Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
cilûbergên kurmancên xorasanê - tirşik
cilûbergên kurmancên xorasanê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. cilûbergên wekê keskesorê rengo rengo ne.. wekê xwezaya rengîn ya kurdistanê..



09.03.2014 01:04 | endazer

2. Xweza di cil û bergên Kurdên Bakurê Xorasanê de



Li Bakurê Xorasanê cil û berg ku wek 'Çek' tên naskirin, gelek balkêş û rengîn in. Yek ji wan taybetmendiyan reng û sembolê wan in ku heta niha lêkolîn li ser gelek nehatine kirin. Piraniya rengên ku li Xarosanê tên bikaranîn rengên vekirî ne û bi xweza û jiyana Kurdan wê deverê ve girêdayî ne.



Li nav jinên Kurmanc rengên sor, kesk, zer û spî 4 rengên ku herî zêde cil û berg ji wan tên çêkirin. Herwiha li nav mêr û zilaman jî rengên sor û spî zêdetir tên bikaranîn. Hejayî gotinê ye ev rengên han di nav Kurdên Êzdî de jî gelek gerîng û hez ji wan tê kirin.



Jinên Kurd ên Xorasanê bi karên hunandin, şehkirin û boyaxkirinê cil û bergên xwe bi destan çêdikin. Cil û bergên li nav wan ji 5 şêwazan pêk tên:



Şîlwar an Şelîte: Ew dameneke ku cinsê wê ji Mexmele (nerm) û reng jî zêdetir sor û zer û narencî ye. Ji bo dirûna vê damenê nîzêka 10-12 mêtre qumaş pêwist e. Ji bo xemilandin û xweşikkirinê gelek qermîçonk jêre divên û ji vêna re dibêjin çîndar dema şelîte tê qermiçandin. Dirêjahiya Şilwar ne zêde ye û heta jêr çokê tê. Herwiha Şilwarê Kurmancî, li ser delingê bi destan nexş tên çêkirin û jêre dibên moxel.



Kiras: Xwediyê bestikeke berfireh e. Kiras bi heman rengî tê çêkirin û qûmaşê wê zêdetir guldar e. Ne zêde dirêj e û dirêjahiya kiras heta jêr zik tê. Li dora kiras û hucik bi neqşên ku bi dest tên çêkirin tên xemilandin.



Kinc an Cêlîqe: Li ser kiras tê li xwe kirin. Rengê cêlîqe zêdetir sor e û cinsê wê ji Mexmel û Têrme (navê hinek qumaşan) ye. Herwiha, cêlîqe bi gelek pulên simî tê xemilandin. Taybetiyeke cêlîqe ew e ku, bi pulên xwe yên lêkirî dengekî rîtmîk derdixe û pulên ser wan zêdetir ji sîmin in û pê ve tên dirûtin.



Roserî: Li Bakurê Xorasanê ji roserî re dibêjin ‘Kevn’ wate kefî. Kevn qumaşekî sipî ye û ji cinsê Herîr tê dirûtin, herwiha jêre dibêjin Herîrê Pertawûsî. Ji ber li ser kevnê pirtikên Tawûs hene. Ji bo pêkanîna kevn yek metre û nîv qumaş pêwist e. Kurdên Xorasan bi ser kevnê da roseriyeke din jî li ser eniya xwe girê diden û jêre tê goin Destmala Heftreng.



Sul: Sul-sol-pêlav li nav Kurmancên wê navçeyê wek Çarox tê naskirin û ji çerm an ji têmanc (cermê ajel) e. Rengê çaroxê qehweyî ye û dora wan bi nexê Hevrîşimê tê dirûtin. Çarox navê solekê ye ku heta çend sal berê li nav Kurmancên Bakurê Kurdistanê jî hebû û wiha dîyar e ku Kurmancan ew sol û awayê dirûstkirina wê ji Kurdistanê bi xwe re birine Xorasanê.



Hêhayê gotinê ye jinên Kurd ên Xorasanê gelekî ji pul û cewheran hez dikin. Wan cewherên ji zêr û sîm û eqîq li ser guh, sing, enî û destên xwe dideynin, an jî bi cil û bergên xwe ve didirûn û wan di xemilinîn.



09.03.2014 01:08 | shirin kurmanj

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» cilûbergên kurmancên xorasanê
» kurmancên mereşê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî