30517. yên ku divê bi sêrî de jinên xwe hînî kurdî bikin in. ji ber ku, mixabin, keçên me di nav xwe de bi kurdî kêm diaxifin. |
|
08.06.2013 00:32 |
simurg56
|
61947. gava ez bizewicim û zarokên min biwelidin, heta sê saliya wan re ez destûr bidim ku bi girin û bi qijîn dikarin ji diya xwe nan bixwazin lê, ger piştî sê salî ji diya xwe re bi kurdî, ''dayê ez birçî me, nan bide min.'' nebêjin, bi sê telaq ez zarokên xwe birçî bihêlim! |
|
26.10.2013 15:08 |
tariq
|
88868. Mijareke zehv girîng e. Çaxa niha dinhêrî, destê zara sê salî da jî telefon heye. Jiyana me û teknolojî tevêhev buye û wisa diçe. |
|
26.10.2013 23:54 |
endazer
|
88870. Welhasil çi be bila bibe, ew kesên ku dixazin zarokê xwe bi kurdî mezin bikin ji wana yek jî ez im. Hema lê gere pêşîyê keçeke kurd e gorî xwe bibînim * |
|
26.10.2013 23:54 |
endazer
|
97309. heger kurdiya we nebaş e, ev dibe tiştekî xeyal. ji kekê xwe dizanim. êşekê gelek mezin e. ha bi xwe ez naxwazim zarokan bînim vê dinyayê ya qirêj, bira heterokurdan bifikirin. * |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
112482. heta çardeh mehê berê jî ez bûm aniha kurekî min î 14 mehî heye û ji roja ku hatye dinyê tu peyveke bi tirkî bi şaşî be jî min jê re bi lev nekiriye. Lê bi xwudê gelek zehmet e lê ya ku zehmet e ne ziman û kurik bixwe ye lê bes qanîkirina rastiya ''ev zarok tirkî fêm nake loma ji kerema xwe bi tirkî jê hez nekin, banga wî nekin'' gelek zehmet e. law her kî dibîne hama dişê bi tirkî jê hez bike lê ez nahêlim. hindek jê dibêjin dev ji kurdî berde siberoj wê di dibistanê de zehmetiyê bikşîne falan û bêvan. çend meh berê jî merivekî min î devbelaş got tu çima bi tirkî pê re naştexilî? mi got kurd e loma. got ma sibê dê ew zehmetiyê bikêşe. mi got tu çend salan zankoyê xwendiye? te li ser perwerdekirin û mezinkirin û terbiyeya zarokan çend sal lîsans xwendine? çend gotar, maqale û kitêb xitim kirine? tu bi çi wesfî dikarî aqilî bidî min? |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|