Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
tirşik vs facebook - tirşik
tirşik vs facebook
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sibê heta nîvê şevê parvekirina videoya, nêrîna wêneyên xelkê, şirovkirina rewşê, lîstika facebookê tirşik gelek xweş e.



12.03.2014 00:49 | rêzan

2. tiştekî dî jî heye ez pirtûk bixwînim an bikevim tirşikê de *



12.03.2014 00:50 | rêzan

3. berhevdana ku ji bo mi hema bêje herdem tirşik serdikeve ye.

ji xwe facebook êdî ne wek berê ye. tu kes tiştek parve nake. êdî tenê hinek kom ku xwedî gelek şopîneran e tiştan parve dikin. yanê gelek hindik kes şîroveyên xwe dinivîsin û parve dikin.

lê tirşik ne wisa, mirov kengê bixwaze dikare bê û hema bêje di derbarê hemû tiştan de şîrove û analîzan bixwîne an jî binivîse.

lewma ê bi ser dikeve tirşik e . her bijî tirşik



12.03.2014 00:54 | brusk56

4. (bnr: medrese vs kadîn)

(bnr: zanîngeh vs kreş)

(bnr: ked vs belaşî)

(bnr: hilberandin vs qedandin)



danberhevdana ku dê sedî sed tirşik bi serketî jê derkeve..

ji ber ku armanc û hedefa tirşikê hene lê feysbûk ji bo bihurandina demên vala ye, di tirşikê de popûlîzm tune ye lê popiyên bikarhênerên feysbûkê hene*

ji bela ku tirşik.net li ser hîm û bingeha popûlîzm û xwe'tetmînkirin û têrkirina egoyê ava nebûye qewî kesad e bazar

camêr û canikên hêja li ser feysbûkê wêneyên xwe yên ku bi retrica hatiye girtin li gel helbesteke beredayî parve dikin û hetanî nîvê şevê li benda (vnbr:like ) disekinin..

hama bêje herkes di nava vê klasmanê de heye, çi helbestkar çi çîroknûs û çi nivîskar û ne çi..

şîroveyên bikarhênerên feysbûkê yên di bin şandeyên siyasî de tên nivîsîn cihê henek û tinazan e ku kengî bêhn li min biçike û teng bibe şîroveyên ha dixwînim û bêhn li xwe vedikim

lê entryên tirşikê tijî û tije ne gelek tiştên xweş û girîng ji tirşikê hîn bûm lê ji xwe dipirsim gelo ji feysbûkê ji xeynî qeşmeriyê ez hînî çi bûm? hemû tişt derbasdar bû û qediya çû

di feysbûkê de hevalên nivîskarên kurd ji 5 hezarî zêdetir e lê tu dinihêrî pirtûka nivîskarê ha bêhtirîn çarsed heb hatine firotin* yanê qadeke qeşmer, dirû, bêciddî û derew..

ez dema ku bi tirkî tiştekî ne hêjayî ecibandinê parve dikim, hahoo herkes ecibandiye lê dema bi kurdî tiştekî pirr xweş an jî girîng an jî tije û kûr parve dikim weeey waweylê tirşik kezeba min dike di devê min re derkeve ji qahra!

jixwe bû 2 roj e ku min feysbûka xwe betal kiriye ji lew êdî têde hilnayêm bila hemû bikarhênerên tirşikê dev ji feysbûkê berdin û rêya xwe bizivirînin rêya rastî! werine tirşikê



24.09.2014 21:38 | ferhenga şikestî

5. Tirşik 1.25 - facebook 4.34.*



24.09.2014 21:48 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên ku wêneyê profîlê bi kar nayînin
» facebooka kurdî-kurmancî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî