Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
tiştên ku dilê mirov ji tirşikê sar dikin - tirşik
tiştên ku dilê mirov ji tirşikê sar dikin
(19) (4) (1)
di mijarê de bigere

2. nivîskarên ku ji ew kesên ku dixwazin xeletî bê sererastkirin Û carina jî bi henekî ew peyaman dinivîsin, hez nakin û giliyên wan dikin.



13.03.2014 17:20 | mergehez

3. (bnr: hindikbûna mijar û peyaman)



13.03.2014 17:25 | simurg56

4. (bnr: peyamên ne li gor formata tirşikê)

bi rastî ha. bê henek.

tişta herî zêde min ji tirşikê sar dike ev e. carinan dibînim ku mijarekî xweş hatiye vekirin. peyaman dinêrim, heçko mirov di facebookê de şîroveyan binivîse, 2-3 peyam hatine nivîsîn. aha wê demê sermayek min digire, çilmê min tê, serê min diêşe felan



13.03.2014 19:49 | brusk56

5. tunebûna versîyona mobîL.



22.10.2014 00:02 | seydayê_peyvan

6. nivîskarên ku nanvîsin.



22.10.2014 00:04 | emûmar

7. nivîskarên gorî formatê nanivîsin, û weke şerê navbera du kesande rasterast bersivan didin hev.



22.10.2014 11:13 | azadixwaz

9. tunebûna endazere henek yaw bizorê hinek bêhna me derketîye nevxêro ji kuda ket bîra min..



rewşa ne xweş ya ku li dervayê tirşikê di qewime pişta min dişkêne de were di bunalım depresyon û bi psîqolojîya xerabû bi nivîsîne ji xwe derdê di tirşikêda ne derdekî ku dilê meriv sar bike



09.06.2015 21:25 | shorbevan

10. (bnr: di tirşikê de guhertina navên tirşikvanan)

yanî hişê min bal da naçe ka bê çima em nikarin navê xwe degiş kin.



14.10.2020 21:40 ~21:48 | bûtîmar

11. (bnr: bila navê hozan serhad were guhertin)



14.10.2020 21:44 | yûsiv

12. Ez fêhm nakim, ewqas rêveber û edîtor hene, lê tu li wan dinêre yên ku aktîf in, 5 kes hena yan jî nîn in. Yek ji wan berî niha bi salekê teketin kiriye, min çi fêhmkir ji rêveberiya vî/ê kesê.

Dema pirsgirêkek çêbû, em ê ji kê re bêjin?



15.10.2020 10:23 | merwano

13. Bêguman hevalê merwano rast gotiye. Bi rastî motivasyona mirov dikeve û destê wê/wî naçe nivîsandinê. Divê nûjeniyên nû bihê û bi min divê interface a tirşikê jî bê guherandin.



15.10.2020 10:45 | yûsiv

14. mehek berê min şîfreya xwe ya tirsikê bîrkir û bo vê min tirsik.net û twitterêda bo gûhertina şîfreya xwe peyam şand hema mixabin kes minra nekete teqilîyê. min bo alîkarîya (bnr: merwano) şîfreya xwe nû hilda û min dîsa dest pê nivîsê kir.
gerê admînên dikarin ser tirsikê bisekinin bibin admîn.



15.10.2020 15:27 | doesntmatter

15. Tirşik xwediyê potensiyelek mezîn e.
Dive weke şirketek bibe û ofîs û çend xebatkarên wê hebin.
Ger simurg58 nikara çêke bila tirşikê weke hisse ji tirşikvanan parve bike.



16.10.2020 10:04 | cinorek

16. Ti tişt jî dilê meriv ji tirşikê sar nake. Pirsgirêka herî mezin, kêmbûna jimara nivîskarên çalak in. Dema yekî çalak demekê nanivîse, tirşik dimîne di bêdengiyê de. Ev jî asayî ye. Jiber ku em hemû xwedî kar û malbat û berpirsiyarên din ên rojane û civakî ne. Herkes nikare her roj bikeve tirşikê û peyaman binivîse.



16.10.2020 12:29 | xelîl

17. ji bo min li deşta tirşikê îro ye.
kengî dikevim tirşikê û ev beş derdikeve pêşiya min, tu cidiyeta tirşikê li cem min namîne, çima heye, bi kêrî çi tê nizanim? min çi jê ye kî çend pûan dabin kîjan fîlmê? çi xema min e nivîskariya kîjan çomezî - ev peyva çomez bi xwe cihê jêsarbûnê ye ya rast- hatiye erêkirin?
dixwazim dema ketim tirşikê peyamên baş û bijarte min pêşwazî bikin ne kurtepistiyên li ber dora tenûrê û hew!



17.10.2020 21:11 | endazer


19. Zêde tirşbûna tirşikê
Dema ku firingî (bacanên sor) zêde tirş bin weke hûn dizanin tirşik jî zêde tirş dibe û nayê xwarin. Ez wê demê naxwazim tirşikê bixwim, dilê min jê sar dibe.



09.08.2021 19:31 | xabûrî

20. tirşikvanên ku hem kêm nivîskar dixwazin û hem jî ji hindikbûna peyaman aciz dibin.



09.08.2021 19:43 | heval.js

21. (bnr: tirşikvanê ku wateya zêdebûn û zêdenebûnê nizane)
Temam em keniyan belav bin *



09.08.2021 20:02 | merwano

22. tenêbûna min.



30.09.2021 20:54 | heval.js

23. Tirşikvanên ku ji ber nivîsîna çend heb peyaman xwe wek xwedîyê tirşikê dihesibînin .



16.10.2021 18:47 | xemakê

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên mirov lê ecêbmayî dimîne
» dilê rezîl
» mirovê ku karê wî tenê raketin e
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» sarmaşık

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî