Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 6 peyam
    tiştên ku dilê mirov ji tirşikê sar dikin - tirşik
    tiştên ku dilê mirov ji tirşikê sar dikin
    (19) (5) (19)
    di mijarê de bigere

    1. nivîskarên ku ji ew kesên ku dixwazin xeletî bê sererastkirin Û carina jî bi henekî ew peyaman dinivîsin, hez nakin û giliyên wan dikin.



    2014.03.13-17:20 | mergehez

    2. (bnr: hindikbûna mijar û peyaman)



    2014.03.13-17:25 | simurg56

    3. (bnr: peyamên ne li gor formata tirşikê)

    bi rastî ha. bê henek.

    tişta herî zêde min ji tirşikê sar dike ev e. carinan dibînim ku mijarekî xweş hatiye vekirin. peyaman dinêrim, heçko mirov di facebookê de şîroveyan binivîse, 2-3 peyam hatine nivîsîn. aha wê demê sermayek min digire, çilmê min tê, serê min diêşe felan



    2014.03.13-19:49 | brusk56

    4. tunebûna versîyona mobîL.



    2014.10.22-00:02 | seydayê_peyvan

    5. nivîskarên ku nanvîsin.



    2014.10.22-00:04 | emûmar

    6. nivîskarên gorî formatê nanivîsin, û weke şerê navbera du kesande rasterast bersivan didin hev.



    2014.10.22-11:13 | azadixwaz

    7. tunebûna endazere henek yaw bizorê hinek bêhna me derketîye nevxêro ji kuda ket bîra min..



    rewşa ne xweş ya ku li dervayê tirşikê di qewime pişta min dişkêne de were di bunalım depresyon û bi psîqolojîya xerabû bi nivîsîne ji xwe derdê di tirşikêda ne derdekî ku dilê meriv sar bike



    2015.06.09-21:25 | shorbevan

    8. (bnr: di tirşikê de guhertina navên tirşikvanan)

    yanî hişê min bal da naçe ka bê çima em nikarin navê xwe degiş kin.



    2020.10.14-21:40 ~21:48]| bûtîmar

    9. (bnr: bila navê hozan serhad were guhertin)



    2020.10.14-21:44 | yûsiv

    10. Ez fêhm nakim, ewqas rêveber û edîtor hene, lê tu li wan dinêre yên ku aktîf in, 5 kes hena yan jî nîn in. Yek ji wan berî niha bi salekê teketin kiriye, min çi fêhmkir ji rêveberiya vî/ê kesê.

    Dema pirsgirêkek çêbû, em ê ji kê re bêjin?



    2020.10.15-10:23 | merwano

    11. Bêguman hevalê merwano rast gotiye. Bi rastî motivasyona mirov dikeve û destê wê/wî naçe nivîsandinê. Divê nûjeniyên nû bihê û bi min divê interface a tirşikê jî bê guherandin.



    2020.10.15-10:45 | yûsiv

    12. mehek berê min şîfreya xwe ya tirsikê bîrkir û bo vê min tirsik.net û twitterêda bo gûhertina şîfreya xwe peyam şand hema mixabin kes minra nekete teqilîyê. min bo alîkarîya (bnr: merwano) şîfreya xwe nû hilda û min dîsa dest pê nivîsê kir.
    gerê admînên dikarin ser tirsikê bisekinin bibin admîn.



    2020.10.15-15:27 | doesntmatter

    13. Tirşik xwediyê potensiyelek mezîn e.
    Dive weke şirketek bibe û ofîs û çend xebatkarên wê hebin.
    Ger simurg58 nikara çêke bila tirşikê weke hisse ji tirşikvanan parve bike.



    2020.10.16-10:04 | cinorek

    14. Ti tişt jî dilê meriv ji tirşikê sar nake. Pirsgirêka herî mezin, kêmbûna jimara nivîskarên çalak in. Dema yekî çalak demekê nanivîse, tirşik dimîne di bêdengiyê de. Ev jî asayî ye. Jiber ku em hemû xwedî kar û malbat û berpirsiyarên din ên rojane û civakî ne. Herkes nikare her roj bikeve tirşikê û peyaman binivîse.



    2020.10.16-12:29 | xelîl

    15. ji bo min li deşta tirşikê îro ye.
    kengî dikevim tirşikê û ev beş derdikeve pêşiya min, tu cidiyeta tirşikê li cem min namîne, çima heye, bi kêrî çi tê nizanim? min çi jê ye kî çend pûan dabin kîjan fîlmê? çi xema min e nivîskariya kîjan çomezî - ev peyva çomez bi xwe cihê jêsarbûnê ye ya rast- hatiye erêkirin?
    dixwazim dema ketim tirşikê peyamên baş û bijarte min pêşwazî bikin ne kurtepistiyên li ber dora tenûrê û hew!



    2020.10.17-21:11 | endazer


    17. Zêde tirşbûna tirşikê
    Dema ku firingî (bacanên sor) zêde tirş bin weke hûn dizanin tirşik jî zêde tirş dibe û nayê xwarin. Ez wê demê naxwazim tirşikê bixwim, dilê min jê sar dibe.



    2021.08.09-19:31 | xabûrî

    18. tirşikvanên ku hem kêm nivîskar dixwazin û hem jî ji hindikbûna peyaman aciz dibin.



    2021.08.09-19:43 | heval.js

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tirşik forûm [1]
    @heval.js hate serrastkirin. sebeba wê baş nizanim. lê heke te vpn bi ...
    rojbûn [1]
    min ji hevalekê xoresanî zadroj bihîst. bawer dikim ji ber ...
    the book of boba fett [1]
    pêşîn: moderatorno, min xwest ku mijarê wekê "the book of...
    axivîna whatsappê ya di navbera parlementerên hdpyê de [2]
    rewşa ku divê bi capsek bê ravekirin. minak: ji bo (stur: axaft...
    18.01.2022 berfa ku dê li bakurê kurdistanê bibare [1]
    di navbera saet 15.00 û pêncşemê saet 12.00ê ji antepê heta sêrtê wê b...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » tiştên ku dema mêrdîn tê gotin tên bîra mirov
    » dilê min bû bahra belek
    » mirovên ku nikarin bêjin malî ava/spas
    » tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
    » sar kiz nakim

    Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî