Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


3 mijar û 3 peyam
xwîna spî - tirşik
xwîna spî
(0) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. peyva ku min dûh bişev li civatekê ji jineke botî bihîst. ti kesî jê fêm nekir lê paşê me fêm kir behsa tiştê ku tirk jê re dibêjin "îlîk" dike.

her wiha (bnr: xwîna reş)



2014.03.09-08:08 | oxir

2. gotina ku ji bo lokosît yanê white blood cell tê bikaranîn. bi tirkî jî jê re dibêjin "beyaz kan" ..



2015.12.22-18:33 | brusk56

3. Xwîna ku zêdebûna wê nîşaneya enfeksiyonê ye.



2016.09.15-02:14 | biaqila malê

4. gotinek xelet e. di nav gelê tirk de ji bo hilberînek ji xwînê taze donmuş plazma (fresh frozen plasma) dibêjin xwîna spî.

tu eleqeya wê bi spîbûnê ve tune, rasterast zer e lê wisa dibêjin.

ev cûre hilberîna ji xwînê, ji xwîna tam tê bidestxistin. taybetiya wê ew e ku tê de erîtrosît tune lê tije faktorên hişkbûna xwînê (koagûlasyon û fîbrînolîz), proteîn û endamên sîstema kompleman dihewîne. di hinek rewşan de ji bo nexwe, tenê ev naveroka xwînê lazim e, di van rewşan de tê bikaranîn. weke mînak ji bo pêşîlêgirtinê xwînîbûnê an jî zêdekirina pestoya onkotîk ya xwînê.



tu eleqeya wê û lokosîtê tune. lokosît navê hucreyên spî yên di xwînê de ne. piranî nîşaneya reaksîyona li dijî enfeksiyonê ye.



yanî em dikarin bibêjin ku dema di laşê mirov de enfeksiyon hebe tişta ku zêde dibe ne xwîna spî ye; hucreyên spî yên di xwînê de ne.



2016.09.15-18:56 ~18:57]| simurg56

dengdanên dawîn (Yên Din..)
zimanzan [1]
komplekseke kurdan e..
çend merhaleyên kurdînûsiyê hene, zimann...
peyvên ku ji tirkî ketine kurdî [2]
qêmîşkirin,minak,ez qêmişê te nakim(kıyamamak),herem serhed....
sterlîn [1]
Sterling an jî Pound. nîşaneya wî £, koda wî jî GBP ye. diravê Qraliye...
social phobia [3]
nexweşiya ku dema çareser nebe jiyana mirov rûdixîne. nexweşiyeke derû...
jan dost [1]
nivîskarekî gelek serkeftî ye. Lê nizanim çima pirtûkên wî nayên çapki...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwîna spî
» spîker

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî