1. xwediyê dengeki bêhempa ye. ji kurdên elegez'ê YE. DENGÊ Wêyê hênik li rûYê wê RûNiştiye. |
|
09.03.2014 16:39 |
fuad hemedxan
|
2. Leyla Îşxan eslê xwe ji malbatek kurd/êzidî tê û eslê vê malbatê jî digihê Bazid'a navçeya Agiriyê...malbata wê piştî buyerên 1912'an tevî refên reayên osmaniyan koçî rusyayê dikin û li herêma elegezê a ermenîstanê bicih dibin...herêma elegezê dikeve li pişt çiyayê agiriyê,ji %95 gelheya vê herêmê kurd e û navenda beşa dengê elegezê a radyoya erîvanê ye...leyla îşxan li vê herêmê cavê xwe li dinyayê vedikê... malbata wê niha li gurcîstan û moskow'ê jîyana xwe didomînin... |
|
02.05.2014 14:52 |
bijîmillah
|
3. stranen ku heri paşÎ gotiye "Were domam" Û "yar meleke"ye. ez buxwujÎ gelek hezdikim dengewÎ. hevÎdarim jivie şunva we zedetir stran bine dev. |
|
02.05.2014 15:49 |
serxwes
|
4. xwediyê dengekî zingilî ye û strana wey malîno kes weke wê xweş negotiye.. ev jî gotinên wê stranê ne. |
|
02.06.2014 01:44 |
gêjê
|
5. xuşka wê nazê îşxan di koma trio marayê de li piyanoyê dixe, -ji bo enstrûmaneke wekê piyanoyê narîn û naîf evê lêkera lêxistinê dilê min êşand- demekî li ser facebookê mn jê pirsa leyla îşxanê kir, ji min re go piştî zewicî dev ji mûzîkê berda lê niha amadekariya albûmekî dike.. û dîsa hingî di rûpela wê de vîdeoyek hebû, d vîdeoyê de leyla îşxan li cihekÎ derketibû ser sehnê û kilama xozandaxê digot, niha dikim û nakim ew vîdeo bi dest min nakeve.. |
|
11.01.2015 06:50 |
onitnadna.ii-959d,rojamaniatanosonaip
|
6. denegekî zelal sewteke nerm. Xweş stranbêj e. |
|
11.02.2015 15:02 |
diclefirat
|
7. Xwediya kenê herî delal û dengê herî bedew e. Jî nav û dengê xwe bedewtir e leyla îşxan. |
|
16.03.2017 02:54 |
hêvî
|
8. stranbêjek e ku bi bişirîna xwe stranên dilbiêş dibêje. |
|
04.03.2019 18:46 |
hesinkar
|
9. Dengbêja xwedî dengek zîz û bihûştî û zelal a ku hertim li mezopotamya tvyê derdiket di zaroktiya min de. Niha nizanim çi dike. |
|
05.08.2019 18:52 ~18:53 |
xelîl
|
10. (bnr: leyla işxan li kû ye?) |
|
29.08.2019 10:49 |
bûtîmar
|
11. îro di tirşikê du heb gotin li ser leyla îşxan vekirine. yek ji wan (bnr: leyla îşxan). yê din jî (bnr: leyla îşxan li ku ye?) |
|
29.08.2019 23:38 ~23:40 |
apê mihyedîn
|
12. Ji bo apê mihyedîn * |
|
30.08.2019 10:21 ~10:21 |
xelîl
|
13. Bi Ev hevpeyvînê êdî em wê baş nas dikin. Amadehîya albumekê dike. |
|
28.06.2021 22:23 ~22:36 |
kajav
|
14. Muzîkjena ku ewqasî şêrîn e ku bê stran jî dikare mirov kena wê temaşe bike. |
|
28.06.2021 23:33 ~23:34 |
hesinkar
|
15. Leyla Îşxan Aslannova-Ankosî keça rojnamevan û rojhilatnasê kurd Îşxanê Aslan Ankosî ye. Li Ermenîstanê hatiye dinê, li Rûsyayê doktorî xwendiye û li Almanyayê doktorî kiriye. |
|
11.01.2024 22:07 |
horhorik
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |