinê tên girtin. Ji Xêynî ofîs û deriyêçê hema hema tu der namînin ku meriv lê tiştinan bixwe. Û wexta meriv dikeve cihê xwarinê xelk bi çavekî tehdîtî li meeiv dinerin. |
|
17.06.2015 23:49 |
mergehez
|
12. Wisa dirêje wekî bend |
|
18.06.2015 01:00 |
hogir elegez
|
13. ji bo kafirên nav misilmanan, rojên herî dijwar. rojên ku herî bêtir minafiqî tê xûyanê |
|
18.06.2015 02:01 |
hola êzîda
|
14. heval elegez Remezan ne 30 roj e 29 roj e. hem ji bo tenduristiyê pir baş e hem jî ji bo mirov nefsa xwe terbiye bike û îrade ya xwe qawî bike fersendek mezin e. ji 365 rojan 29 roj ew qas zehf nîne hûn çima ew qas gazindan dikin |
|
19.06.2015 01:08 |
aynştayn
|
15. bi dimilkî aşma remezanî ya. |
|
19.06.2015 01:37 ~01:38 |
endazyar
|
16. Meha 2/3yê wê xilas buyî û ber bi dawîbunê ve diçe ye. Lê helbet zehmetiya her rojî bi yek û yek heye. Dîsa jî dema mirov bi tevahî dinêre, dibêje baş dibore. |
|
06.07.2015 19:45 |
azadixwaz
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |