Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
bizim kürçemiz değişik - tirşik
bizim kürçemiz değişik
(7) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ji bo neaxaftina kurdî, hêcetek din e. ew kesên wisa dibêjin, hemû devokên tirkî zanin û heta carinan bi devokên cuda yên tirkî espriyan jî çêdikin.



13.03.2014 21:43 | simurg56

2. Ev hevok destpêka asîmilasyona fizîkîya, hêdî hêdî a ruhî,giyanî tê û pêvajo bi ser dikevê..ango kurdbuna van kesan tenê li gundê wan,taxa wan,bajarokê wan xwe dije...



13.03.2014 22:03 | janbarblues

3. gotineke ku ji aliyê kesên ku nizanin bi kurdî biaxivin ve tê gotin.

mala bavê min torÎ ne Û mala diya min jî xerzî ne ji loma her du devokan jî baş dizanim. her wiha gellek hevalên min ên serhedî, botî û behdînî çêbÛna ku me demeke dirêj bi hev re derbas kiriye. ji loma ji wan devokan jÎ baş fêm dikim. di heyeta xwe û bavê xwe de min ti kesî nedîtiye ku ji min re bêje "ez ji zimanê te fêm nakim" lê belê yên ku kurdî nizanin wekî hencet ev tişt dibêjin û dîn û îman ji serê min dibin.



13.03.2014 22:57 | oxir

4. (bnr: tu yî "degişik")



22.12.2015 18:39 | brusk56

5. Yek jî sebeb ev e ku kurd bi hev re kurdî xeber nadin. Gava ku xeber didî, tenê peyveke cûda ji herêmeke din be, li wir xeberdan êdî diqede dizivirî li ser Tirkî usa dewam dikî.

Pêla hanê, Nasekî min ê ji kurdên anatoliyayê ya bajarê qonyayê re min pirsî tu kurdî dizanî? go "bizim kürçemiz değişik" min jî bersiv da ne muhim e dê let's speak Kurdish bi mi re, ew go "azksibaharimokoo" paşî min jê re go, te got "ez ê sibê herim kû", go e rast e min usa go. Hal mesele ev e, piçekî xîret bikî çêdibe.

Ez hê Tirkekî gundî ji niğde yan jî Çanakkale gava xeber dide gotina wê ya Tirkî %30 fam nakim. Çima ya wana dibe ya me nebe...



13.05.2017 00:45 ~01:10 | mîr

6. Tûyî değişik ûlen.



12.10.2017 19:38 | cinorek

7. Min ev gotina zêde cem kurdên kurdî nizanin bihistîye çawa dibe an ra kurdî diştexilim dêjin ^kürtçemiz değişik bizim^ wî gotina xwe jî tirkî dêjin fêm nekirinê hê zimanê me dewlemende tenê tirkî dêjin ^konuşmak^ em tenê zaravayê kurmancî da dêjin axaftin,peyivîn,şor kirin,şitexilîn,xeberdan,qise kirin ... gotinên kin zimanê me yek e tenê dewlend bûna wî dereng him dibin dêjin zimanê me ne yeke devoka herema jî diguhire bo wî jî dêjin ema ev jî zêde tiştek nê fêm kirin nîne mînak hine botî tîpa r nabêjin gava xeber didin nabêjin ^bawer dikim^ ^bawe dikim^ dêjin ev tiştana gerek nebin hêceta axaftina kurdî



20.11.2017 01:25 | nijdar glîdax

8. Dema vî hevokê dibihîsim dilê min li hev dikeve û hişê min diçe û ez dîn dibim.Piştre bi xwe xwe dibêjim sekan be sekan be û kkere kerr ji wir dû dikevim.Carek din silav nadimê



31.03.2019 12:42 | brzn

9. hevoka ku bi pirranî ji alîyê kurdên kurdînezan ve wek hincêtek tê bikaranîn û emilandin. nezanî û bêxîrêtbûna xwe diveşêrin li pişt vê hevokê.

carinan jî dema qala kurdî tê kirin dibêjin "keşkem ben de senin gibi okuyup yazabilsem" (xweziya min jî bikaribûya wek te bixwunim û binivîsim). dibêje qey ji jor ferman hatiye dayîn û kurdî ji alîyê cebraîl ve wek wehî bi min hatiye xitimkirin.

(bnr: tiralê bexdayê)



05.12.2019 11:00 ~11:01 | xelîl

10. Nabêjin, wele heta îro min peyvekek Kurdî nexwendiye. Carekî min meraq nekiriye ku ehmedê xanî kî ye. Em kî nin, zimanê ku dipeyîvim li ku hatiye. Bêmejutî û asta xwe a piçûk qebûl nakin, şûna wî zimanê ku diaxifin (di rastî de neaxifin) sucdar dikin. Piştre aqil jî belav dikin, dibêjin (bnr: sizin kürçe orjînal)



05.12.2019 12:22 ~12:23 | kajav

11. Ecêb e ji min re pirranî dibêjin: "sizin kürtçeniz biraz değişik" * bawerim ev hevok û ya din du ji versiyonên "anlıyorum ama konuşamıyorum" ê ne. Belkî wê gotineke ji xwe mezintir be lê yên ku van gotinan dikin bêyî îstisna kesên teral û nezan in û piçekî jî bêesil. Kurdî û Kurdistanîbûn ji van kesan re ne xem e. Ji ber vê ye ku gotinên wiha pûç ji xwe re dikin hincet û xwe bi vî awayî dikin pêkenî.



05.12.2019 20:09 | xeyda

12. anlıyorum ama konuşamıyorum yek ev dido. we mala me xera kir yaw *



05.12.2019 23:59 | kurê xelkê

13. Hemwateya 'min tu tiştek ji te fêhm nekir' e.



06.12.2019 18:41 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» bizim kürçemiz değişik

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili zimandijun
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî