1. nav kurdiye weşan tirkiye |
|
05.07.2013 01:59 |
xewn
|
2. kes kurdi naxife u nanivise hemi tirkiye di xizmeta tirka da ye |
|
05.07.2013 02:01 |
xewn
|
3. di wirde hezaran kurd li hemberî gelê xwe alîkariya zaliman û zulimkaran dikin |
|
05.07.2013 02:10 |
xewn
|
4. wek kehwa remé güri ye |
|
05.07.2013 02:16 |
xewn
|
5. Dibêjin Kurmê darê ne ji darê be zewala darê nîne Îcar ev jî mesela me Kurda ye |
|
05.07.2013 02:19 |
xewn
|
7. ka di flatcasté de bigere té sosreta bi çavé xwe bibini |
|
06.07.2013 01:57 |
xewn
|
8. nizam çi ye! ne eşkereye ka çi radyo ye, tenê zanim navgîneke veguheztinê ji bo nuçe, buyer, muzikê ye. ji bo qenalên fmê jî sernavên wan de tê bikaranîn lê bi tena serê xwe tu qenalan nîşan nade. |
|
06.07.2013 10:27 |
azadixwaz
|
9. halet û haceta elektronîk ya ku modûlasyona dengî ya di pêlên elektromanyetîk yên radyoyê de pêşiyê elektronîze dike û paşê vediguhêzîne û dike deng.. radyo ji bo sitandin û bihîstina teyfên elektromanyetîk yên di mesafeyên diyarkirî de hatiye danan.. li gorî faktorên bijêrkarî û hestiyariyê mirov dikare qalîteya radyoyan binirxîne.. |
|
06.07.2013 12:10 |
endazer
|
10. hazir mijar vebûye dixwazim bîranîneka xwe ku tê de (bnr: radyon) jî heye -ku berê bav û bapîrên min navê radyoyê wek radyon bilêv dikirin- binivîsim.. şevekî li gund hê ez 3 salî tê heme yan tê nîn im komek gerîla li malê pal dane û diya min jî li aşxanê ji bo mêvanan şîvê amade dike.. axirê şîv çêbû û sifre li ber mêvanan hat rayêxistin.. heçiyê li gundan mayî zane halûwextê malekî çi qas xweş be jî heta ne ku mêvanek bê malê zûbizû goşt an xwarinên xweş çênabin di malê de.. axirê bavê min û birayên min ê mezin ê gerîlla rûniştin ser sifrê piştî çend deqeyekî min hew nêrî ku binê sêniya ku goştê biraştî tê de ye dixweye.. min fêm kir ku wê gşt ji min re nehêlin ez rabûm min giriyek welê kir heçiyê nizanibûya wê bigota qey -Xwudêneke- bavê min emrê xwudê kiriye.. axirê ji nav gerîlayan gerîlayekî pirsî û go: te xêr e heval, çima digirî? min jî jê re got: we hemû goşt xwar, tiştek ji me re nema.. piştî van gotinên min dilê camêr bi min şewitî an gunehê xwe bi min anî û ez gazî sifrê kirim û li cem xwe dam rûniştandin min dît ku çend ji bilî çend hestiyên ku pê ve goşt nîne bi navê goşt tu tişt nemaye min dîsa kûr kir girî.. dîsa heman gerîlayî ji min pirsî û go: te xêr e dîsa heval? vê carê ji bo çi digirî? min jî got: dilê min naçe savarê ez girarê dixwazim.. dîsa li min vegera û got: heval savar xwarina me kurdan û girar jî xwarina dijminê me tirkan e.. ji ber hindê nabe ku em devê xwe li girara tirkan bidim.. axirê piştî ku hinekî bi ber dilê min re çû û hat min çnd kevçî li savara ziwa dan û zikê xwe yê birçî pê aş kir.. piştî ku seremoniya şîvê temam bû û bi ser de jî fesla çay û fêkiyan jî qediya.. gerîlayan da xwe ku rabin.. gerîlayê ku bi min re şitexilî di ber derî re hê derneketî ji çentê xwe yê piştê radyoneke sor deranî û da min.. |
|
06.07.2013 12:37 |
endazer
|
12. navê sepaneke androîdê ye. Here lînkê min îro keşf kir û gelek jê hez kir. |
|
22.01.2017 16:23 ~16:27 |
simurg56
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |