Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
ferhat tunç - tirşik
ferhat tunç
(0) (0) (14)
di mijarê de bigere

1. hunermendê hêja ku vê deqeyê mil daye tabuta berkin elvan û cenazeyê dibin goristanê.



2014.03.12-14:07 | simurg56

2. siyasetmedarê dêrsimê ye û ji bo dêrsimîyan, mixabim wek kamer genç hêja nîne.



2014.03.12-16:21 | nazim tolhildan

3. stranbêjê ku berê nêzî tevgerên wek tîkko û dhkpc bû. lê paşê dem borî dewran qulibî dewr û dema wan tevgeran qediya, wî jî berê xwe da pkkê û kurdistanê.



2014.03.12-17:40 | oxir

4. stranbêja ku min wî îro cara ewil li cenazeya berkin elvan dît. mêrxaso gelek xemgîn û betilî xuya dikir.



2014.03.12-23:13 | biruya hayao miyazaki

5. stranbêjekî ku hîç kêfa min jê re naye. xwezî ew sitranan nebêje...



2014.03.13-23:44 | gêjê

6. hûnermendê ku îro li rojavayê kurdistanê ye.

https://twitter.com/ferhatttunc



2014.04.16-19:01 | oxir

7. hûnermendê dêrsimî ê ku çend sale hewl dide ku bibe parlementer û bikeve meclisê de lê mixabin dersimiyên zalim wî hilnajêrin.



2014.06.11-17:53 | karmatî

8. kesê dersime tine bîra mirov.



2014.06.11-20:22 | ciwanpiroz

9. ji bo wekiliya dêrsîmê, ji hdpê namzet bû. lê hdpê, du kesên din kiriye namzet.

îro axiviye û gotiye dilê wî ji partiyê nemaye û wê weke neferek dîsa di nav rêxistinê de têbikoşe.

helal be jê re.



hilbijartina borî, gelê dêrsîmê wî nehilbijartibûn.



2015.04.08-18:44 | simurg56

10. boriya sobê



2015.04.09-00:26 | tivirloismail

11. ji bo min ne siyasetmedar e, hunermendekî serketî ye û her jî wisa bimîne..

tê bîra min dema ez zaro bûm, min çend meh pereyên xwe xerç nekirin û min sê albûmên camêr kirîbûn, ji bo min li gaveke pêşiya ahmet kayayî bû, ji lew min ji ahmet kaya'yî bêtir ji vî camêrî hez dikir û di zarotiya xwe de(qederekî dozdeh salî bûm) min gelek stranên wî jiber kiribûn..

wan çaxan hay ji mûzîka kurdî nîn bûm, li qersê dijiyam û têkiliya min û kurdayetiyê qut bû bû, min bi derfetên xwe, xwe digihande tarza mûzika xweser..

belê, bi tirkî distrê, lê divê mariv heqê wî nexwe gelek stranên xweş çêkiriye ku hê jî guh didêrim



2015.04.09-22:01 | ferhenga şikestî

12. looser



2015.04.10-00:35 | derdo

13. (bnr: ahmet kayayê ku dije)

(bnr: dil ji polaye)

stranbêjek zazaye(kurde) pirahî bi tirkî sitirîye, sitranên wî yek ji yekî xweştire. hunermendê hêjaye ku meriv wî gohdar bike.



2015.10.02-22:04 ~22:07]| shorbevan

14. (bnr: yekî guhdarîkirin)

(bnr:li yekî guhdarîkirin )



2015.10.02-22:22 | dijber

15. Ji xeynî hunermendiya xwe aktîvîstekî hêja ye



2017.09.25-23:15 | robar cilo

dengdanên dawîn (Yên Din..)
sterlîn [1]
Sterling an jî Pound. nîşaneya wî £, koda wî jî GBP ye. diravê Qraliye...
social phobia [3]
nexweşiya ku dema çareser nebe jiyana mirov rûdixîne. nexweşiyeke derû...
jan dost [1]
nivîskarekî gelek serkeftî ye. Lê nizanim çima pirtûkên wî nayên çapki...
rola kurdan di şêra navbêra azerî ermeniyan de [1]
welatê ku dikeve navbêra qarabax û ermenistanê welatê kurdan e...
cefilîn [1]
Lerizîna Ji ber tirs û xofê ango sarî, mahd xeliyê, kelêcanê. Gotina (...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferhat pîrbal
» tuncelî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî