Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 62 peyam
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin - tirşik
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:ê ku dixwazin zarokê xwe bi kurdî mezin kin
(28) (13) (4)
di mijarê de bigere

1. bÊ guman bakurÊ kurdÎstanÊ bin. Ê pir zorÎ bibÎnin.



10.03.2014 11:37 | hun çawane heval:)))))))

2. ez im.

lê divê mirov serî de, jiyana xwe bike kurdî. di rewşa kurdistana bakûr de ev yek zehmet e lê pêkan e.

temam em mecbûr in biçin dibistanên ku bi tirkî perwerdehiyê didin û zarokên xwe bişînin wan, lê ji bilî wê her tişt di destê me de ye. ger mirov bixwaze dikare li gor kêyfa xwe, zarokê xwe tam weke kurdekî mezin bike.

ji xwe heta 6 salî zarok li mal e. tu bi kîjan zimanî bixwazî dikarî biaxivî. dema herî giring jî ji xwe ev sal in.

paşê piştî çû dibistanê wê elbet tirkî jî hîn bibe û bi tirkî jî biaxive lê axaftina 2 zimanan ne ew qas zor e. tenê divê mirov di malê de bi kurdî bijî. paşê qenalên bi kurdî temaşe bike, kartonên pepûle tv li zarokên xwe bide guhdarî kirin. piştî we kurdiya xwe bi awayekî spehî derbasê zarokên xwe kir, dema mezin bibe wê di internetê de çi bixwaze bikare bibîne û çi qas bixwaze wê zimanê xwe ew qas hîn bibe.

wê ihtîmalek mezin bê û bibe endamê tirşikê ji xwe re peyaman binivîse, çeppikan bistîne felan û bêvan *

yanê wê pêşeroja wî/wê vekirî be.



10.03.2014 15:12 | brusk56

3. Dê di vê mijarê de 'dê' gelekî giring in; divê ew bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin. Ji wan re çîrokên bi kurdî bibêjin û bi kurdî bilorînin. Çîrok ji bo xeyalên zarokan cihêkî mezin digirin ji ber vê yekê divê jinên ciwan xwe ferî çîrokên me bikin. Ku bav bi zarokan re runiştin divê ji wan re qala dîrokê û mezinên Kurdan bikin; qala lenegiya wan bikin da hino hino tiştin di serê zarokan de şîn bibin û ji wan ne bêxeber bin.



10.03.2014 17:37 | gêjê

4. yên ku divê bi sêrî de jinên xwe hînî kurdî bikin in. ji ber ku, mixabin, keçên me di nav xwe de bi kurdî kêm diaxifin.

(bnr: kêm axaftina kurdî li nav keçen kurd)



10.03.2014 17:44 | nazim tolhildan

5. rast e ne hêsan e lê mimkûn e, pêkan e.



jinxala min a li stenbolê hekarî ye. dê û bavê wê, xwişk û birên wê hemû li wir dijîn û zarokên xwe re di nav malê bi kurdî diaxivin. mînakî zarokek ku li mala wan mezin dibe bi kurmanciya hekariyan mezin dibe û şêweya wî jî wek ya hekariyan e. ku mirov bixwaze dikare her tiştî bike.



23.08.2014 13:45 | kurê xelkê

6. divê ji bin daw û delingê dêya xwe ya kurdîaxêv dernekeve.. ji xeynî daw û delingê dê ji derve her der, tijî xefk û dehfikên asîmîlasyonê ne, berê deverinên bakurê kurdistanê zêde di bin tesîra vê asîmîlasyonê de nediman wek hekarî û cizîr û çend navçeyên mêrdînê lê niha ew der jî zêde ne bi ewle ne.. destê qirêj ê asîmîlasyonê gihiştiye heta wan deran jî..



23.08.2014 14:36 | endazer

7. şikirdarên pepûle tvyê ne. problema herî mezin tunebûna tvyek kurdî ya ji bo zarokan bû û niha hatiye çareserkirin. helbet dîsa jî zehmet e lê qet nebe hêsantir e. bi taybetî ger li taxa we kurd gelek hindik bin û zimanê zarokên kuçeyê tirkî be, zehmettir e jî. îşelleh heta keça min mezin bibe em ê li kurdistanê bin.



24.08.2014 22:39 | simurg56

8. gava ez bizewicim û zarokên min biwelidin, heta sê saliya wan re ez destûr bidim ku bi girin û bi qijîn dikarin ji diya xwe nan bixwazin lê, ger piştî sê salî ji diya xwe re bi kurdî, ''dayê ez birçî me, nan bide min.'' nebêjin, bi sê telaq ez zarokên xwe birçî bihêlim!



20.03.2015 16:36 | remlavêj

9. daxwaza her welatperwera ye. welatperwerê heqîqî ema. ne ewanê qaşowelatperwer. ne ewanê ma'neya welatperweriyê pûç dike dixe bin erdê. hêrs bûm ûlen!



20.03.2015 17:47 | şexgarê delam

10. Yek ji van ez im. Ev mijar ji bo min mîna nimêjê girîng û farz e. Di van salên dawî de dema ku dibînim ku zarokên kurda kurdî neaxivin ez dîn dibim, gêj dibim, digirim, diqehirim. Loma min soz Daye ger rojek bizewicim wê îllah jina min yekî kurdîzan be.



27.04.2016 19:00 | azad30

11. Mijareke zehv girîng e. Çaxa niha dinhêrî, destê zara sê salî da jî telefon heye. Jiyana me û teknolojî tevêhev buye û wisa diçe.

Bi serkeftina teknolojîyê va kêmasîya kurdîkirina teknolojîyê rûyê xwe nîşanê me dide. Ê madem ku teknolojî nasekine, gere em serkeftina teknolojî yê, dijî xwe vegerînin.

Em dinhêrin ku sepanek derdikeve ê bi tirkîtîye. Heta kurdîya wê derdikeve ciwanê me hînê ya tirkîtî dibin û idî nikarin dev jê berdin.

Gere sepanê mina tirşik.net ê em navbera xwe da bireşînin û her kesî pê bi xeber bikin..

Xêncî vê meselê, bona kurdî hînkirina zaroka

Di nav gel da gote goteke waha digere:

Tu dibêjî xuşkê, keko tû çima zara xwe ra tirkî diaxivî ?

Dibêjin:

"ku meriv zaroyan re nav malê da kurdî biaxive, di meytevê da jî tirkî were axaftin nizam zimanê zarê dibe tat"

Qet tiştekî wisa jî tunneye haa. Ez jî nizanim ev gote got ji ku derê derxistine! Heyret.



27.04.2016 20:10 | bûtîmar

12. Welhasil çi be bila bibe, ew kesên ku dixazin zarokê xwe bi kurdî mezin bikin ji wana yek jî ez im. Hema lê gere pêşîyê keçeke kurd e gorî xwe bibînim *



27.04.2016 20:17 | bûtîmar

13. ew kes in ku divê guh nedin gotinên xelkê yên neyînî.

ez li dîlokê me. tenê yek cîranê min jî tune ku em herin li mala wan bi kurdî biaxivin. tenê 2-3 hevalên min yên welatparêz hene. ew û malbata wan jî bi kurdî nizanin.



lê dîsa jî em li malê bi kurdî xeber didin û zarok tvyê li keça xwe didin temaşekirin. ez wisa her roj ders mers jî nadim keça xwe. tenê bi kurdî xeber didim û carina dema tiştek tirkî bêje ez dibêjim keça min binêre tirkiya vê ev e, kurdiya vê ev e û hew!

tenê bi van hewldanên me, maşelleh keça me bi kurdî diaxive, ji axaftina me %100 fêhm dike. diçe bi zarokên cîranan re dilîze, têra xwe tirkî jî dizane û li cem wan xerîb jî namîne.



welhasil, rewşa sosyal ya yekî ji we jî ez ne bawer im bi qasê ya min xerab be, dê-bav û kal-dapîrên min û jina min jî li bajarên dûr in, lê dîsa jî ev yek pêkan e hevalno. qet hêviya xwe neşikînin. ger hûn û hevsara we bi kurdî bizane, tu astengî nikare we bisekinîne.



di vê navberê de, ez bînim bîra we ku beşa zarokan ya tirşikê ji heye. zarokên we dikarin nêzikî 80 peyvan, ji wir hîn bibin.



27.04.2016 20:20 | simurg56

15. heger kurdiya we nebaş e, ev dibe tiştekî xeyal. ji kekê xwe dizanim. êşekê gelek mezin e. ha bi xwe ez naxwazim zarokan bînim vê dinyayê ya qirêj, bira heterokurdan bifikirin. *



31.01.2017 23:52 | biruya hayao miyazaki

16. Bê dewlet êdî ew xeyal e.



01.02.2017 19:23 | elaziz izzetpasa camii

17. li gorî pîvanên hevoksaziya kurmancî, sernav xelet hatiye vekirin.
ger tu kirdeyekjimar bikî tu nikarî pêveberê pirrjimar bikî
ji bo rasttir (bnr: ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin).
loma ezê sernavê biguherînim, ku ez nebêjim moderatorekî dî qet li xwe danaynê û nabêje bo xwudê ev çi îş e?..
neyse



02.02.2017 11:14 | ferhenga şikestî

18. xwestekeka ku problema ewil nîşanî me dike. jixwe ya normal ew e ku zaroka te kurdî bizane, nizanibe ev qebhet e, ev problema herî mezin e. tu kurd î û tu dixwazî zarokên te bi kurdî mezin bikî. * xwedê xira bike mala felekê.



02.02.2017 13:23 | xendekî

19. kesên ku haja min ji hebûna wan tune ye. ku kurdên wisa hene xêra xwe min jî bidin naskirin ez jî hawidora xwe ya bi tirkmancan ve hatiye dorpêçkirin biguherînim û ji xwe re hevalên biqalîte çê bikim.*

(bnr: mîzaha kurdan a bi tirkmanciyê)



28.08.2019 09:45 ~09:45 | xelîl

20. Arezû ya ku di dilê merivde xwesteka hicreta rojava an başurê kurdistanê diafirîne, lewra li bakur ev pir zehmete mixabin rîska herî mezin ewe ku ev armanca me ya pîroz dikare ziyanê bigihîne zarok jî wek nimune
ev zarok nikare hevalên xwe hilbijêre tekez dê em zarokên kurdîaxêv li ba zarokên xwe bixwazin
divê weke ji nexweşiyê em diparêzen zarok ji tirkî û tirkîaxêvan biparêzin.



28.08.2019 14:08 | şikber

21. Di heyama dibistana seretayî de problemên mezin dijîn. Ji ber ku êdî zimanê sereke ya zarokan dibe Tirkî. Mirov neçar e ku di dema çêkirina spartekan de jî bi Tirkî pê re biaxive. Wilo wilo, zimanê mirov û zarokan dibe Tirkî.
Berî çend rojan min ji keça xwe ya di vî rewşî de ye pirsî;
- keça min tu çima êdî bi min re bi Tirkî diaxivî.
+ Dixwazim bi Tirkî biaxivim.
- çima?
+ Ê ez her tiştî bi kurdî nizanim mesela masa mesela bilgisayar.

Di vê rewşê de çareseriya min xwendina çîrokan e. Em ê bibînin ka wê çiqasî kêr were.



29.10.2019 20:41 | simurg56

22. heta çardeh mehê berê jî ez bûm aniha kurekî min î 14 mehî heye û ji roja ku hatye dinyê tu peyveke bi tirkî bi şaşî be jî min jê re bi lev nekiriye. Lê bi xwudê gelek zehmet e lê ya ku zehmet e ne ziman û kurik bixwe ye lê bes qanîkirina rastiya ''ev zarok tirkî fêm nake loma ji kerema xwe bi tirkî jê hez nekin, banga wî nekin'' gelek zehmet e. law her kî dibîne hama dişê bi tirkî jê hez bike lê ez nahêlim. hindek jê dibêjin dev ji kurdî berde siberoj wê di dibistanê de zehmetiyê bikşîne falan û bêvan. çend meh berê jî merivekî min î devbelaş got tu çima bi tirkî pê re naştexilî? mi got kurd e loma. got ma sibê dê ew zehmetiyê bikêşe. mi got tu çend salan zankoyê xwendiye? te li ser perwerdekirin û mezinkirin û terbiyeya zarokan çend sal lîsans xwendine? çend gotar, maqale û kitêb xitim kirine? tu bi çi wesfî dikarî aqilî bidî min?
neyse hevalno aniha baş e lê du sê sal paşê dema xwast derkeve derve ezê çi bikim nizanim çi ku sîteya ku ez lê dijîm min hê neditîye ku zarokek bi kurdî axifiye an civateke zarokan a ku bi kurdî bi hev re listîne, nediye.

her kes dixwaze zarokê wan di dibistanê de têkeve pêşiya zarokên dî. mîna hespan nêzîkî zarokan dibin halbûkî nizanin zarok bi çend zimanan bizanibe mêjiyê wî firehtir dibe, zûtir ji tiştan fêm dike, însanek dikare bîst zimanan jî hîn bibe lê de were û qala zanîstiyê ji vî xelkê jieyarketî re bike..

ji aniha ve min tibabek pirtûkên zarokan jê re dane ser hev. li malê bi pirranî zarok tv vekirî ye, ew êdî ferqa tirkî û kurdî dizane carinan jê re ji youtubê xêzefilmên zarok tvyê vedikim lê te dît carinan ji ber pergala guhertina videoyan a youtubê xêzefîlmeke dî derdikeve, dema tirkî derkeve kumandayê dirêjî min dike dibêje hii hii hii yanê biguherîne babo* bi xwudê gelek şêrin e



24.11.2019 22:09 ~22:33 | ferhenga şikestî

23. divê guh nedin gotinên xelkê yên weke "dema çû dibistanê wê çi bike?" û hwd. keça min heta çû dibistanê me nizaniya hînî tirkî bûye. piştî dest bi mektebê kir, di nava heftîyekê de bû bilbil. mamosteya wê digot, di nav xwendekarên min de ya ku herî baş xwe îfade dike, keça we ye.

piştî 4-5 salî, mirov dikare hinekî bihêle ku li xêzefîlmên bi tirkî temaşe bike, jixwe hemû bingeha xwe ya tirkî ji wê derê hîn dibe. dema derdikeve derve jî hîn dibe. loma hûn nexwazin jî, hêdî hêdî hînî tirkî jî dibe.

dema keça min bi tirkî nedizanî, em diçûn mala hevalan fîlan an jî dema heva dihatin mala me, nedikarîya bi zarokên wan re biaxive. lê dîsa jî bi wan re dilîst. wan zarokan ji dê û bavên xwe dipirsîyan bê ka ew çima bi kurdî nizanin. heta hinek zarokên mirovên me, ji dê û bavên xwe xwestibûn ku wan jî hînî kurdî bikin.
hevalên wê yên tirk, qet bi çavekî neyînî lê nanêrin. heta vê rewşa wê ya du-zimanî diecibînin, belkî hesûdî jî dikin.

di vê meseleyê de ya herî zehmet ew e ku dema zarok çû dibistanê, hêdî hêdî zimanê wan ya sereke dibe tirkî. loma di vê pêvajoyê de jê re kedek nû divê: xwendina çîrokên bi kurdî û piştî pola yekemîn hînî xwendin û nivsandina bi kurdî kirin.
ez hêvî û texmîn dikim, piştî vê merhaleyê êdî wê mesele xwe bixwe îdare bike.
de hadê xwedê li pişta we be.



24.11.2019 22:24 | simurg56

24. Bila dengbêjiyê pê bide hezkirin



24.11.2019 22:31 | seryasêdilşûşe

25. kurd in.
li welatek weke tirkiyê ku tê de heqê kurdan tune ye bi kurdî perwerde bibin, gelek zehmet e.
lê qene beriya despê kirina dibistanê, li malê bingeha kurdî bistînin, ew ê di pêşerojê de bikaribin hinek din danin ser û xwe xilas bikin.
lê ên ku li malê para xwe nestandine, karê wan zarokan pir zehmet e.



24.11.2019 22:45 | brusk56

26. Yek ji wan ez im. Roja kurê min xwededayî û heta naha bi şaşî bê jî peyvek Tirkî pê re ne axivî me. Îsal dest bi sinifa 1ê kir. Carna xwe şaş dikê an jî Kurdiya peyva ku ji min re bibêje nizanê, wê demê bi Tirkî diaxivê. Lê ez gellek caran bersiv nadim an jî tişta ku dixwazê bibêje ez Kurdiya wê dibêjin paşî ew jî dubare dikê. Xanima min mixabin Kurdî nizanê. Lê ev rewş ji bo min hîç nebû asteng. Naha keçikeka min a 9 mehî heye. Înşallah ezê wê jî hînê Kurdî bikim. Ji xwe li min gellek gellek ecêb tê ku ez bi zarokên xwe re bi Tirkî bi axivim an bi peyvên canim û cîciyan ji wan hez bikim. Çawa ez nikarim bi bavê xwe re bi Tirkî biaxivim bi heman awayî ez nikarim bi zarokên xwe re jî wusa bi axivim.



24.11.2019 23:43 ~23:45 | nan û av

27. Ez im lê wekî tirşikvanên din hê nebûme xwedî zarok loma nizanim wê tişkî çawa be. Ji anha de xeyal dikim. Wekî li jor jî hatiye gotin ditirsim di dibistanê an nav hevalên xwe de ta'de bikşîne lê tabî ev ne asteng e ji bo bi zimanê xwe bijîn. Her çiqas duzimaniya zarokên Kurdan ne serkeftinek , trajediyek be jî gelek zarok hene bi du-sê zimanan mezin dibin. Ev him tişkî xwezayî ye him jî di nav vê asîmîlasyonê deynê stuyê me ye. Wexta ez hînî xwendin û nivîsandina Kurdî dibûm zahf diqeherîm min digot "xwezî ez jî gundê xwe derneketama lê zimanê min ê sereke zimanê min bûya" loma rojek zarokek min çêbibe ez ê her wê hewlê de bim. Tirsa min ne tenê ziman e ditirsim di nava vê pêvajoyê û şovenistiya tirkan ya di dibistanan de tesîrek li ser zarokên me teva bihêle. Ez jî anha de ketime wê heyirê ez ê çawa hişmendiyek netewî di hişê zarokên xwe de ava bikim beyî ku zirarek ji xwînmijan bibînin.



25.11.2019 00:19 ~00:27 | biaqila malê

28. Heta 17 -18 salîya zaroka divê telefon,tablet ji wan re neyê kirîn



09.01.2020 22:48 | tîrêj zana 21

30. çi ecêb e êdî ji bo zarokên me zimanê me bizanibin divê em bêhtir hewl bidin û ve wek armancekî danin ber xwe, çi ecêb e.

lê ya rast heke tenê bav an jî dê bi zarokên xwe re bi zimanê wî biaxive lê bêîstîsna ew zaroj wê rihetî hîn bibe. wilê wek xeyalekî nedanin ber me :/



09.01.2020 22:52 | xendekî

31. Ev meseleyeke gelekî girÎng e. Mîratê bi dehan televîzyon, û bi sedan dibistan û pêşdibistan êrîşî me dikin. Hêjayî xebatekê ye. Zarok bi zimanê serdestan diaxive û pîrka xwe kalikê xwe ji hevdÛn fêm nakin.https://disa.org.tr/category/yayinlar/
pirtûk û xebatên balkêş hene



10.01.2020 04:10 | oceancr

32. Formuleke ku nayê dîtîn nîne tu kurdî biaxwive bila hevalê/a te jî kurdî biaxwive înşelah temam e.



10.01.2020 15:28 | azad30

33. Ne ez im.



23.07.2021 00:10 | heval.js

34. Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan bi kurdî mezin bikim ejudhshsjejsj



23.07.2021 14:13 | heval.js

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
çîrokên tirsank ên kurdî [1]
Ev çîrok piranî gotinkî ne, hatibin nivîsîn jî heta niha lê rast nehat...
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1]
Li devera me dibêjin; (stur: dê were vî kerî ji vê kurê*herrîyê* derxe...
paşeroj û pêşeroj [2]
nivîsa ku @berevaji li ser bloga xwe weşandiye, bawer im wê îzahata /1...
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
belki ev jî bala te bikişînin
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
» zarokên xelkê mezin dibin aqil digirin yên me mezin dibin dîn û har dibin
» xwedebiçûk
» kurdîya lutfenê
» mezinahî

Kategoriyên mijarê:: jiyan tirsik tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî