Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 56 peyam
nisêbîn - tirşik
nisêbîn
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

2. ji bo bajarên din ên kurdistanê yên rengîn

(bnr: dihoka rengîn)

(bnr: şirnexa rengîn)





05.07.2013 16:42 | endazer

3. bajareke kurdistana bakur.

(bnr: bajarên îmarê yê jinan)



06.07.2013 20:11 | azadixwaz

4. bajarê bav û kalên min, cih û warê zarokatiya min e... Dil li wir li têlên sînor asê dibe Û gaziya qamişlokê dibihîxe



02.09.2013 19:03 | paleyê gund

5. bajarê zaroktîya min ku her car li navenda nisêbîne min di nav telên sînor da qamişlo temaşe dikir. Ez zarok bûm min di fikre xwe de digo ''ev der bajarê kurda ye ew der(qamişlo) bajarê kurda ye lê ev telên sînor yê kî ne?



15.11.2013 22:19 | diljan

6. bajarêki kurdistane bakur e ku bi rastî jî zimanê kurdî ji her aliyê de tê kifşê û bihîzin.



sê-çar meh berê, li ser banga hevalekî, mîn ew bajarê ziyaret kirîn. tiştekî ku gelek keyfa mîn pê hat ev yekî bû ku li ser derîyê avdestxane yê baxçeye çayê, yê ku jerê digotin 'berçem', ibareyê "bay û bayan" bi kurdî wekî "jîn û mêr" hatibû nivîsandin. yekî din ji ew bû ku garsonan yê çayxanêyan her kesî bi kurdî pêşwazîdikirin.

bi kurtayî; li nisebînê, jiyan bi kurdî tê jiyin.



29.11.2013 23:09 | ervah.azad

7. ev nûçê ji nîsêbîne derbarê bûyere sûrî de di al jazeera de derketi bû









03.01.2014 15:47 | diljan

8. bajarê min ê gelek kedime. Bajarekî gelek welatperêze di nav erda kurdistanê de.



10.01.2014 17:02 | dusuncesizdusunceli

9. navçeya merdineye lı niseybine günde musa anter(ape musa)heyi.



02.02.2014 03:14 | hogırekoseri

10. bajarekî gelekî kevnar e / navên wê yên dîrokî ;armîs/nisîbîs,nixbo / nasîben/nasîbîna/sarbo .. ji gelek qewma re bû ye war ; sumer, babîl,mîtannî, asur ..



02.02.2014 17:38 | havîn

11. bela xwe ji min veka, min kuttayê da...



02.02.2014 20:29 | qomançêro

13. bajarê KU di hişê min de bi navê ciwan haco re bûye wekhev. BI EW RÎTMA NISÊBÎNA RENGÎN...



09.02.2014 22:02 | biruya hayao miyazaki

14. bi xwedê nisêbîn ne bajar e û ne metropol û nizamim çiye hema dewlet bixwe ye loo



06.03.2014 12:27 | mamostanısebin

15. (bnr: çemê bunisra)

(bnr: keleha bunisra)

(bnr: serê avê)

(bnr: kasyan)

(bnr: girnewaz)

(bnr: mohris)



07.03.2014 18:26 | mamostanısebin

16. (bnr: mirsêbîn)



07.03.2014 22:38 | cekdar

17. mada herkes bnr daye.



(bnr: nisÊbÎna rengÎn)



07.03.2014 22:41 | hun çawane heval:)))))))

18. Zarok be jî, zılam be jî; ji hev re dibêjin: oxlim...



14.03.2014 19:26 | janbarblues

19. gelên nisêbîne qaçakçî ne. nisêbîn we kî dî pê ava sipî hatiye naskirin. li gori min ev bajar beru pêşveçune ye de



14.03.2014 20:35 | argeşbotan

22. bajarê ku ape musa ji dayik bûye.



24.03.2015 21:56 | mîr bedirxan

23. bajarê ku kurmanciyekî bêhempa diaxive. kesên nisêbînî û qoserî di cî de xwe nîşan didin bi kurmanciya xwe.

ên weke min ji botanê ne, ji bo kurdiyek bêdevok biaxivin, hema bêje divê zimanek nû hîn bibin. lê nisêbînî zikmakî akedemîk in ;)



06.11.2015 21:07 | brusk56

24. bi rastî jî ji bo ku nisêbînî me di mijara hînbûna kurmanciya standart de min zêde dijwarî nekişand.spas nisêbîna rengin.



07.11.2015 19:18 | xulamê mîr

25. Nisêbîna Rengîn



Nisebîna rengîn

Bû hewar û qerîn

Min got: "bira j'bo çi?"

Ev nalîn û girîn

|

Got anîn şehîdê serfiraz û xemgîn

Di dil de maye ev kul û ev birîn

Di dil de maye ev kul û ev birîn



Nisebîna rengîn

Bû hewar û qerîn

Min got bira j'bo çî

Ev nalîn û girîn



Hat êvar darê

Hat cejna buharê

Ji bo azadiyê

Me kir kar û barê

Ji bo azadiyê

Me kir kar û barê



Bezîm ez bi lez

Wek dîn û serxweş

Min go hey dinyayê

Bextê me çi reş e



Nisebîna rengîn

Bû hewar û qerîn

Min got: "bira j'bo çi?"

Ev nalîn û girîn



Min nêrî min çi dît

Tev polîs û mît

Li alîkî kujtin

Li alîkî girtin

Li alîkî kujtin

Li alîkî girtin



Nisebîna rengîn

Bû hewar û qerîn

Min got bira j'bo çi

Ev nalîn û girîn







08.11.2015 14:14 | reşik eyşo

26. Bajarê ku niştecihên wî li amedê ez ferî kurmancî kirim...



08.11.2015 14:16 | reşik eyşo

28. Navçeya mêrdînê ya vaye 6 roj i lê qedexeya derketina kolanan dom dike. Ji bo ev qedexe rabe îro 4 wekîlên hdpê dest bi greva birçîbunê kirine.



19.11.2015 18:40 | azadixwaz

29. bajarê niha vala dibe ye. miletê wê ji wir direvin. hindik maye nêviyê taxa me bibin ew.

werr xuyaye wê li wir dîsa şerr derkeve.. xwedê alîkariya gelê me bike.



25.02.2016 21:50 | berxweda

30. Navçeya dora qedexeya derketina kolanan dîsa gihayiyê. Ku hinek xaniyên saxlem mabe dora wan e.



13.03.2016 19:16 | azadixwaz

31. Bajarê ku wê qedera wî jî yê weke ya Cizîr, Silopî û Sûrê bê.

Ji îro ve diyar e ku bajar wê xirap û talan bê, ciwanên ku li wir li ber xwe didin wê werine kuştin.

Herkes jî vê rastiya dizanê. Ma gelo kesek nîne ku bibêjê van ku ev rêbaz xelet e û guh bidin gotinên wî kesî...



13.03.2016 20:53 | nan û av

32. navçeya êdî ez dizanim nema dibe wek berê ye.



berê dema gund vala bûn her kes bawer bû ku êdî ew gund nema tije dibin. kesên vegeriyan gundan jî ji tunebûnê û ji mecbûrî vegeriyanê.



êdî ez zanim nisêbînê jî wê werê be. cizîr jî sûr jî dêrik jî.. kesên vegerinê jî wê ji mecbûrî vegerinê.



gelo min berê xeber ji ydgh/yps/pkkê re dabû? heke min neda be. ez di qûna siyaseta wan nim.. niyan ca milet û dev ji wan berdan.



14.03.2016 20:58 ~21:18 | berxweda

33. bajarê ku ez êdî ne jê me.



14.03.2016 23:59 | daskan

34. li ber avê çû.



15.03.2016 20:05 | xulamê mîr

35. dibêjin gelek nisêbînî ji ber şer û pevçûnan koçî mîdyadê kirine û li taxan xortên nisêbînî hene. û li ber serê her komekê yek an jî du gerîla. û ev rewşa awarte ne tişteke nû ye bo nisêbîniyan. ji çend meh berê û vir ve rewş ne baş bû lê wer xuya ye ku vê carê nisêbîn ji binî heya serî wêran bibe.



16.03.2016 02:37 | kurê xelkê

36. Navçeya êdî bi aliyê leşkeran ve wê bê rêvebirin û bi xwestina kerdogan wê 200 avahî ji dûr ve bi topan bên hilweşandin.

Tu alî bersiv nade xwestekên aştiyane hema qet nebe xwedê xelasiyek bide înşileh.



10.04.2016 22:47 | azadixwaz

37. bajarê ku yps/ypjê lê xweş berxwedaye, şovdikin, pîyê dewleta teror kiriye zikê wan..



11.04.2016 01:07 | shorbevan

38. bajaroka ku gerîla berxwedanek efsanewî li wê derê dikin. lê ji bo çi?

îro nebe sibe, vê mehê nebe piştî 2 mehan wê dewlet vê navçeyê bistîne. û ez mizginiyê bidim we: her xortê ku aniha li nisêbînê ye, wê di nava 1-2 mehan de bimirin.



dewlet êdî behsa ji dûr ve hilweşandina xaniyan dike. wê ji bajêr vekişin û bi îstîxbarata abeyan, ji dûr ve gule bibarînin ser xortên me.



pkk taktîkek çawa dimeşîne fêhm nakim. kesek jî nas nakim ku fêhm bike. gelo xortên ku vê çarenûsê didin ber çavan çi fêhm kirine.. nizanim. ew xortên ku wê li wir di nava 1-2 mehan de bimirin, gelo nikariyana xwe ji dijminê xwe re bikirana fîşekên xef ku kes nizane ji ku hat û ber bi ku ve çû?



11.04.2016 19:13 ~19:19 | simurg56

39. bajarê ku wek cizîr, sur, farqîn, geverê dibe qurbana siyaseta şaş a pkk. navê vê ne berxwedan ne jî şer e. ev întîhar bi xwe ye. Kesên ji dûr ve diruşmên azadiyê û berxwedanê diafirînin, cihê quna wan germ e û mêjîyên wan ji îdeolojiyê hefnik girtiye.



12.04.2016 14:10 ~14:14 | xulamê mîr

40. cihên qalê min, li nisêbînê hevaltî kirîye apê musa re.



15.01.2018 23:16 | kurdokercewsî

41. navçeya ku li mêrdîn bi avaspiyê navdar e. gelên mêrdînê giş diçin wir. mirovên wê pir baş in, min gelek hevalên baş ên nisêbînî nas kir. kurmanciya wan jî pir şêrîn e, ji ya qoserê û navenda mêrdînê cûda ye. pir nêzîkî qamişloyê ye, di navbera wan de hew têl hene. di sala 2016an de piraniya xaniyên wê hat hilweşandin. xelk ji malên xwe bûn, hin jî ji jiyana xwe. gelek ji wan koçî navçeyên din ên mêrdînê kirin. lê yên ku li malên xwe man jî hebûn. bi gotina ciwan haco jî, bajarekî pir xemgîn e.



01.08.2020 18:40 | keyomerd

42. Nisêbîn yek ji cihên herî xweş ên Kurdistanê ye.
Û hemû jî qaçaxçî ne.
Mirovên li vir bedew in.



03.03.2023 18:03 | horhorik

43. bajarê ko kengî diçimê xemgîn dibim kê pêşî jê re gotibe xemgîn xwedê wî nehêle :'(



03.03.2023 19:05 | keyomerd

44. Ne wekî berê ye. Hemû xortên Nisêbînê çûn Awrupa ye û kuçik li wir man. Îhtimaleke mezin ez jî nava dû salan de ji wir herim.

Berê me şevê derdiket derve ku em xwarin bixwin. Nêzîkî saetekê nû me xwarin dixwar ji ber ku gelek mirov hebûn. Lê niha tu diçe ne rêz heye ne jî xwarineke xweş. Zilam erebokê digere û xwarin çêdike û kurê wî jî bi wî re bû. Min wan guhdar kir. Kurikê biçûk û bavê wî Tirkî diaxivin. Xwelîserno.

Nisêbîn çiqas diçe xerabtir dibe. Tirşikçî zêde dibin, mixabin. Meraq dikim ku ê pêşeroja Nisêbîn ê çawa be.



08.03.2024 07:45 | horhorik

45. Newroza Nisêbînê îro hat pîroz kirin. Diho zêde zêde baran hatibû her der herî bûbû û me digot kes nayê. Lê dema ez çûm cihê Newrozê min Hazar mirovan dît* zilamê li ser Newrozê diaxivî jî digot partî ya me digot em roja Newrozê em paş bixin. Zêde kes nayê. Lê min û sê çar hevalên me gotin ê gelê Nisêbînê ê werin*

Gelek slogan hatin kirin:
-jin jiyan azadî
-bijî gelê Kurd û Kurdistan
-bijî berxwedana rojava û Kurdistanê
-bijî gelê Kurd û Kurdistan
-bijî Serok Apo
Û hwd.

Ala rengîn jî rakiribûn jor* bi gowendan me nikarîbû gavan bavêjin. Zarokên biçûk bi şal û şapik xwe kiribûn, jinên kurd xweşik bûbûn û mêrên kurd bûbûn bedew. Wellah min digot Nisêbîn xerab bû ye lê ne wusa ye*

Li sehne zilam dema digot bila Qamişlo dengê me bibihîze me bi keyfxweşî dengê xwe rakir û gazî gelê Qamişlo kir* ez bawerim dengê me kirine.

Here lînkê



19.03.2024 16:53 ~16:53 | horhorik

Hemûyan Bixwîne