Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 63 peyam
nisêbîn - tirşik
nisêbîn
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

36. navçeya ku li mêrdîn bi avaspiyê navdar e. gelên mêrdînê giş diçin wir. mirovên wê pir baş in, min gelek hevalên baş ên nisêbînî nas kir. kurmanciya wan jî pir şêrîn e, ji ya qoserê û navenda mêrdînê cûda ye. pir nêzîkî qamişloyê ye, di navbera wan de hew têl hene. di sala 2016an de piraniya xaniyên wê hat hilweşandin. xelk ji malên xwe bûn, hin jî ji jiyana xwe. gelek ji wan koçî navçeyên din ên mêrdînê kirin. lê yên ku li malên xwe man jî hebûn. bi gotina ciwan haco jî, bajarekî pir xemgîn e.



01.08.2020 18:40 | keyomerd

37. Nisêbîn yek ji cihên herî xweş ên Kurdistanê ye.
Û hemû jî qaçaxçî ne.
Mirovên li vir bedew in.



03.03.2023 18:03 | horhorik

38. bajarê ko kengî diçimê xemgîn dibim kê pêşî jê re gotibe xemgîn xwedê wî nehêle :'(



03.03.2023 19:05 | keyomerd

39. Ne wekî berê ye. Hemû xortên Nisêbînê çûn Awrupa ye û kuçik li wir man. Îhtimaleke mezin ez jî nava dû salan de ji wir herim.

Berê me şevê derdiket derve ku em xwarin bixwin. Nêzîkî saetekê nû me xwarin dixwar ji ber ku gelek mirov hebûn. Lê niha tu diçe ne rêz heye ne jî xwarineke xweş. Zilam erebokê digere û xwarin çêdike û kurê wî jî bi wî re bû. Min wan guhdar kir. Kurikê biçûk û bavê wî Tirkî diaxivin. Xwelîserno.

Nisêbîn çiqas diçe xerabtir dibe. Tirşikçî zêde dibin, mixabin. Meraq dikim ku ê pêşeroja Nisêbîn ê çawa be.



08.03.2024 07:45 | horhorik

40. Newroza Nisêbînê îro hat pîroz kirin. Diho zêde zêde baran hatibû her der herî bûbû û me digot kes nayê. Lê dema ez çûm cihê Newrozê min Hazar mirovan dît* zilamê li ser Newrozê diaxivî jî digot partî ya me digot em roja Newrozê em paş bixin. Zêde kes nayê. Lê min û sê çar hevalên me gotin ê gelê Nisêbînê ê werin*

Gelek slogan hatin kirin:
-jin jiyan azadî
-bijî gelê Kurd û Kurdistan
-bijî berxwedana rojava û Kurdistanê
-bijî gelê Kurd û Kurdistan
-bijî Serok Apo
Û hwd.

Ala rengîn jî rakiribûn jor* bi gowendan me nikarîbû gavan bavêjin. Zarokên biçûk bi şal û şapik xwe kiribûn, jinên kurd xweşik bûbûn û mêrên kurd bûbûn bedew. Wellah min digot Nisêbîn xerab bû ye lê ne wusa ye*

Li sehne zilam dema digot bila Qamişlo dengê me bibihîze me bi keyfxweşî dengê xwe rakir û gazî gelê Qamişlo kir* ez bawerim dengê me kirine.

Here lînkê



19.03.2024 16:53 ~16:53 | horhorik