Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
parka koşuyoluyê - tirşik
parka koşuyoluyê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji parkên herî kevin a amedê ye.

di navbera taxa bayramoglu û ofîsê de ye. parkekî xweş û xwedê kirî heye. mirov carinan dikare li wir rûnê û nefesekî bistîne.



11.03.2014 01:00 | brusk56

2. heta ku parqorman çêbû parqa popûlertirîn bû li dû avabûna parqormanê karîzmaya xwe bi destê xwe da gedeyên bajêr yên sût



11.03.2014 01:11 | ferhenga şikestî

3. Parqa ku li derdora wê çend hevalên min ji aliyê dizan ve hatibûn şelandin e...



11.03.2014 01:13 | nan û av

4. di nava parqê de cafeyek heye ku çaya wan nake pênç qirûş, belkî sed car ez li wir rûniştim wehdê xwedê be ku carekî tenê jî min çaya xwe heta dawî venexwar



11.03.2014 01:16 | ferhenga şikestî

5. Parka ku wextekê devereke derbeder bû û mala feqîra "yolê" bû. Yolê û mêrê xwe mirovine ji alî aqil ve ne temam bû. Qasî ku tê bîra min keçeke ne temam du kurên wan jî hebû. Di nava herî çirav û gemarê de dijiyan. Pashê sharedarî kete destê hadep ê û ew parq çêkirin, malbat jî li gor gotinê di cîhekî din de bi cîh kirin û zarokên wan jî shandin rehabilîtasyonê.



11.03.2014 17:47 | hemdilaarda

6. Parka ku wextekî dirêj bi dîwaran dorpêçkirî bû. Îjar weke ku tê zanîn sûtûkêşên amedê li cihekî tenha dîwarekî bibîne rasterast diherin li wir şûşeya xwe ya avê difikfikîne. Ji ber vê yekê êdî dîwarên parkê tev reş bibûn. Şaredarî 2 3 sal berê bilindahiya dîwarên wê tam daxist. Êdî kî li kêleka dîwarekî rûnê ji aliyê din tê dîtin.

Parkeke xweş e li gorî min. Ji ber ku ji parkormanê bêtir nêzîkî xaniyê kakê min bû ez bêtir diçûm wê derê. Sala min a ewil wexta ku ez ji bo xwendinê hatim amedê xwehên min ez biribûm vê parkê. Ji ber wê jî nostaljiyeke wê heye ji bo min. Lê heke ku meriv objektîf bifikire parkormangöletli park jî jê xweştir e. Hema ji bo vexwarina çayek xweş be jî evana ji wê xweştir in..



30.06.2015 16:06 | mergehez

7. Di wexta Mistefa yê bê Kemal de hatîye ava kirin ji bo nîyeta hesp ajotinê loma navê wî koşuyolu ye. Parkek mezin û xweşe helbet sûtarên bajêr tunebin hêj çêtir e.



26.12.2019 19:33 | azad30

8. Min berî 5 salan nû dît. Li set parkê hin gotegotên neyînî min bihîstibûn. Digotin cihê esrarkêşan e felan mêvan. Lewma cara pêşîn hinekî bi diltirsî lê gerîyam. Belê min dît ku parkeka xweş e û rengîn e.



27.12.2019 16:10 | dijberîst

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» parka koşuyoluyê

Kategoriyên mijarê:: cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî