Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 83 peyam
arjen arî - tirşik
arjen arî
(20) (0) (1)
di mijarê de bigere

55. îro rojbûna nemir e.



ji bo hem hevpeyvîna omer faruq baran a bi xwuha arjen arî nejla akay re parve bikim:

Here lînkê



hem jî desteyek helbestên wî bi we re parve bikim:

Here lînkê



01.04.2016 12:30 | xendekî

56. Îro rojbûyîna mîrê helbesta kurdî a modern e. Li gor ku dizanim kesî ti çalakî ji bo wî lidarnexist. Ev jî qedirnezaniya me ye. Hema herin çend helbestên wî bixwînin. Wê dilê we li helbestê rehet bibe.

Çawa digo arjenê nemir :



Kol î Poşman

bi parsê ketibim li kolana te evdal

li devderiyê te qereçî

têr bike vî dilê birçî

keçê, ka maçekê!



tê bidî ji gerdenê bide.

ji keviya hinarkê

ji kaniya lêvê

te bivê dibim mêvan

te bivê şevê dikim deman

te nevê, vedigerim ji devê derî dest-vala

û

kol î poşman !









01.04.2016 18:36 | hêvî

57. ji ber salvegera mirina nemir arjen arî dara porxelek bi heval û hogirê wî: firat cewerî, rêdûr dîjle, mihemed ronahî, kawa nemir, omer faruq baran re axiviye, wan jî li ser bîranînên xwe yên bi arjen arî re tiştinin gotine, ji vir tê xwandin:
basnews, Ev pênc sal in helbest sêwî ne… Here lînkê



08.11.2017 12:52 ~12:52 | xendekî

58. (bnr: xame sihurî kaxiz şiyar ma)



01.05.2018 11:09 | bûtîmar

59. helbestvanê ku ciwantiya min a pêşîn tîne bîra min. carna pir bêriya helbestên wî û hestên xwe yên wan salan dikim.

"ji êvar de dayê! xezala m'mekeve rê,
ha riya Dêrsimê ha ya Kerbelayê!"



09.08.2020 22:25 | roza

60. Îro salvegera mirina Helbestvan ê hejar Arjen Arî ye.
Bi rêzdarî...

Kê negot, ax! û neçû?
Kî nebû ax... û neçû?
Felek qajikê bicû
Arjen jî dilbidax neçû?



30.10.2020 17:05 | yûsiv

61. Bi rêzdarî bibîr tînin.

kê bibêjim, kê ji bîr bikim:
her nav çiyayekî asê
her nav dastaneke dêrîn
her nav dîrokeke wextbirr...
min navek li kurê xwe kir:
rizo
kalo
berzencî...
min navek li kurê xwe kir:
qadî
simko
barzanî...
min navek li kurê xwe kir:
mazlum
gabar
munzir...
min navek li kurê xwe kir:
yek mir, sedî tol hilanî!

şêrgele hebûn; koçek koçgirî
şêrgele hebûn li hembêza agrî
şêrgele hebûn bi nav ihsan nûrî
şîmal bi şîmal barzan bi xwe bûn!



30.10.2020 18:09 | xelîl

62. Dilê zarokan miriyan jî dikujin divê şerî de



01.07.2021 10:54 | bîyan

63. Dem payîze, xem payîze.



18.04.2023 17:06 | ardlarzî

64. Arjen Arî... zû çû... Arjen helbestek xemgîn e çûyîneke mîna kêrê diçike di sînga mirovan de.



13.03.2024 19:31 | derdxane

65. Ma helbest cîhê helbestvana digirin gelo...



31 roj berê 12:50 | derdxane

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» arjen arî
» arîkarîxwaziya norwêçiyan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî