Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nûbihar akademî - tirşik
nûbihar akademî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ”Kovara Nûbihar Akademî kovareke bi hekem, akademîk û navneteweyî ye ku dê weşana gotarên kêrhatî yên di qada kurdolojiyê de bike. Kovara Nûbihar Akademî, bi rêbazeke akademîk dê cih bide her cure nivîsên zanistî û bi nêrîneke multidisiplinerî dê nivîsên li ser zanistên ziman, edebiyat, çand, huner, aborî, civakî, olî û hwd. di nava xwe de bi hewîne. Di kovarê de dê nivisên mîna gotar, werger, tîpguhêzî, danasîna sempozyum, pirtûk û tezan biweşin. Gotarên ku ji bo weşandinê bên şandin dê bi sîstema “hekemtiya kor” ku dê ji hêla hekemên pispor ên ku navên wan dê bên veşartin ve bên nirxandin. Kovara Nûbihar Akademî dê di demsalên bihar û payîzê de salê du caran bê weşandin. Zimanê weşanê kurdî (bi hemû zaravayên xwe ve) û îngilizî ye.



09.03.2014 23:34 | diljan

2. http://nubiharakademi.com/



09.03.2014 23:34 | diljan

3. xebat û projeyeke xweş dixweye, lê xwezî zimanê kovarê bi temamî kurdî bûya.. heta ku kurdistan bi temamî azad nebe, li gorî min hemû xebatên duzimanî yên bi destê sazî û komelgehên kurdî xwelîserî ye, tab û cehd û xebateke beredayî û belesebeb e..



09.03.2014 23:47 | endazer

4. ev xebat tiştekî divê bê SPASÎKIRIN. LÊ JI BO KOVAREKÎ AKADEMÎK, HELE DI WARÊ KURDOLOJIYÊ DE QAYDEYA "Gotar bi nîşe û referansên xwe ve divê ji 30 rûpelî derbas nebe" LI BA MIN nebûye. MÎNAK ezê gotarekî qala devoka amedê binivîsînim. 30 rûpel ewê çawa TÊRA XWE him pênas û daxÛYANÎ HIM JÎ şema û tablo Û MÎNAK Û ÇAVKANIYAN BIHEWÎNE? DIBE KU EV QAYDE JI BO KONTROLA hilberanên qada kurdolojî hatiye xistin. xwedê bidomîne.



10.03.2014 00:15 | biruya hayao miyazaki

5. hejmara yekem derket.Ji şeş gotaran pêk te. du bi îngîlîzî, du bi zazakî,yek bi soranî û gotarek jî bi kurmancî ye. bi xer be ser xerê be. ji bo puxteyên (abstract) gotara http://nubiharakademi.com/category/volume-1-issue-1/



14.04.2014 00:56 | diljan

6. Kovara ku hejmara wê ya yekem îro kete destê min. Kete destê min lê gundiyekî fena min ê ku ne bi îngilîzî zane ne bi zazakî û ne jî bi soranî... Jixwe tev û tev şeş gotar weşiyane, ew jî yeka tenê bi kurmancî ye. Yanî ez ê têra dilê xwe wê gotarê bixwînim.



12.05.2014 22:53 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nûbihara piçûkan
» akademî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi kovarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî