Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
formata tirşikê - tirşik
formata tirşikê
(39) (9) (8)
di mijarê de bigere

1. formata ku piraniya ferhengên înteraktîf de nêzikî hev in.

---çima format?;-----
weke tu jî dizanî, malpera tişikê eslê xwe de ferheng e. lê ferhengek cuda ye. vê ferhengê de ji bo peyvên weke "asîd" jî pênas û rave heye; ji bo navên weke "yaşar kemal" jî pênas û rave heye ; û ji bûyerên weke "3.7.2013 derbeya misirê" de jî pênas û rave hene.
yanî ferhenga tirşikê de hemû tiştên li gerdûnê, bi pênesan tên ravekirin û vegotin.

---armanca formatê;--
armanca wê ew e ku;
- mirov bêyî ku şer bikin, bikarin agahiyan parve bikin û rexne, şîroveyan bikin
- weke foruman mirov bersiv nedin hev û ferheng nebe weke axaftina rû bi rû, û takekesî.

ji ber van sedeman û ji bo van armancan, li gorî formata tirşikê, pêwist e her peyama ku nivîskarekê nivîsiye, pênasek bihewîne. pênas; peyv an jî hevokên ku tişta tê behskirin, rave dikin/vedibêjin û didin nasîn, in.

weke mînak; ger mijar ahmet kaya be, pêwist e peyam tiştekî wisa be;

mînak 1: "stranbêjek kurd e."
mînak 2: "ne tu mirov e!"
mînak 3: "zilam e."

weke tê dîtin her mînakê de, esseh pênasek heye. mînakên li jor hemû jî rast in.

--------------------------------------

piştî ku mirov pênasek çêkir, dûre çi bixwaze dikare binivîse; dikare fikrên xwe, nêrînên xwe, rexneyên xwe û hwd. bike.
weke mînaka li jêr:

mînak 4: "stranbêjek navdar e ku eslê xwe kurd e lê stranên tirkî gotiye. ez bixwe ji stranên wî hez dikim lê tişta ku dike ne xizmeta gelê kurd e. tê bîra min carekê çûbûm konsera wî falan û fîlan..."

ji aliyê din ve, mînaka li jêr ne rast e;

mînak 5: "ez jê hez nakim."
ev mînak şaş e, ji ber ku pênas nahewîne. yanî nabêje ka "ahmêt kaya" çi ye an jî ne çi ye.

-------------------------------------------------

ger pênas tune be, nexwe divê peyam tenê bnr'yek bihewîne. (ku bi vî awayî nivîskar şîrove û pênas nake lê qet nebe xwendevanan beraliyê mijarek din dike.)

mînak 6: "(bnr: hunermendên kurd yên navdar)"

vê formatê de eslê xwe de bi naveroka bnr'yê jî peyam dikare were dayîn.

mînak 7: "(bnr: ne hez dikim ne guhdar dikim)"

---------------------------------------------------

ji xenî meseleya pênasan. meseleyek din jî ew ku divê nivîskar rasterast bersiv nedin hev û din. weke mînak ger em bêjina mijar "bdp" ye;

nivîskar ehmed: "partiya ku nahêje seriyek pîvazê."
nivîskar mihemed: "nivîskar ehmed, serî tu yî pîvaz jî bila biçe qûna te!"

ev mînak şaş e. nivîskar nikarin weke li foruman wisa bersivê bidin hev û din.

lê mînaka li jêr dibe (mijar dîsa bdp ye);

nivîskar ehmed: "partiya ku nahêje seriyek pîvazê."
nivîskar mihemed: "partiya ku bûye benîştê devê mirovên ku heyata xwe de ji xeynî xwarina meqerneyên akpê tu tiştî nekirine û niha hatine li vir partiya kurdan reş dikin. dixwazim ji van ehmeqan bipirsim gelo...."

mînaka li jor rast e. ji ber ku nivîskar mihemed pênasa xwe kiriye, bêyî ku nav bide bersivek giştî jî daye nivîskarên weke ehmed.

------------------------------------------------

- Her çiqas bi şikla xwe li gorî formatê be jî, nabe ku nivîskarên tirşikê ji sibehê heta êvarê trolliyê bikin, peyamên ku naveroka wan vala ye binivîsin ku di van peyaman de tu agahî/analîz an jî bîranînek orjînal û kêrhatî tune.

-----------------------------------------------

Di tirşikê de nivîsandina bi zimanên biyanî qedexe ye. Navê mijaran dikare bi zimanên biyanî be. Lê naveroka peyaman divê bi kurdî be. weke mînak mijara sevgi duvarı dikare were vekirin û di peyamê de mirov dikare bi kurdî behsa vê stranê bike û gotinên stranê jî bi tirkî parve bike. lê nabe ku peyam bi temamî tirkî be û şîroveyên bi tirkî bihewîne.

-----------------------------------------------

Em niviskarên pêşîn ên ferhengê ne, loma ji bo me ev qeyde gelek giring in. Dema bikarhênerek nû bê ferhengê hewceye formatê baş têbigihe û gora wê tevbigere.
vêga ji ber ku gelek nivîskarên me cara ewil bi tirşikê, ferhengên înteraktîf nas kirine û haya wan zêde ji formatê tune ne, em toleransê nîşan didin. lê ji nivîskarên xwe yên kevin û yên nû daxwaz dikin ku hingî ji wan tê gorî formatê tev bigerin. ji ber ku piştî bingeha tirşikê rûnişt, wê ev qayde bibe sedema şikayetkirin û jêbirina peyaman.



06.07.2013 11:04 ~2017.06.23 00:25 | simurg56

2. pênase: formata ku tunebûna wê aniha zêde bal nakişîne.

ji ber ku tirşikê de aniha gûftûgoyên germ û dijwar naqewimîn, rêzlênegirtina bo formatê bal nakişîne lê ger nivîskarên ku fikrên wan cuda bin mijarekê de gûftûgoyê bikin, weke foruman rasterast bersivdana hev wê ne xweş be û wê gelek dîqat bikişîne. lê ger weke formata ferhengên înteraktîf bersivdana hev were kirin wê asta axaftin û nivîsandinê were parastin.



06.07.2013 12:53 | simurg56

3. tişteke giring e û niha ev format neyê parastin wê tu cara nekare bê sererastkirin û ev mesele wê bibe wek meseleya mirîşka ereb.



06.07.2013 13:07 | azadixwaz

4. formata ku her endamê nû ê tirşikê ger serî de bixwîne û dû re despê nivîse bike, wê baştir be ..



07.07.2013 14:41 | brusk56

5. formata ku bi zêdebûna hejmara nivîskaran hinekî ji eyar ketiye ye..

hevalno! ev der ne forum e ferheng e û dema ku hûn derheqê tiştekî an kesekî de mijarekî vedikin bêyî ku fikra xwe an şioveya xwe di bin de binivîsin derheqê wê tiştê an wî kesî de malûmatên dorfireh binivîsin û paşê fikr û nêrîna we çi be di bin de binivîsin.. wek nimûne eger we mijara michael jackson vekir bêyî ku di bin de peyamên wek hunermendê ku rengê çermê xwe guhertiye, hunermendê ku ji hunera xwe zêdetir bi skandalên xwe û bi zarokên ku tacîz kirîn nav daye an deng vedaye binivîsin pêşiyê derheqê michael jacksonî de bi dorfirehî behsa jînenîgarî û mûzîk û tiştên din yên ku pê meşhûr bûyiye bikin.. erê?



21.07.2013 14:18 | endazer

7. formata ku divê bendekî qala dirêjahiya navê mijaran jî bihêwire ye. wek mîna navên mijarên ku di bin vê peyam de hat rêdan, heta tê xwendin, mirova dibetilîne û têr dike. di nav xwe de taybetiyên pênasa jî dihêwire. di lîsteya mijarên rojane de çar pênç rêza digrin ku ev jî nîvê lîste dagir dike. **



(bnr: di ferhengên înteraktîvên tirkî de hezkirina heqaretkirinê ya bêserûber a li kurd û kurdiyê)

(bnr: ciwanên kurd yên ku cara pêşîn ji bo xwendina zanîngehê ji mabatên xwe vediqetin)



28.10.2013 23:03 | biruya hayao miyazaki

8. formata ku ew qas baş hatiye ravekirin, ku mirov dil nahêle tiştekî derveyî formatê de binivîse.



30.10.2013 01:41 | brusk56

9. sîstema ku min hêj fam nekiriye ka tê de çawa divê bnr.yekê bidim mijarekê.



30.10.2013 19:57 | gordereş


11. formata ku bi ya min ev xal jî dikare lê were zêdekirin:



- peyamên ku mijar tê de kirde/kirar be jî li gorî formatê rast in.



weke mînak mijar "roj tv" be ev peyam wê demê ne xelet e:

- li ser hodbirdê weşanê dike



vê mînakê de roj tv kirar e. şûna ku mirov li pêşiya hevokê "tvya ku" binivîse, wisa kurt binivîse jî bi ya min ne problem e.



15.11.2013 20:55 | simurg56

12. (bnr: fromata jiyana kurdan)



30.12.2013 14:15 | cinorek

13. formata ku gelek valahiyên zagonî û sûda ku mirov ji wan werdigire, dihewîne.

belkî pêdiviyeke mezin bi encûmena tirşikê heye.



30.12.2013 14:20 | dijber

14. di van demên dawiyê de çend nivîskarên nû hatine bi xêr hatine lê tirşikê wek gû kirin formatê nizanin ji sibê heta êvarê li du spakulasyonan digerin tiştekî jî bikêr nanivîsin tenê dev diavêjin ji nivîskarên tirşikê yên din re... Bû 7 roj e ku ez nanivîsim wan ez ji tirşikê sar kirim



15.02.2014 12:37 | ferhenga şikestî

15. tişta ku di van rojên dawî de êdî rêz lê nayê girtin e.

bi taybetî nivîskarên nû hatî û hindiktir ên kevin jî li dijî formatê peyaman dinivîsin. ger wisa dom bike wê tama tirşikê sar bibe.

elbet wê li vir jî niqaş felan bê kirin , lê di bin mijarekê de mirov nikare rasterast navê yekê bide û jê re tiştan bêje. temam fikra te ne li gor yekê be, tu jî bersiva xwe binivîse lê di nav sinorên formatê de .



19.02.2014 14:15 | brusk56

16. tişta ku divê her nivîskarê/a nû yê/ya tirşikê bixwîne û xitim bike û nivîskarên kevnik û efinkî jî carî caran lê vegerin û cariyan lê bînin e.. tişt yanî format..



02.03.2014 01:33 | endazer

17. niviskarên ku li ekşisözlük nivisandina tişteki ên ne zor



02.03.2014 03:58 | dr.fuat

18. formata ku divê bendekî qala sernivîsên anketan jî xwe zêde bike.



sernivîsên anketan, taybetiyên malperên foruman e. DI FORUMAN DE yekî ji herkesî re dipirse û endamên malpERÊ JÎ LI GORÎ FÊMKirin Û AGAHIYA XWE BERSIVAN DIDIN. NUHA DI TIRŞIKÊ KU FERHENGEKÎ ÎNTERAKTÎF E, SERNivîsên anketan dihêwire.



mînak: ku însan ji meymûnan hatibe, ji bo çi meymûnên aniha nabin însan



ev sernivîs qet hewceyî pênasan nake, bi serê xwe pirs e û hêvîdarî bersivan ji nivîskaran bistîne. hek tirşikvanekî rabe û peyamekkî wek jêr bişîne, ne çewt e:



--ka runê li ber çongên min û guhê xwe baş bidî min. ehmeqê ehmaqa li ser pêlnekirî! ma tu qet mirêkê nanerî?! de nuha bicehimî!



çewtî bi serê xwe di sernivîsê de ye û divê formata tirşikê girîngiyekî mezin bide vê pirsgirêkê. li ekşî'yê berê de* ji ber ku nebe forum, sernivîsên anketan çawa dihat vekirin di heman demê de dihat jêbirin; hek ev tişt bi aliyê nivîskarekî çend carê din hatibe çêkirin, ev dibû sedama avêtina nivîskariyê bû Û BI SER DE BERSIV DANA ANKETAN JÎ TIŞTEKÎ NEBAŞ BÛ.



mînakên din:

(bnr: ma tirşik ne ya kurdistanê ye)

(bnr: wek vê rojê di dîrokê de çi çêbûye)

(bnr: gelo rojê çend nivîsên ku agahî di wan de hene di tirşikê de tên nivîsîn)

(bnr: bajarê herî xweş yê kurdistana bakur)

û nizanim çi...



ALIYÊ DIN PIRSGIRÊKÊ, LI BA MIN Ê HERÎ MEZIN JI ALIYÊ gurÊ manco VE HATIYE BILÊVKIRIN. GUH BIDIN Vê dengê: kurdiya tirşikê/23732



25.03.2014 11:46 | biruya hayao miyazaki

19. mijarên anket, ne derî formatê ne.

lê mixabin tiştên ku di bin van mijaran de tên nivîsîn %99 derî formatê ne.

(bnr: sernivîsên anket)

(bnr: mijarên anket)



mijara ku tirşikvanek vedike, dikare navek be, hevokek be an jî pirsek be û hwd. ya girîng ne ev e, ya girîng ew e ku peyamên ku di binê vê mijarê de tên nivîsandin, rave/pênasek bihewînin.



weke mînak ger mijar ma tirşik ne ya kurdistanê ye be;



ev peyam çewt e: "na welleh ne wisa ye"

ev peyam rast e "pirsek bêwate ye. ji ber ku bi çavlêgerandinek xeletiya wê bi hêsanî dikare were dîtin"

ev jî rast e: "(bnr: yaw he he)"

-------------------------------



weke mînak ger mijar bajarê herî xweş yê kurdistana bakur be;



ev peyam rast e: "diyarbekir e."

ji ber dema mirov di binê mijara "osman baydemir" de wisa binivîse jî ne çewt e; "şaredar e"

loma bersiva ku di peyama jor de hatiye nivîsandin, her wiha pênas/raveyek jî dihewîne.

ev jî rast e: "(bnr: amed)"

ji ber ku mijarên ku tenê ji bnr'yan pêk hatiye, derî formatê ne.

----------------------------------



ger mijar wek vê rojê di dîrokê de çi çêbûye be;



ev peyam çewt e: "mala min xera bû"

ji ber ku ev peyam tu rave an jî pênasek nahewîne.

lê ev peyam rast e: "pirsa ku ji bo vê rojê weke "mahsun dev ji sînemayê berda" dikare were bersivdan"

lê nivîsandina peyamek wisa hinekî zehmet e û xwendina wê jî ne xweş e. ne xwezayî ye, loma.

an divê mirov van mijaran derî formatê bigire û weke mijarên taybet bihesibîne, an jî divê mijarên wisa ji holê rake.



-------------------------------------



ger mijar "we îro çi xwar be"



ev peyam çewt e: "pîvaz"

ji ber ku ev peyam rasterast bersiva mijarê ye. tirşikê de armanca her peyamekê ew e ku "mijarê" rave bike û bide nasîn. lê "pîvaz" tiştekî wisa nake. tenê bersiv dide mijarê, ev jî tiştekî rast e.

lê ev peyam rast e: "meraqek berdayî ye û nîşaneya betalbûyîna tirşikvanan e. te çi jê ye?"

weke hûn dibînin, di vê peyamê de pêşîn me mijarê rave kir, piştî raveyê êdî nivîsandin azad e.



26.03.2014 22:18 | simurg56

20. bila peyva format! butonek bibe di bin peyaman de. mina reşşik em wÊ jî bikar binin.



02.05.2014 00:05 | cinorek

21. (bnr: mala minÊ tu jixwe bilbil Î)



02.05.2014 00:33 | oxir

22. -hemu tiştên bo mijarekê tê xwestin ku bê gotin, çiqas dirêj be bila be û çend caran bê guhertin bila bê guhertin weke yek peyam dikare bê nivîsîn, taybetî jî tiştên bên gotin weke hev an jî heman çeşnî bin.



15.05.2014 21:18 | azadixwaz

23. formata ku kutane qûna wê!



26.06.2014 22:00 | ferhenga şikestî

24. formata ku em tu caran nahêlin tu kes destdirêjiyê lê bike *



26.06.2014 22:04 | brusk56

25. (bnr: namûs bû bexdenûs) *



26.06.2014 22:11 | ferhenga şikestî

27. a ku nivîskarên van rojan guh nadinê. birêz nivîskarên hêja ji kerema xwe re gorî formatê binivîsin.



29.10.2014 20:52 | azadixwaz

28. formata ku divê nivîskarên me yên hêja serê carê werin û bixwînin, an na ji rê derdikevin*



30.12.2014 23:23 | ferhenga şikestî

29. formata ku ber bi felişandinê ve dihere mixabin....

tirşik cihê pirs û lêpirsînan nîn e, yên ku dixwazin hînî tiştina bibin bila li mijarên heyî binihêrin, ger ku peyda nekirin bila li ser netê bidin ber gerîn û lêgerînan, xwedê hêş û aqilî bêî sebeb belav nekiriye ji kerema xwe re (ew xwe dizanin) mêjiyên xwe bi kar bînin.

armanca tirşikê ew e ku; hem zimanê kurdî ji aliyê karanînê ve pêşve biçe û hem jî zanîn û dazanînên di derbarê hemû mijaran de bi awayekî rêkûpêk bên nivîsîn, yanê nivîskarên tirşikê dê hem hînî tiştên kerhatî bibin û hem jî dê hînî tiştên kêrhatî bikin û sopînerên tirşikê jî werin tiştina bixwînin. û piştî ku armanca tirşikê pêk hat wê berbelavtir û berfirehtir be da ku li ser tev û tora netê bandora kurdî jî bi awayekî beloq û zelal hebe.

ne hewce ye behsa formatê bikim, li jor bi zimanekî fesih û maqul hatiye ravekirin û daxuyandin, ji kerema xwe careke din bixwînin, kes destên xwe berra qirika kesî/ê nedaye lewma xwe ji ber gotinan neêşînin, hûn mecbur nîn in ku binivîsin, ger ku ji we nehat hûn dikarin bi hêdîka herin lê dema we biryara nivîsandinê girt, qala xwedê afirîner û kêrhatî û berhemdêr bin



08.01.2015 12:32 | ferhenga şikestî

30. tişta ku bi aliyê nivîskarên ku divê ecemî bimana ve qet nayê fêhmkirin e.



08.01.2015 22:02 | nazim tolhildan

31. heq e simurg56 vê rêziknameyê bide çapkirin û ji navnîşanên nivîskarên tirşikê re bişîne, ew nivîskar jî vê rêziknameyê ji serî heta binî bixwînin û îmze bikin û cardî bişînin, dema nivîskarekê tişrikê bi ya vê rêziknameyê nekir hingî em dikarin dozê lê vekin û ceza bikin..




32. dbt ango:

(bnr: destûra bingehîn a tirşikê)



17.01.2015 19:42 | xendekî

33. formata ku weke cinorek gotiye bişkoka format tê de çêbibe wê baştir bibe ye. ev gilî jî ji hêla rêvebiran were kontrol kirin wê gelekî baş çêbibe.



17.01.2015 23:05 | berxweda

34. a ku divê li her nivîskarê tirşikê bi darê zorê bête xwendin. an jî di her guherîne rupelî de rêzikek derkeve pêşberî wî/wê de.



03.02.2015 20:04 | azadixwaz

35. formata ku çend roj e namûs têde nehêliştine, qûn, ran, navran lê hetikandine, çirrandine

oxweşş çi xweş kê ji kê hêrs dibe tê di vir de kîn û nefreta xwe direşîne..



05.04.2015 11:36 | ferhenga şikestî

36. formata ku êdî ez ê dest biavêjimê.

rexneyên tûj me qebûl in

peyamên çirto virto me qebûl in

bersivdana rû bi rû jî me qebûl bû

lê çêr û dijûnên weke "ker", "kurê dêlan", "seg" rasterast li mirovekî wekî bersiv bên kirin, mirov nikare van tiştan qebûl bike. eger û meger ew heqaret jê neyên birin wê peyam bê jê birin!



15.04.2015 17:31 | ceso

38. formata ku ji îro û şûnde divê bêtir bê parastin

ji vir radigihînim; ez ê ji îro pêve her şev hemî entryên hatine nivîsîn bixwînim û entryên ku - ceso li jor kategorîze kiriye jixwe- nakevin kategoriya formatê ez dê jê bibim

heke we dil hebe ku derêfortmatê binivîsin, belasebeb destên xwe pê neêşînin ez ê tavilê jê bibim.



15.04.2015 19:32 | ferhenga şikestî

39. Ez nû dinivîsim vî platformê da kurdi ya mîn nerinde

Formata vira jî ji bo min xeribe. İnşallah moderator min navêjin :d



15.04.2015 23:18 | jeng

40. moderator kesî/ê navêjin..

ji bo kesên ku nû dest bi nivîsandinê kirine em entrya yekem a mijara formata tirşikê pêşniyaz dikin..



15.04.2015 23:19 | ferhenga şikestî

41. Formata tirşikê jî wek tirşikê ye



19.04.2015 23:15 | xelatî

42. bila di vir de heqerata hemberê rêxistinên ku di navê wan de kurdistan dibore qedexe be! û rêxistinên girêdayiya wan!



mînak dema ez heqaretê kîjan serokê rêxistina navê wê de kurdistan hebe bikim bila ez ji vir bêm dûrxistin.



mînak çi kesê ku heqaret li serok Apo li Partiya Karkerên Kurdistan bike bila ji vir heya demekî aqlê wî hat serê wî bê dûr xistin.



Kesê dibêje ez kurd im ne xwediyê mafê heqaretan e. dibe ku tu ne pkkyî bî lê ew gelê ku tu netewperweriya wê dikî piranî pkkyî ne û ji Abdullah Ocalan re dikarin canê xwe bidin. yekî kurd mecbûr e vê li ser milê xwe de bibe. ha dikare siyaseta wî rexne bike bêje ev ji bo kurdistanê şaş e lê nikare wî bêîtîbar bike û heqaretê lê bike. heqareta li wî hatî kirin li hemû hezkiriyên wî tê kirin.



ji xwe mafê tu kesî tune heqaretê kesekî jirêzê jî bike. îcar radibin heqareta serokên kurdan dikin. tu wî serok nabînî ser serû çavan, lê tu mecbûr î rêzê bidî yên wî wekî serokê xwe dibînin...



19.04.2015 23:29 | mele ehmedê nalbendî

43. divê ji aliyê moderatoran ve zêdetir were parastin.

(bnr: bila tirşik nebe forum)



08.05.2015 21:11 | simurg56

46. Em cawa mijar lê zêde dikin?



16.05.2015 11:24 | mircembeli

47. ser sera ser cava



17.06.2015 15:21 | hola êzîda

48. formata ku li ser hişyariya rêvebiran haya min jê çêbûye û bi xwendina we serwext bûme.

berî ku nivîskar dest bi nivîsandina bikin divê teqez bixwînin.



28.12.2015 21:21 | bêhna_piştî_baranê

49. kifş e ku nivîskarên nû hatine, loma divê ev mijar careke dî rojane bibe..

formata ku her nivîskarê/a tirşikê qene carekî be jî bila bixwîne



01.01.2016 21:26 ~21:27 | ferhenga şikestî

50. van rojan, bi tevlîbûna nivîskarên nû, dîsa ji eyar de ketiye..

hevalno! nivîskarên nû! ji kerema xwe re peyama ewil a vê mijarê bixwînin, di ser de jî xitim bikin..

tirşik wek mecrayên dî yên înternetê nîn e, pîvanan wê hene..

peyama ku hûn dinivîsin divê li gorî formatê be.. ji kerema xwe re hay jê hebin



30.03.2016 22:42 | ferhenga şikestî

52. Waweylê... ka artîstiyê binêr. hêdî hêdî hîn dibin yaae. tu dibe qey ferhenga şikestî di zikê diya xwe de Dizanibû bikaranîna tirşike.



30.03.2016 22:54 | gulêê

53. (bnr: formata tirşikê)



30.03.2016 23:02 | ferhenga şikestî

54. Seyda ê willah gulêê heqe min bixwe bikaranîna ferhengê bi tirşîkê zanîye. Tihem tihem tihem ev entry jî dijî formatê ye. Wê çêbe seyda wê çêbe*



30.03.2016 23:06 | azad30

55. (bnr: yakarım lan hepinizi)



30.03.2016 23:08 | gulêê

56. A ku pir giring e. Hevalên nû di serîde baş fêhm nakin lê ya ku cudahî navbera ferheng û forumande çêdike ev format e. Divê her peyam gorî formatê be ku malper jî bi rêkûpêk û bi kêrhatî be. Ez sipas dikim ji bo hemu peyamên hevalên nû lê li gorî formatê bin wê gelek baştir be.



31.03.2016 12:16 | azadixwaz

57. formata bi taybetî ji bo tirşik nebe weke forumekê hatî ferzkirin e. lê van rojan û ya rast hingî roja paştir e peyamên ne li gorî formatê zêde dibin. hin kes endamên nû weke sedem nîşan didin û dibêjin hêdî hêdî wê hînî formatê bibin lê yên peyamên wisa dinivîsin ne tenê yên nû ne. gelek peyam hene tam bi formata forumêda ne.

ez naxwazim van peyaman hemuyan paqij bikim lê ev yek bi min pirsgirêkeke giring e.

emê çi bikin hevalno?

pêşniyarek: (bnr: civîna moderatoran)



12.04.2016 18:05 | azadixwaz

58. ji bela nivîskarên tirşikê dilê xwe ji jêçûyîna peyamên xwe digirin, zû bi zû naşêm peyamên derê formatê jê bibim, hingê xwe diqehirînin û mijarên berredayî vedikin..



12.04.2016 19:10 | ferhenga şikestî

59. bi lêzêdekirina rêzika li jêr, hat rojanekirin;

"- Her çiqas bi şikla xwe li gorî formatê be jî, nabe ku nivîskarên tirşikê ji sibehê heta êvarê trolliyê bikin, peyamên ku naveroka wan vala ye binivîsin ku di van peyaman de tu agahî/analîz an jî bîranînek orjînal û kêrhatî tune."



16.10.2016 22:34 | simurg56

60. formatê ku çend roj e heyfa wê ye. gelo ez gaziya kîjanê bikim bêhtir e?

simurg56 the architect an unesco



02.04.2019 12:38 | mirovekirind

61. divê van rojan dîsa bi puntoyên gir li jor a sernavan be da ku her kesê nûhatî cara ewil xitim bike û dûre destnimêja xwe bigire



01.12.2019 14:15 | ferhenga şikestî

62. Formata ku ez kê vedixwînim tirşikê berê behsa vê yekê dikim.



01.12.2019 14:25 | biaqila malê

63. formata ku min jî nizanibû lê aneka ez hîn bûme ye. Divê tirşikvanên weke min çomez dest bi vê dersê bikin û paşê binivîsin *



01.12.2019 21:43 | xabûrî

64. a ku divê em ji bîr nekin.

dema yekî di derbarê tiştekê de peyamek binivîse, rasterast mirov nikare bibêje "gelek spas" an jî "ne wisa ye mesele wisa ye" felan.
divê peyam pênasek vehewÎne.

Û meseleye din jî heye. divê her mesele di bin sernivîsa xwe de were niqaş kirin. carinan yek sernivîs tê vekirin. xweyê sernivîsê peyama xwe dinivîse. yekÎ tê meselê dikşÎne aliyekî din. paşê mirov dinêre, peyamên li dû wan hatî bi tevahî bêeleqayê sernivîsê ne. ji bo niqaşa meseleyên ji kerema xwe re sernivîsek din vekin.



02.12.2019 00:44 | brusk56

65. Formata ku ji bo pergala Tirşikê rast bixebite hatîye amade kirin.Ez jî nû hîn dibim.Kêmasîyên wê hene ,bi taybetî mobîlê da bi kar anîna wê hinek zor e.



02.12.2019 00:58 | mêrxasê serhedê

66. formata divê êdî dimilîya wê jî bê amade kirin. nivîskarên me yên dimil zêde dibin.



01.01.2020 23:59 | berxweda

67. formata ku min heb nexwendiye. * bi ceribandin û çavdêriyan hînê tirşikê bûm. ;)

lê ev ne merîfet e. teralî ye. divê ez bixwinim.:/



02.01.2020 10:03 | xelîl

68. Angorê wê formatê divê nivîskar rasterast bersiv nedin hev û din.
Lê di bin çend mijarên (bnr: tirşik forum), (bnr: tirşik translate) gellek caran Bersiv lazîm dibe.
Lowma xwezî ji bo wê qeydê çend mijar ben îstîsnayî kirin.



11.01.2020 10:36 ~10:37 | cinorek

69. di seranserê tirşikê de derbasdar be jî jixwe di mijarên weke tirşik forum û tirşik translateê de kes guh nade formatê û moderatoran jî çavê xwe jê re girtîne.
jixwe di peyama ewil ya mijarê de jî ev yek hatîye gotin û kesî îtîraz nekiriye: tirşik forûm/19799 (ne xelet bim, wê demê oxir moderator bû)



11.01.2020 10:59 | simurg56

70. (bnr: mijarên derî formatê)



12.01.2020 11:10 | simurg56

71. (bnr: makezagona tirşikê)



15.02.2020 23:10 | tîrêj zana 21

72. Formata ku kutana wê gelekî xweşiya tirşikvana dibe.rojê çend cara bêyî kutana wê hewiya tirşikvana nayê. Law temam bes lêxin zilam mir.



21.03.2020 00:32 ~00:33 | tîrêj zana 21

73. Formata ku di van rojên ku endamên nû yên tirşikê zêde dibin de divê were xwendin, fêhmkirin û sepandin da ku were zanîn ku li vir ne medyaya civakî û ne jî forumên din ên virtîvala ye.*



31.03.2020 03:15 | xelîl

74. Belê divê carnan mirov mijara formatê hişyar bike , dema ku dîtin bila bêjin waa tiştek wisa jî hebû .Wê demê em êdî bi format binvîsin.Lê carnan jî format pirr bêhn teng dike wek jîyanek her tim bin dîsîplîn û rêzikan de.
Guh nedin min tirşikvanon , formatê ji bîr nekin.



31.03.2020 03:27 | brzn

75. rêbera bikaranîna tirşikê ye. divê bê xwendin.



12.04.2020 16:23 | de facto hozan

76. hazir tirşikvan pir in, formatê bînim bîra wan yê hêj ne xwendî.



01.05.2020 21:36 ~21:36 | de facto hozan

78. Formata ku tirşikvanan di şerê xwe de herimandiye. Hûn nikarin rasterast bersiva hev du bidin. We fahm nekiriye qey?



02.05.2020 15:30 | biaqila malê

79. Peyamên ku li gor wê nîne vê gavê ji aliyê moderatoran hatine jêkirin.



02.05.2020 16:13 | kajav

80. formata ku li gor keyfa moderatoran dişixule. ji ber li ber rojên bêdeng û bênîqaşên tirşikê îro rewşek awarte heye, moderator jî ji nîqaşên olî heznakin piranîya peyamên derbarê mijarên olî de jêbirine. lê ji bo mişkekî agir berdane kadînê. li gel peyamên ji dervey formatê yên li gor formatê jî jê birine. ev jî dibe kiryarek keyfî. sansur nayê qebûl kirin. di peyamên min de tiştek dervey formatê nîne.



02.05.2020 16:17 | hespêsor

81. tenê tiştek me lazime ew jî xweşbêjî ye. hun dikarin ser zimanê pakî hev seraxtkin. dil pakî be ziman, ziman pakî be dil xweş dibe. kê fikrê xwe bêje gerê em giram bigrin (rêzbigrin).
spas



02.05.2020 16:28 | doesntmatter

82. Ji min re dibêje 10 peyam bişîne paşê em e peyamê te parve bikin. Ew ji bo çi ye?



02.05.2020 18:01 | vîta

83. hinek tirşikvan hene tirşikê weke forum bikar tinin.
di bin mijarakê de paş hew 2-3 heb peyaman dinivisin. ez dibêjim ew ne gorê formata tirşikê ye.
(bnr: heval.js)
xwezî moderetorên me agahiyê bidin wan.
ger peyameka we heye û dixwazin tiştek lê zêde bikin wê demê peyama xwe ya berê serarest bikin.



12.03.2021 14:21 ~14:24 | elaziz izzetpasa camii

86. formata ku di serî de wek gelek kesên ku îro rexne dikin û hwd. min jî guh nedida ye, lê îro bawer im ez baş hînbûme û heta ji min tê ez dêrî formatê jî nanivîsim. ger hûn li peyamên min yê ewil binêrin hûnê jî bibînin ku ferqa mi ji zarokekî penç salî tune bû *
(bnr: eksa torîya)
ne tenê ez jî çend nivîskarên ku îro dikarim bêjim, nivîskarên tirşikê yê herî hêja û têra xwe zîrek hene ku demekê ew jî wek min dêrî formatê dinivîsandin lê îro peyamên naverokan wan bi qîmet û qelîte dinivîsin.
(bnr: tîrêj zana 21)
(peyamên di derheqî wî de yê ewil û yê dawî bixwînin, hûnê ferqê baş bibînin, her hebî bira )

îro dixwazim vê bibêjim, kesên ku îro nivîskarên berê rexne dikin hê li vir çend mehên we li vir çêbûne tên qala serhildanê dikin *, belê ez jî wek we bûm, lê formata tirşikê diyar e, kesê ku dêrî formatê binivîsin, mafê nivîsakara heye ku rexne bikin û hwd., ji bilî dijûn û heqeratan. û jixwe kesekî ku dîjûn û hwd. bikin yekser peyamê wî ji aliyê rêveberiyê vê wê bên jêbirin...

hin nivîskara qala bikaranîna emojiya kiriye, bawerim tu pirsgirêka wan bi formatê re tune, ez bi xwe jî bi kar tînim.



19.05.2021 09:56 ~10:01 | merwano

87. Format bixwe stûna bingehîn û sereke ya tirşikê ye. Hîngê ger hûn dev ji Formatê berdin û bi kêfa dilê xwe lotikan biavêjin, ti obsiyona ferhengê namîne. Wê Ferhenga interaktif bibe forum. Formata forumê cuda ye, ya ferhengê cuda ye. Kesên ku hej ji forumê dikin bila herin li Foruman binivîsin kesî negotiye tu çima derî forumê. Lê bes li vir ferheng e armanca ferhengê jî ew e ku nasîn, danasîn, agahî û pênas e.
Û wek li jor jî hatiye gotin kesên ku du sê meh in dinivîsin behsa serhildanê dikin bi kerê nikare dibeze kurtan *



19.05.2021 11:27 | ferhenga şikestî

88. xwezî di nav peyama formata tirşikê de çend heb agahî derbarê wan jî hebe:
(bnr: jêgirtin)
(bnr: sîtasyon)
(bnr: çavkanî)



20.05.2021 15:45 | cinorek

90. Eşkerekirin an hewldana eşkerekirina navê nivîskarek yê herî berevajî formata tirşikê ye.
Îro yek ji nivîskarên tirşikê xeletiyek wisa kiriye.
îstîxbarata tirşikê/135708
Nizanim armanca xwe çiye. tiştê ku ew dike qet ne henek e.
divê rêveberiya tirşikê ji bo hereketên wisa hin pergala cezakirinê bicîh bîne.
---
Edît: peyam hatiye jêbirin. Sipas. Lê me reşşikeka xwe jî hildaye.*



09.08.2021 07:46 ~2021.08.10 02:36 | cinorek

91. wek cinorek li jor gotiye divê endamên tirşikê bimînin anonîm, him ji ber rewşa polîtîk a kurdên bakur tê de ne him jî ji ber dixwazin peyamên wan bimînin nepen. ya rastî min xwe eşkere kiriye û bi gelek tirşikvanan re him rû bi rû him jî li ser medyaya civakî bûme heval lê hin kes jî hene dixwazin bimînin anonîm. bi awayekî henek jî be divê navê kesê li vir neyê dayîn.



09.08.2021 09:25 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» formata tirşikê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî