Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bîranînên eskeriyê - tirşik
bîranînên eskeriyê
(12) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bÎranînên ku mirov bike neke ji bîra mirov naçin.

neyse ez dest pê bikim.



hevaleke me yê dîyarbekirî hebû ku li almanyayê dijî ji ber ku bi keçikeke alman re zewicî ye bavê wî wek cezayê ew şandiye eskeriyê. "bila tirk li wir bikutine qûna te û bila hişê te were serê te. heke ku te wek mêran eskeriyê qedand ezê jî ji xanima te re bêjim 'bûka min e'"

rebeno qet bi tirkî nizanibû. wek mirîşka gêj li çolê digeriya herkesî henekê xwe pê dikir. baş e ku ez laqî wî bûm û min ew bir cem xwe me sebra xwe bi hev dianî. neyse rojek ji rojan me ji xwe re çay standibû û me vedixwar li bexçeya qantînê û me sohbetê dikir bi hev re. min hew dît ku 2 fermandar li ber serê me sekinîne.

- türkçe bilmiyor musunuz ulan acayip acayip konuşuyorsunuz.

- komutanım wallah arkadaş türkçe bilmiyor.

- nasıl bilmiyor lan dalga mı geçiyorsunuz benle?

- almanyadan gelmiş. türkçe bilmiyor.

- haaa. türkçe bilmiyor musun oğlum.

- biraz

- tamam tamam. ich liebe dich asker. bu çocuğa türkçe öğret tamam mı.

- emredersiniz qomûtanim. *



20.03.2014 01:09 | oxir

2. (bnr: emredersiniz qûnêtenim)



20.03.2014 01:11 | kevçiyê dil

3. di meha yekemîn de em qasî çil kes bûn, li holekê mîna sînemayî de li ser rêxistinên terorîstî yên tirkiye qasî ku saatek semînerek slaytî û axaftinê dan..baş nayê bîra min dibe ku yuzbaşiyek bibe, semînerê dida.. dawiya semînerê got gelo pirsên we henin bêjin.. eskerekî ku beşa rêveberiya giştîyê (bi tirkî kamuyê) an siyasetê xelaskirîbû û di nav me de ku bi tirkiya stenbolî ve mijarên sîyasetê pir diaxfî destê xwe rakir û got:

-qomutanim .... eşkere bû ku rêxistina terorîstî ji aliyê mîtê ve hatiyê avakirin û ocalan jî ajana mîtê ye.. qomutanim uğur mumcuyî ku ..

lê yuzbaşî nehîşt ku pirsê xwe bêje, bi avayekî tund û hers rabû û got: "lan ne demek teror orgutunu mit kurar,dewlet 30 yildir kendi kurdugu orgutle mi çatişiyor lan, adin ne senin..sen seminerden sonra yanima gel.. * başka sorusu olan, çawa tu dibêjî rêxistinekê terorîstî ji aliya devletê ve tê avakirin.. dewlet sîh salan bi rêxistina xwe damezrandî re dikeve pevçûnan..hwd ..

pirsekek dîn heye got lê hol bêdeng ma.....



26.09.2014 00:51 | havka


5. (bnr: hema tin e)

(bnr: bila nebe)



26.09.2014 18:43 | endazyar

6. (bnr: emredersînîz qomitan nim)



15.11.2014 17:49 | gernasnenas



9. (bnr: rojekê ez û serê hezaran) *



16.11.2014 09:38 | brusk56


11. xwedê hez bike, înşellah, ji bo min, yê di rêz a bankê de sekinandin tenê be.

(bnr: leşkeriya peretî)



18.11.2014 13:11 | nazim tolhildan

12. Min bi pehînekê derî vekir û ketim odeya orgeneral asdfghhjjyggsjsjd



21.01.2015 02:45 | seydayê_peyvan

13. We go eskerî? min bixwe tu eskerî nekir canekem. Ez şofer bûm. Qîzekê tabûr qumetanê me hebû. porzer, çavşîn, bejinzirav, gerdenşemal û lebxemûşbû. min herro wê dibir dibistanê û min wê dianî malê. Hew.



21.01.2015 02:50 | seydayê_peyvan

14. (bnr: çûna halkbankê)



21.01.2015 22:46 | simurg56


16. qomutan ji kurikekî êlihî re qala tiştekî dikir, du caran dubare kir, lê rebeno fêm nedikir û wê çaxê qomutan got derkeve û ji min re got:

- yaw bu aptal kurtlere birşey anlatmaktan biktim. sen yap oglum.

min got, temam û min sax kir.

her wiha rojekî ji bo nimêja îniyê destmêj digirt. ez jî sofî bûm lê nediçûm îniyê. got, weh çima! min got ez şafî me û bi 5 kesan nimêja îniyê nabe. di cihê xwe de sar bû. got ma tu ji ku ye, bersiva xwe dam. min got, "musaadenizle, vakit namazini mescitte kilacagim". û hingî kêfa min hatibû ku ji nav dilê min pirpinîk û mêşhingivan difiriya. riyekî din a baş û bêtalûke tune bû ku kurdbûna xwe rê bidim.

ji xwe tu carî min li paş wî nimêj nekir, min meletiya wî qebûl nedikir ku digot, xoce ya tu bibe melayê me ya melayitiya min qebûl bike. li gorî hisabê wan, nimêja civatî, ji ya tenê meqbûltir û xêrtir e. û gazincan dikir: oglum hadi sen daha çok hayir istemiyorsun, bari bizim hayirlarimiza vesile ol. lê ez ji wan aptal kurtler bûm û min digot: teşekkur ederim ancak yalniz kilmayi yeglerim. * * min dilê wî rihet nekir û nekir.

her wiha min wê çaxê dît ku li tirkiyê kurd mîna îrlandayi ne, şafîtiya wan û kurdbûna wan hev zeliqîne lê ferqekî heye, haya kurdan jê tune ye.



18.01.2018 16:06 ~16:11 | biruya hayao miyazaki

17. Di eskeriyê de, Çaxa Ecemî bûm, Em hînê avêtina sîlehan dibûn, Her kes nîşana xwe hildida û hedefa 50 metre dûr re gule berdida, hedefa me noqteyekî li ser kaxizekî bû.

Dora min hat, cara ewil bû, min destê xwe re sîleh hildida, heta wê çaxê min sîleh nedîtibû. Min pozê tifenga xwe zivirand hedefa xwe, ez ji ber dengê sîlehan din nikaribûm konsantre bibim him jî çavên min ji dûr baş nabîne, berçavkê min jî ba min nebû, min tenê kaxiz dîdit lê ortê wê de noqte moqte tunebû çawa lêxim! Axirê min 3 heb gule berda gere min noqtê re lê bida lê noqte çi halê çi, gule neketibû kaxizê jî, li ser wê de hema bêje qulikek jî tunebû, qomutan li min keniye leqirdî kir, go "tu kurd nînî" min go "erê", ew go "eyb nîne ji te re"

mêrik tirk bû, dizanî kurd gava bavêjin baş lêdixin. Welle min wê çaxê ne ji boyî xwe li ser navê kurda ber xwe ketim...



18.01.2018 19:44 ~19:46 | mîr

18. Nizam cîyê min USA bû çi zanim, Çûme eskeriyê ku min lê nihêrî li dinyayê de çiqa zehf kurd hene bavo. Her der erd û esman kurd e, gava esker nan dixwarin ji nîvî wan zêdetir kurdî xeber dida, ez şaş mabûm. Tirk digotin ev çi ye, em hatine kû.



22.07.2018 23:42 ~23:49 | mîr

19. Bîranînên şikr ji xwudê re yê min tune ne û hêvî dikim nebin jî. Lê gelek cara em ji xizm û mervan dibihîsin ku çi hatiye serê wan tabî digel tiştên wan lê zêde kirine. Xalekî minî apocî hebû, her cara dihat mala me û bi saetan behsa bîranîn xwe yê nizanim çi rast çi derew dikir. Niza rojekî li yuzbaşî dixist, rojekî li bînbaşî dixist. Lê axirî tiştek pê nedibû û dihat efûkirin*



29.05.2021 23:11 | tîrêj zana 21

20. Dibêjin li alîye zilaman bîranînên eskerîyê, li ba pîrekan jî bîranînên zayînê/welidandinê bi navdar e.



30.05.2021 13:56 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên seyr ên nivîskarên tirşikê yên derheqê meha remezanê de

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî