Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
john keats - tirşik
john keats
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbestkarê Îngilîz ê navdar, ku di temenê xwe yê kin helbesteke firawan, rewanbêjiyeke mişt bi hêmayên cîhana Yewnanî hilda.

Sala 1795'an, li Edmontona li nêzîkî kevnebajarê û paytextê Îngilistanê, li Londonê ji dayîk bû. Di sala 1804’an de bavê wî û piştî bavê bi demeke kin jî dêya wî mir, jê û pê ve li gel xwîşk û birayên xwe kete binê baskên yekî dilhişk. Vî kesî paşê destê xwîşka wî ya ku li ber dilê Keats ezîz bû ji destê Keats kir. Tevî van yekan, Keats perwerdehiyeke baş girt. Hê di xwendekariya xwe de dastana Æneid a Vergilius wergerande Îngilîzî, hê ji wê hingê ve nîşan da ku ew ê bide dû kelepûra mezin, ku para Shakespeare, Alexander Pope û John Milton tê de gelek e. Sal 1810'an, li ba cerahekî, di dermangehekê de dest bi staja xwe ya bijîşkiyê kir, di 1816’an de jî dev ji karê xwe yê di nexweşxaneya bi navê Guy’s Hospitalê de berda, da ku xwe ji binî ve bide nivîsandinê û helbestê. Leigh Huntê ku berhemine wî yên pêşîn çap kir, alîkariya wî kir. Di Adara 1817’an de dîwana wî ya pêşîn derçû, lê weşanên wê hingê, xasma Blackwoodê êrîşeke dijwar bire ser Keats, qaşogiravî zimanê Keats zêde zêde bi xeml û xêz û bilindgo bû. Keats ji van êrîşan êşiya, lê neda paş û pêş, di nameyekê de ji birayê xwe yê ezîz, George re gotina xwe ya dîroka jî nivîsî: “ez Bawer im ez ê piştî mirina xwe tevî helbestkarên Îngilîz bibim.”

Dema ku helbesta wî ya dirêj, Endymion derket, kovarên bi navê Blackwood û The Quarterly Review li wî hatin xezebê. Pê re jî, du birayên wî jê bi dûr ketin. George xwe girêda, koçî Emerîkayê kir, di meha Berfanbarê de jî Tom mir. Paşê Keats la belle dame sans merciya navdar, jina bi navê Fanny Brawne nas kir, heta mirina xwe, bi hesteke têkelê xweşî û janê jê hez kir. Ev evîn jî yek ji wan evînên navdar e di dîroka Wêjeya Cîhanê de.

Îro, civata helbesta gerdûnî pak pê dizane ku Keats ne bi tenê bi risteyên dawî yên helbesta xwe ya bi navê Ode On A Grecian Urn (Stran Li Ser Guldankeke Yewnanî) ve, ya ku dibêje, “Bedewî rastî ye, rastî bedewî, ev e hemû Tiştê tu li cîhanê nas bikî, hemû ev e te divê nas bikî”, her wiha bi gelek helbestên xwe yên dirêj û kin ve navê xwe li bircên helbestkariya cîhanê kolaye.

Keats di 23’yê Reşemiya 1821’ê de li Îtalyayê ji ber jana zirav, di 26 saliya xwe jiyana xwe ji dest da. Ciyê ku ew lê mir, îro Mûzexaneya Keats-Shelley e, ku dûrebîniya helbestkarekî gewre rast derket, Keats piştî mirina xwe bi demekê bi rastî jî tevî kelepûra xwe ya mezin, tevî helbestkarên Îngilîz û cîhanê bû.



13.03.2014 23:21 | cercîs rewanî

2. kerem 'kin wergera helbesteke camêr: la belle dame sans merci/123674

jixwe wergêrê helbestê behsa john keats li jorê kiriye.



18.05.2020 03:07 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» john wick: chapter 3 - parabellum

Kategoriyên mijarê:: dirok niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî