Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin - tirşik
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin

Navê mijarê ya ewil ev bû:ê ku dixwazin zarokê xwe bi kurdî mezin kin
(28) (13) (4)
di mijarê de bigere

20. Di heyama dibistana seretayî de problemên mezin dijîn. Ji ber ku êdî zimanê sereke ya zarokan dibe Tirkî. Mirov neçar e ku di dema çêkirina spartekan de jî bi Tirkî pê re biaxive. Wilo wilo, zimanê mirov û zarokan dibe Tirkî.
Berî çend rojan min ji keça xwe ya di vî rewşî de ye pirsî;
- keça min tu çima êdî bi min re bi Tirkî diaxivî.
+ Dixwazim bi Tirkî biaxivim.
- çima?
+ Ê ez her tiştî bi kurdî nizanim mesela masa mesela bilgisayar.

Di vê rewşê de çareseriya min xwendina çîrokan e. Em ê bibînin ka wê çiqasî kêr were.



29.10.2019 20:41 | simurg56

21. heta çardeh mehê berê jî ez bûm aniha kurekî min î 14 mehî heye û ji roja ku hatye dinyê tu peyveke bi tirkî bi şaşî be jî min jê re bi lev nekiriye. Lê bi xwudê gelek zehmet e lê ya ku zehmet e ne ziman û kurik bixwe ye lê bes qanîkirina rastiya ''ev zarok tirkî fêm nake loma ji kerema xwe bi tirkî jê hez nekin, banga wî nekin'' gelek zehmet e. law her kî dibîne hama dişê bi tirkî jê hez bike lê ez nahêlim. hindek jê dibêjin dev ji kurdî berde siberoj wê di dibistanê de zehmetiyê bikşîne falan û bêvan. çend meh berê jî merivekî min î devbelaş got tu çima bi tirkî pê re naştexilî? mi got kurd e loma. got ma sibê dê ew zehmetiyê bikêşe. mi got tu çend salan zankoyê xwendiye? te li ser perwerdekirin û mezinkirin û terbiyeya zarokan çend sal lîsans xwendine? çend gotar, maqale û kitêb xitim kirine? tu bi çi wesfî dikarî aqilî bidî min?
neyse hevalno aniha baş e lê du sê sal paşê dema xwast derkeve derve ezê çi bikim nizanim çi ku sîteya ku ez lê dijîm min hê neditîye ku zarokek bi kurdî axifiye an civateke zarokan a ku bi kurdî bi hev re listîne, nediye.

her kes dixwaze zarokê wan di dibistanê de têkeve pêşiya zarokên dî. mîna hespan nêzîkî zarokan dibin halbûkî nizanin zarok bi çend zimanan bizanibe mêjiyê wî firehtir dibe, zûtir ji tiştan fêm dike, însanek dikare bîst zimanan jî hîn bibe lê de were û qala zanîstiyê ji vî xelkê jieyarketî re bike..

ji aniha ve min tibabek pirtûkên zarokan jê re dane ser hev. li malê bi pirranî zarok tv vekirî ye, ew êdî ferqa tirkî û kurdî dizane carinan jê re ji youtubê xêzefilmên zarok tvyê vedikim lê te dît carinan ji ber pergala guhertina videoyan a youtubê xêzefîlmeke dî derdikeve, dema tirkî derkeve kumandayê dirêjî min dike dibêje hii hii hii yanê biguherîne babo* bi xwudê gelek şêrin e



24.11.2019 22:09 ~22:33 | ferhenga şikestî

22. divê guh nedin gotinên xelkê yên weke "dema çû dibistanê wê çi bike?" û hwd. keça min heta çû dibistanê me nizaniya hînî tirkî bûye. piştî dest bi mektebê kir, di nava heftîyekê de bû bilbil. mamosteya wê digot, di nav xwendekarên min de ya ku herî baş xwe îfade dike, keça we ye.

piştî 4-5 salî, mirov dikare hinekî bihêle ku li xêzefîlmên bi tirkî temaşe bike, jixwe hemû bingeha xwe ya tirkî ji wê derê hîn dibe. dema derdikeve derve jî hîn dibe. loma hûn nexwazin jî, hêdî hêdî hînî tirkî jî dibe.

dema keça min bi tirkî nedizanî, em diçûn mala hevalan fîlan an jî dema heva dihatin mala me, nedikarîya bi zarokên wan re biaxive. lê dîsa jî bi wan re dilîst. wan zarokan ji dê û bavên xwe dipirsîyan bê ka ew çima bi kurdî nizanin. heta hinek zarokên mirovên me, ji dê û bavên xwe xwestibûn ku wan jî hînî kurdî bikin.
hevalên wê yên tirk, qet bi çavekî neyînî lê nanêrin. heta vê rewşa wê ya du-zimanî diecibînin, belkî hesûdî jî dikin.

di vê meseleyê de ya herî zehmet ew e ku dema zarok çû dibistanê, hêdî hêdî zimanê wan ya sereke dibe tirkî. loma di vê pêvajoyê de jê re kedek nû divê: xwendina çîrokên bi kurdî û piştî pola yekemîn hînî xwendin û nivsandina bi kurdî kirin.
ez hêvî û texmîn dikim, piştî vê merhaleyê êdî wê mesele xwe bixwe îdare bike.
de hadê xwedê li pişta we be.



24.11.2019 22:24 | simurg56

23. Bila dengbêjiyê pê bide hezkirin



24.11.2019 22:31 | seryasêdilşûşe

24. kurd in.
li welatek weke tirkiyê ku tê de heqê kurdan tune ye bi kurdî perwerde bibin, gelek zehmet e.
lê qene beriya despê kirina dibistanê, li malê bingeha kurdî bistînin, ew ê di pêşerojê de bikaribin hinek din danin ser û xwe xilas bikin.
lê ên ku li malê para xwe nestandine, karê wan zarokan pir zehmet e.



24.11.2019 22:45 | brusk56

25. Yek ji wan ez im. Roja kurê min xwededayî û heta naha bi şaşî bê jî peyvek Tirkî pê re ne axivî me. Îsal dest bi sinifa 1ê kir. Carna xwe şaş dikê an jî Kurdiya peyva ku ji min re bibêje nizanê, wê demê bi Tirkî diaxivê. Lê ez gellek caran bersiv nadim an jî tişta ku dixwazê bibêje ez Kurdiya wê dibêjin paşî ew jî dubare dikê. Xanima min mixabin Kurdî nizanê. Lê ev rewş ji bo min hîç nebû asteng. Naha keçikeka min a 9 mehî heye. Înşallah ezê wê jî hînê Kurdî bikim. Ji xwe li min gellek gellek ecêb tê ku ez bi zarokên xwe re bi Tirkî bi axivim an bi peyvên canim û cîciyan ji wan hez bikim. Çawa ez nikarim bi bavê xwe re bi Tirkî biaxivim bi heman awayî ez nikarim bi zarokên xwe re jî wusa bi axivim.



24.11.2019 23:43 ~23:45 | nan û av

26. Ez im lê wekî tirşikvanên din hê nebûme xwedî zarok loma nizanim wê tişkî çawa be. Ji anha de xeyal dikim. Wekî li jor jî hatiye gotin ditirsim di dibistanê an nav hevalên xwe de ta'de bikşîne lê tabî ev ne asteng e ji bo bi zimanê xwe bijîn. Her çiqas duzimaniya zarokên Kurdan ne serkeftinek , trajediyek be jî gelek zarok hene bi du-sê zimanan mezin dibin. Ev him tişkî xwezayî ye him jî di nav vê asîmîlasyonê deynê stuyê me ye. Wexta ez hînî xwendin û nivîsandina Kurdî dibûm zahf diqeherîm min digot "xwezî ez jî gundê xwe derneketama lê zimanê min ê sereke zimanê min bûya" loma rojek zarokek min çêbibe ez ê her wê hewlê de bim. Tirsa min ne tenê ziman e ditirsim di nava vê pêvajoyê û şovenistiya tirkan ya di dibistanan de tesîrek li ser zarokên me teva bihêle. Ez jî anha de ketime wê heyirê ez ê çawa hişmendiyek netewî di hişê zarokên xwe de ava bikim beyî ku zirarek ji xwînmijan bibînin.



25.11.2019 00:19 ~00:27 | biaqila malê

27. Heta 17 -18 salîya zaroka divê telefon,tablet ji wan re neyê kirîn



09.01.2020 22:48 | tîrêj zana 21

28. çi ecêb e êdî ji bo zarokên me zimanê me bizanibin divê em bêhtir hewl bidin û ve wek armancekî danin ber xwe, çi ecêb e.

lê ya rast heke tenê bav an jî dê bi zarokên xwe re bi zimanê wî biaxive lê bêîstîsna ew zaroj wê rihetî hîn bibe. wilê wek xeyalekî nedanin ber me :/



09.01.2020 22:52 | xendekî

29. Ev meseleyeke gelekî girÎng e. Mîratê bi dehan televîzyon, û bi sedan dibistan û pêşdibistan êrîşî me dikin. Hêjayî xebatekê ye. Zarok bi zimanê serdestan diaxive û pîrka xwe kalikê xwe ji hevdÛn fêm nakin.https://disa.org.tr/category/yayinlar/
pirtûk û xebatên balkêş hene



10.01.2020 04:10 | oceancr

30. Formuleke ku nayê dîtîn nîne tu kurdî biaxwive bila hevalê/a te jî kurdî biaxwive înşelah temam e.



10.01.2020 15:28 | azad30

31. Ne ez im.



23.07.2021 00:10 | heval.js

32. Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan bi kurdî mezin bikim ejudhshsjejsj



23.07.2021 14:13 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» êntropî
» zarokên ber çêm
» xwekujiya teqlîdî
» kurdî-der izmir
» mezinbûna bêhempa a tirşikê ku pêşiya wê nikare bê girtin

Kategoriyên mijarê:: jiyan tirsik tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî