Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
futbol - tirşik
futbol
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. pêşîn endûstriyek, paşê jî sporek e.

ji bo min jî; dema biçûk bûm lîstok bû, paşê bû spor paşê bû endûstrî. dema ku min têgihişt ku armanca wê -ji bo derdora xwe dibêjim- ji kêfkirin û sporê bi dûr ket, min dev jê berda.



niha jî dema li wêneya mezin dinêrim, sektora futbolê arenayên romayê tîne bîra min. belkî ne ewqas xedar be lê dîsa, bi futbolê jî xelk hovitiya desthilatdaran nabînin, xîzanî û pirsgirêkên xwe ji bîr dikin, heta carina jî hev û din dikujin. ser de jî bi lîstokên îdîayan, bi kirîna bilêtên wan yên giran, bi kirîna cil û bergên komên futbolê yên "orjînal" perê xwe yê heyî jî fedayî dewlemendan dike.



ez bawer im nav kurdên me de jî her ku hezkirina ji futbolê zêde dibe, welatparêzi hindik dibe:

(bnr: nav kurdên welatparêz de rêjeya futbolheziyê)

(bnr: nav kurdên ne welatparêz de rêjeya futbolheziyê)



06.07.2013 15:33 | simurg56

2. berî her tiştî em li cizîrê ji vê lîstika goga piyan re tal dibêjin..

di zarokaniyê de dema em bi talê dilîztin dêûbavan bi hênceta ku kafiran serê îmamê hisên û îmamê hesen jê kirine û pê serê wan ê jêkirî talê lîstine radibezîn me û xwe bi me re aciz dikirin..

wekê din ji roja roj de wek kêf û şahiyekî hez dikim ku bi hevalan re bilîzim lê kesên ku di dereceya fanatîzm û holîganîzmê de alîgiriya tîmên talê dikin fêm nakim û ez ê tu carî jî fêm nekim..

demekî dema ku tîma diyarbakırsporê ket ber xetereya ketina lîga duyem dewleta kolonyalîst ya tirk û serekerkaniya artêşa tirk peyamên piştigiriyê ji bo tîma diyarbakrsporê belav kirin û gotin eger diyarbakırspor dakeve lîga duyem xortên kurd wê bal û meyl û enerjiya xwe berdin ser îdeolojî û polîtîkayên dabeşker û cudaxwaz.. ji ber hindê divê tîma diyarbakırsporê nekeve lîga duyem.. axirê pîne û pîlan û piştgiriyên dewletê jê negirt û diyarbakırspor ji lîga yekem daket û kes nizane niha di kîjan lîgê de jî dilîze..



06.07.2013 15:52 | endazer

3. tişta ku êdî ji min gelek dûr e ye.

berê wextê ez di lîseyê de bûm, min gelekî guhdarî pêşbaziyan dikir û bala xwe dida tîmên futbolê. lê êdî kî bûye şampîyon kî ji lîgê ketiye haya min jê çênabe ..



15.01.2014 01:27 | brusk56

4. a ku ji ber van tiştan jê hez nakim:









08.02.2014 22:44 | simurg56

5. koletîya modern e.

(bnr: spartacus vs messi)



01.03.2014 18:50 | nazim tolhildan

6. werzîşeke ez jê hezdikim e lê hew ji lîstina wê. dema ez biçûk bûm jî -belkî ji ber birayên bû, wan jê heznedikir- min jê heznedikir lê piştî çend salan min jê hezkir, min wê dişopand, min maçan temaşe dikir û hetta carina ji sibê heya êvarê min kanalên werzîşê temaşe dikir da ku ez ji tu tiştî kêm nemama. dîsa piştî çend salan min hêdî hêdî dev jê berda û îsal min tevahî dev jê berda. di malperên nûçeyan beşa sporê qet nanerim heta tiştekî girîng be jî ji ber li ser fûtbolê ne ez naxwazim lê binerim.

erê, ev jî têkiliya min û fûtbolê a di hundirê salan de hat guhertin bÛ *



01.03.2014 19:02 | mergehez

7. werzîşeke ku mêran xistinin bin destên xwe û jin jî vê dipejirînin. kengî ez û jinek li ser fûtbolê bipeyivin ez vê dibêjim, ew jî dibêjin ev tiştekî rast e lê dev jê berde lo tiştek nabe ma em bi vê kelocan dibin ne bes e. *



01.03.2014 19:47 | mergehez

8. werzîşeke ku piraniya tirşikvanan ji wî hez nakin



11.06.2017 22:21 | mindal

9. li paytexta peruyê, di limayê de alîgirên tîmeke futbolê û komeke xiristiyanên evanjelîk ji bo erdekî bi şivikan hev ketine û kesekî jî birîndar bûye, gelek ji wan ji aliyê polîsan ve hatiye girtin. ma ne derw e dibêjin, futbol bûye ayînekî. Here lînkê



11.09.2018 19:46 ~19:47 | biruya hayao miyazaki

10. Heke ne sporekê biha bûya em dikarîbûn futbolê weke amûrekî ji bo berbelavbûna zimên bi kar anîban. weke hemû welatan futbol li kurdistanê jî tiştekî mezin û balkêş e. ji dewla ku gelê me tîmên neyaran bişopînin bera tîmên cizîre, bazîdê, nisêbînê, ûrmiyê, dihokê bişopînin ma ne çêtir e. Belê weke ku dibêjim sporekî biha ye û avakirina tîman birêve çûyina wan zahf dijwar e. Lê we dît belkî rojekê sazî û kesayetên me yên xûrt derkevin û wan tiştan pêk bînin... tenê hêviya vê jî ji şopandina tîmên tirkan çêtir e.

heya wê rojê hûn dikarin vana bişopînin.

(bnr: zakho fc)
(bnr: duhok sc)
(bnr: erbil sc)



19.05.2021 22:49 ~22:51 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» futbol

Kategoriyên mijarê:: spor
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî