Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
karapetê xaço - tirşik
karapetê xaço
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. karabêtê xaço an jî gerabêtê xaço



yek ji dengbêjên herî navdar e.

1902 de li batmanê hatiye dinyayê. bi eslê xwe ermenî ye. 2005ê 15ê kanûnê de, 103 saliya xwe de emrê xwedê kir.

navê wî yê rastîn garabet haçadruyan e. di bûyerên 1915ê de [(bnr: jenosîda ermeniyan)] malbata wî hatiye qatilkirin.

bi salan li gundan psrsekî kiriye ku debara xwe bike. piştî serhildana şêx seîd hatiye sûrgûnkirin li suriyê.

li wir ji ber ku tu kar û bar tune, dikeve lejona fransiyan. li wir 15 salan xizmetê dike.

piştî şer derbasî ermenîstanê dibe, li wir sala 1950 de radyoya erîvanê de beşa kurdî de dixebite.

tê gotin ku ji bilî kurdî tu zimanan de stran negotiye.



albûmên wî:



(bnr: eyşana elî)

(bnr: zembîlfiroş)

(bnr: genc xelîl)

(bnr: xumxumê)

(bnr: hesenîko)

(bnr: lê dihole)

(bnr: bişêriyo)

(bnr: lê lê edûlê)

(bnr: xezal)

(bnr: filîtê qutu)

(bnr: silêmanê mistî)

(bnr: de xalo)

(bnr: mîrzikê zaza)

(bnr: lawikê metînî)

(bnr: evdalê zeynê)

(bnr: hey babikê)

(bnr: nûrê)

(bnr: ay lo mîro)

(bnr: mîro wayê)

(bnr: derwêşê evdî)

(bnr: yane yane)

(bnr: lo dilo)

(bnr: diyarbekir)

(bnr: lê canê)

(bnr: saliho û nûrê)



04.07.2013 21:16 | simurg56

2. ji bo kurdan şermeke mezin e ku ew hunermendê mezin li nav tunebûnê de mir...



16.01.2014 10:48 | resençiyayî

3. Pirtûka salih kevirbirî ya bi navê "Sedsala Qêrînekê: Karapetê Xaço" heye. Ev pirtûk piştî çapê bi mehekê hate desteserkirin û qedexekirin.



Fîlmê Mehmet Aktaş ê bi navê Dengekî "zemanê berê: Karapêtê Xaço" heye.



10.04.2014 00:23 | bijîmillah

4. Şivanê axa,lejyonerê frensa,dengbêjê radyoya yerevanê werhasil jiyaneke kûr û bi jan buhurandiye....



10.04.2014 00:31 | birho_fîlo

5. dengbêjê dîwana eşÎra reşkotiyan. ji ber ku tevlî artêşa fransayê bûye ti kes nikare înkar bike ku xwîna kurdan rijandiye ji loma li ber çavên min reş e.



10.04.2014 01:04 | oxir

6. kewekê xweşdixwîne ye li kurdistanê.



27.08.2014 19:04 | xendekî

7. "were axao, neçe romê

rom xayîn e

bextê romê tinîne

…"

(bnr: ay lo mîro)



27.08.2014 19:10 | xendekî

8. Cihe wî bihuşt be, zef xweş dibeje. Min teze strana wî evdale zeynîke û lawike metîne guhdarî kir.



18.12.2014 09:09 | mala te ava

9. îro di rûdawê de nivîseka salih kevirbirî sebaret bi seh saliya xwatirxwestina karapetê xaço ji vê dinyaya gewrik derçûye.. ka bixwînin..



''Sal 1925 e. Ev du sal in Komara Tirkiyê hatiye damezrandin û gellek herêmên komarê tûşî alozî û qeyranê bûne. Serhildana Sêx Seîd a ku heta berî bi demekê li piraniya bajarên kurdan belav bibû, bi xwînrijiyeke dijwar tê hilweşandin û tepisandin. Piştî vê şikestinê, rêberê serhildanê Şêx Seîd û rêhevalên wî, li meydaneke mezin a ‘Diyarbekira Birîndar’ li ber çavên mirovan hatin bidarvekirin.



Ev têkçûn û encama xembar, wekî gellek niştecihên herêmê, li ser Dengbêjê Malbata ‘Filîtê Quto’jî bandoreke mezin dike. Navê wî dengbêjî Karapetê Xaço ye. Şikestina Tevgera Kurdî li ser Karapêt dibe sedema têkçûneke mezin a psîkolojîk. Hosteyê ermenî yê deng û awaza kurdî, bi mehan ligel Hesenê Filîtê Quto û mirovên giregir, merheleyên serhildanê bi dûredirêjî şopandiye û bûye mêvan- û guhdarî şirove û tehlîlên şer û serhildanê.



Heyamekî piştî Serhildana Şêx Seîd, li dorhêleke wisa ye ku hêzên leşkerî yên Roma Reş ‘îmanê li kurdan diçikînin.’ Karapêt nema dikare li wan diyaran bimîne. Çar sal piştî serhildanê (1929), şevekê, bi awayeke veşarî ji sînorê Tirkiye-Sûriyê derbasî Qamişloyê dibe. Bi vê gavê re, pêvajoya Karapêt ligel kurdên Sûriyê jî destpê dike.



Frensaya ku ji hêzên hevgirtî yên Şerê Cîhanê yê Yekem e, li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê ye. Wexta ku Karapetê Xaço li kolanên Qamişloyê digere, ji belavok û danezanan pê dihese ku Artêşa Frensayê qeyda leşkeran dike. Dengbêjê me jî dibêje ‘jixwe ez bi kêrî tiştekî nayêm’ û wekî lejiyoner beşdarî artêşa Frensayê dibe.



Karapêtê Xaço bi qasî 15 salan di artêşa Frensî de bi peretî leşkeriyê dike. Bedewtirîn cilan di wan deman de li xwe dike û baştirîn xwarin û vexwarinan di heman demê de dixwe û vedixwe. Hosteyê Kilamên Mêrxasiyê, di vê merhelê de dibe xwediyê giraniyeke mezin û kêm jî be, fêrî hinek gotin û qisedanên frensî dibe.



Roj tê, wekî hêzên hevgirtî yên din, peywira Artêşa Frensiyan jî li herêmê bi dawî dibe, biryar derdikeve ku artêş ji ser Lubnanê vegere Frensayê. Karapêt, li wan salan li Sûriyê, ne tenê bi şexsiyetên giregir ên kurd û dengbêjên herêmê, herwiha di nav Artêşa Frensî de jî bi gellek dost û hogiran re têkiliyan datîne. Di şevên havînê de, ji bo leşkerên kurd ên di nav artêşê de û ji bo fermandarên wan ên Frensî kilaman dibêje. Frensiyên ku ji Karapêt pir hez kirine, jê re dibêjin heke bê Frensayê, dê jiyaneke baş ji bo wî dabîn bikin û dixwazin ligel wan biçe Frensayê. Lê Karapêt vê daxwaza wan qebûl nake.



Di vê demê de, rêveberiya Yekîtiya Sovyeta Sosyalîst biryarekê derdixe ku Ermeniyên diyasporayê vegerin welatê xwe. Li ser vê yekê, dawiya sala 1946ê, Karapêt ligel kurê xwe yê biçûk Sêrop û jina xwe Yevayê diçe Yerevana paytexta Ermenistanê. Her çiqas ermenî bin jî, malbata wî peyveke bi ermenkî jî nizane. Ev yek jî, pêşî dibe sedema tengasiyên mezin. Ji ber ku zimanê xwe nizanin, ji aliyê cîranên xwe ve biyanî tên dîtin û nikarin têkiliyeke baş deynin. Sedema nezanîna wan a ermenkî, dike ku gundiyên ermenî yên li gundê Solxoza Çaran jî henekê xwe bi wan bikin. Ev nexweşî û tengasiya wan heta ku têkilî bi kurdên misilman û êzîdî re datînin, berdewam dibe. Paşê hêdî hêdî Karapetê Xaço li wî aliyê çemê Erezê jî dibe ‘gula li ber dilê wan’ û heta xatirê xwe ji me dixwaze jî wisa dimîne.''



http://rudaw.net/kurmanci/opinion/16012015




10. Ji bo kilama wî lawikê metînî vîdyoyeke nû hatiye çêkirin, gokçe gurcay bi baterî'yê tevlî kilamê bûye, şêwazeke nû daye kilamê:







02.02.2015 16:00 | xendekî

11. mirovê ku ji biçûkatîya xwe-ewilda- heya temene xwe yê dawîn jî xizmeta wêjeya û dîroka û kelepûra kurda kirîye;lêbelê em jê re nebûn malxwe,xwedî...





11.02.2015 00:31 | pîlerka pîr

12. kengê ji dengê wî lawikê metinî guhdarî bikim dilê min têşe.



11.02.2018 20:44 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» karapetê xaço gotinê dêra sor
» xaçort

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî