1. pêşîn endûstriyek, paşê jî sporek e. |
|
06.07.2013 15:33 |
simurg56
|
2. berî her tiştî em li cizîrê ji vê lîstika goga piyan re tal dibêjin.. |
|
06.07.2013 15:52 |
endazer
|
3. tişta ku êdî ji min gelek dûr e ye. |
|
15.01.2014 01:27 |
brusk56
|
4. a ku ji ber van tiştan jê hez nakim: vîdyoyê veke |
|
08.02.2014 22:44 |
simurg56
|
5. koletîya modern e. |
|
01.03.2014 18:50 |
nazim tolhildan
|
6. werzîşeke ez jê hezdikim e lê hew ji lîstina wê. dema ez biçûk bûm jî -belkî ji ber birayên bû, wan jê heznedikir- min jê heznedikir lê piştî çend salan min jê hezkir, min wê dişopand, min maçan temaşe dikir û hetta carina ji sibê heya êvarê min kanalên werzîşê temaşe dikir da ku ez ji tu tiştî kêm nemama. dîsa piştî çend salan min hêdî hêdî dev jê berda û îsal min tevahî dev jê berda. di malperên nûçeyan beşa sporê qet nanerim heta tiştekî girîng be jî ji ber li ser fûtbolê ne ez naxwazim lê binerim. |
|
01.03.2014 19:02 |
mergehez
|
7. werzîşeke ku mêran xistinin bin destên xwe û jin jî vê dipejirînin. kengî ez û jinek li ser fûtbolê bipeyivin ez vê dibêjim, ew jî dibêjin ev tiştekî rast e lê dev jê berde lo tiştek nabe ma em bi vê kelocan dibin ne bes e. * |
|
01.03.2014 19:47 |
mergehez
|
8. werzîşeke ku piraniya tirşikvanan ji wî hez nakin |
|
11.06.2017 22:21 |
mindal
|
9. li paytexta peruyê, di limayê de alîgirên tîmeke futbolê û komeke xiristiyanên evanjelîk ji bo erdekî bi şivikan hev ketine û kesekî jî birîndar bûye, gelek ji wan ji aliyê polîsan ve hatiye girtin. ma ne derw e dibêjin, futbol bûye ayînekî. Here lînkê |
|
11.09.2018 19:46 ~19:47 |
biruya hayao miyazaki
|
10. Heke ne sporekê biha bûya em dikarîbûn futbolê weke amûrekî ji bo berbelavbûna zimên bi kar anîban. weke hemû welatan futbol li kurdistanê jî tiştekî mezin û balkêş e. ji dewla ku gelê me tîmên neyaran bişopînin bera tîmên cizîre, bazîdê, nisêbînê, ûrmiyê, dihokê bişopînin ma ne çêtir e. Belê weke ku dibêjim sporekî biha ye û avakirina tîman birêve çûyina wan zahf dijwar e. Lê we dît belkî rojekê sazî û kesayetên me yên xûrt derkevin û wan tiştan pêk bînin... tenê hêviya vê jî ji şopandina tîmên tirkan çêtir e. |
|
19.05.2021 22:49 ~22:51 |
hueyn
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |