Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
beghyanî shadî sharîn - tirşik
beghyanî shadî sharîn
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Beyhan şadÎ şîrîn , kurdekÎ bakurê kurdistanê ye -ne şaş bim ji erzinganê ye-.lêkolÎn Û nivîsên wÎ di malpera serhed.com, amidakurd.net'ê de hatiye weşandin.

Li zaningeha Zurich'ê li ser zimanê medî mastera xwe kiriye û etimolojiya wî ya kurdî xwirt e.Ya ku wÎ balkêş dike wekÎ em ji navê wî jî dibînin rastnivîs Û rêzimaneke cida bikartîne. tîpa "j" yê wekî "z", "ç" yê wekî "ć" , "ş"yê wekÎ "ś", "û" yê wekî "u" daçekên "re,de,xwe"yê wekÎ "ra,da,xwa" dinivîse. . Kurdek hirr e ku dema gotinên tirkÎ, farisÎ, erebÎ dibihîse qadir e xwîna we fir bike. ji bo ku hûn çêtir fêm bikin navnîşana malpera wî ev e:

beghyanisharin.blogspot.com



09.03.2014 10:28 | cekdar

2. Ew ji min xeyidiye lê ez pir ji vî cancanokî hez dikim. Hêjayekî bi masûlkeyên werimî bisiklêta kurdî diajo ye. Bi hêviya ku rojekê qemyona kurdî biajo... Trên jî dibe *



11.04.2014 04:48 | hemdilaarda

3. yekî serhişk e, ev serhişkî di cihnan de xweş û baş e lê di cihnan de jî êdî mirov nema dikare sebr bike û xwe lê ragire.. berê li ser facebookê em hevalên hev bûn û di koma zimanê kurdî de li ser mijarên zimên me berx û beran, dÎk û mirîşkên xwe li hev didan lê paşê bi egera ku ez di profîla xwe de zimaninên derî kurdî jî bi kar tînim ez ji hevaliya xwe kirim der, li gorî prensîbên xwe ji erdê heta heta ezmên mafdar bû, çimkî berê dema min daxwaza hevaltiyê jê re rêkiribû hingî ev yek ji min re gotibû û li ber min êxistibû..

lê di du xalan de meseleyê ji tamê derdixe, yek jê meseleya alfabêtê û ya dî jî etîmolojiya peyvên kurdî ye.. camêr dibêje tîpên wekê ş, ç, j û û nizanim çi û ne çi ji ber ku di alfabêta dagirkerên kurdistanê de heye ez bi kar nayînim, di berdêl û bergindê va tîpan de tîpên ''tîpsiz'' ku hê jî nizanim bi kÛ dera klavyeyê tên nivîsandin, bi kar tîne, û ya didoyê jî di warê etîmolojiyê de belkî bi reflkesên xwe yên welatparêziyê dixwaze kok û rayeka her peyv û gotineka di nav kurdî de bi kurdiya kevn ve girê bide, ji ber vê helwesta xwe piştî çend nîqaşên tehl û nespehî ji koma zimanê kurdî bar kir, ez ne xelet bim kum û kufletê xwe bir çû kom û komeleyeke din ava kir, kon û xÎvetê li wir danî..

min çend caran xwest û hewl da ku gotarên wî bixwînim lê mîratê ji ber ewan herfên wî yên ecêb min nekarî ez bixwÎnim.. yanî em bêjin temam ç û ş di alfabêtên tirkî û farisî de jî hene ji ber hindê jê aciz e û naxwaze bi kar bîne lê ji bo xwudê çi gunehê jyê heye, min gelek tirk dîtine ji ber zêdebûna herfa jyê dilê xwe bijandine nivîsa kurdî.. vêca li ser vî halî de em rabin jyê ji nav alfabêta xwe kêm bikin.. kenê gura bi me neyê? gunehê sa bi me nayê? ka bêjin ji bo xwudê?

dawiya dawin dixwazim jê re bêjim weeeeyyy waweylê beyhan, kezeba min dike derkeve ji qehran.. *



11.04.2014 12:00 | endazer

4. morîkên diya xwe yên qetiyayî dide hev û mera bavê xwe ya şikestî dicebirîne.

serhişkiya wî ji bo aqûbeta kurdî ji ferza û ayetî ye.

deq û neqê mêra ye.

qeşengtirîn herfên kurdî diemilîne.

sewta wî her û her germ be û deqa wî her li dar be.



11.04.2014 16:32 | aryâspa

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» beghyanî shadî sharîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî