Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
nexweşiya çolyakê - tirşik
nexweşiya çolyakê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: coeliac disease)

(bnr: gluten enteropathy)

(bnr: gluten enteropatî)

(bnr: çolyak)



nexweşiyeke roviyan e. roviyên zirav. beşa ewilîn ya van roviyên zirav û dirêj (5-6 metre); yanî duodenum.

nexweşî, di mirovên ku ji bo vê nexweşiyê bingeha wan ya genetîk heye, ji ber patolojiyên otoîmmun, peyda dibe. gilî û gazincên nexweşan bi giştî êş, aciziya piştî xwarinê, qefs bûn, virikî bûn, bêxwînî û hinek semptomên din yên ku ji ber kêmasiyên vîtamînan vs. derdikevin...



meseleya vê nexweşiyê ev e, ji ber sedemên otoîmmun vîllus (yanî nikilên nava roviyan yên ku bi saya wan tiştên nav xwarinan de tên mijîn) wenda dibin û ji ber vê yekê dema mirov xwarin bixwe roviyên mirov nikare vîtamîn mîtamînên tê de bimije. ji ber kêmasiya vê mijînê jî, kêmasiyên vîtamînan û tiştên din çêdibe û ji ber vê yekê jî gilî û gazincên cûr bi cûr derdikevin holê.



nexweşî, nexweşiyek genetîk e. yanî heye ku malbatê de, cem mirovên din jî hebe. carina çawa ku zarok tê dinyayê ev nexweşî pê re heye lê carina jî ji ber hinek sedeman nexweşî aktîf dibe.



ji bo teşhîsa wê du testên sereke hene;

1- tehlîla xwînê; di xwînê de, pîvana Antî-Glîadîn antîkor, Endomîsyum antîkor, Antî-retîkulîn antîkor, Doku transglutamînaz antîkor tê kirin.

2- bi endoskopîyê standina biyopsiyê û bi vî awayî îspatkirina tunebûna/jêçûna vîllusan.



ev nexweş herî zêde dema xwarinên ku glutamin dihewînin, dixwe; nexweş dikeve. loma piştî ku nexweşî hat teşhîskirin, divê êdî nexweş xwarinên ku gluten dihewîne, nexwe.

gluten di nava genim, ceh, şilêl û xamkêsanê de heye. yanî nexweş divê êdî emr û heyata xwe de van tiştan nexwe. ger nexweş bikare vê diyetê bisepîne, wê nexweşî aktîf nebe lê ger van tiştan bixwe kî wê gilî û gazincên nexweş kêm nebin.



13.03.2014 22:37 | simurg56

2. ev nexweşî bi xwuşka min a mezin re heye û ya ez dibînim jiyana bi vê nexweşiyê re zêde zehmet e.

xwarina genim qedexe ye û nan, miqerme, savar, şêrînahîyên bi ar hwd nikare bixwe, arê bê gluten jî pir buha ye, tenê nanê misir dixwe. her wextî diçe nexweşxanê.

pêşiya du salan ez çûbûm sêrtê cem xwuşka xwe, min boyaxa lêvan jê re biribî, pişt re min lE derxist; di nav vê boyaxê de jî gluten heye. lê min fihêt kir û nekarî ez bêjim ku ew jî qedexe ye, hê jî min negotiye*



25.04.2014 06:18 | kevçiyê dil

3. nexweşiya ku bi keçxaleta min re jî heye. kuro tu li bejn û qama wê binêrî metroyek heye tine, giraniya wê çi qas hebe 40 kîlo ye vêca ma rebenê çawa ev nexweşî girt nizanim.



25.04.2014 06:29 | oxir

4. Ji bo wan nexweşan li dikanan mikerme û savara (û hine cureyên din) bê gluten heye. Yê nexweş dikare wan bixwe.



26.04.2014 02:26 | mam selam

5. li gor mamosteyên me heke rapora hebin saziya alikariya tenduristiyê(sgk-li bakur-) arvan û xwarinên bêgluten dide wan.



wekî din çîroka dîtina vê nexweşiya di dema herba cîhanê de baş xuyabûyî. berî xwarina nên û tiştên bi gluten kêm bibe ev nexweş li gorî zarok û kesên din kêmkîlo dimînin lê di dema herba cîhanê ku tiştê gluten namîne dibînin ku ev nexweş kîloyên xwe distînin û dibin wek nexweşên din.



19.05.2014 22:53 | berxweda

6. li gor mamosteyên me heke rapora nexweşan hebe saziya alikariya tenduristiyê(sgk-li bakur-) arvan û xwarinên bêgluten dide wan.



wekî din çîroka dîtina vê nexweşiya di dema herba cîhanê de baş xuyabûyî. berî xwarina nên û tiştên bi gluten kêm bibe ev nexweş li gorî zarok û kesên din kêmkîlo dimînin lê di dema herba cîhanê ku tiştê gluten namîne dibînin ku ev nexweş kîloyên xwe distînin û dibin wek nexweşên din.



19.05.2014 22:54 | berxweda

7. li gor mamosteyên me heke rapora nexweşan hebe saziya alikariya tenduristiyê(sgk-li bakur-) arvan û xwarinên bêgluten dide wan.



wekî din çîroka dîtina vê nexweşiya di dema herba cîhanê de baş xuyabûyî. berî xwarina nên û tiştên bi gluten kêm bibe ev nexweş li gorî zarok û kesên din kêmkîlo dimînin lê di dema herba cîhanê ku tiştê gluten namîne dibînin ku ev nexweş kîloyên xwe distînin û dibin wek nexweşên din.



20.05.2014 00:14 | berxweda

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» nexweşiya bêhna_piştî_baranê

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî