Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 20 peyam
    çewtiyên mantiqî yên vegotinê - tirşik
    çewtiyên mantiqî yên vegotinê
    (3) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ji ber ku gelek caran nivîskarên tirşikê jî van çewtiyan dikin ez ê çend nimûneyên berbelav yên van çewtiyan li vir jî binivîsim..



    1 min berçavk xist çavên xwe. (çewt), min berçavk da ber çavên xwe. (rast)

    2 ew min cidî nagire. (çewt), ew min bi tiştekî nahesibîne. (rast)

    3 ji ber çavên min reviyaye (çewt), ji ber çavên min filitiye. (rast)

    4 min trên revand (çewt), ez negihiştim trênê, ez ji trênê mam. (rast)

    5 bi demê re wê biguhere (çewt), hêdî hêdî wê biguhere. (rast)

    6 ez we silav dikim (çewt), ez silavan li we dikim (rast)

    7 ev fîlm xweşa min çû (çewt), ev fîlm bi min xweş hat, kêfa min ji vê fîlmê re hat, min hej vê fîlmê kir. (rast)

    8 ez li amedê jiyan dikim (çewt), ez li amedê dijîm, ez li amedê dimînim. (rast)

    9 ez ê pirsekê bipirsim (çewt), ez ê pirsekê bikim. (rast)

    10 keda me vala çû (çewt), keda me di avê de çû. (rast)

    11 jê re silavan bibêje (çewt), jê re silavan bike, silavan lê bike, silavên min bigihiniyê. (rast)

    12 çepikeke mezin ji bo wê (çewt), çepikeke xurt ji bo wê. (rast)

    13 delal çawa diçe? (çewt) delal tu çi dikî, çawa yî, li ser çi kêfê yî (rast)

    14 wî çav avêt pirtûkê (çewt), wî çav li pirtûkê gerand. (rast)

    15 ez fikra wî jî bigirim (çewt), ez fikra wî jî bipirsim, ez bi wî jî bişêwirim. (rast)



    2014.03.20-01:59 | endazer

    2. çewtiyên bi pirranî ji ber wergerandina tirkî-kurdî derdikevin holê*



    2014.03.20-02:17 | kevçiyê dil

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kurdî fikirîn û tirkî gotin [2]
    Berê dewara li ba bixe - hayvanlarin onunu çevir Ez diçim ber pez - k...
    dayo [1]
    Peyva ji bo gazîkirinê ya dayîka meriv e. Da, dayo, dayê, yadê, dada, ...
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Min wî yekoyek nas dikir, dengbêj û zanayek hêja bû. Oxir be jê re....
    dengbêj seyîdxanê boyaxçî [1]
    Dengbêjê gelê kurd, bilbilê Amedê îro Koça dawî kir. Wekî gelek dengbê...
    farid farjad [1]
    Vîrtîozê kemanê. Wan rojan her şev guh Didim dengê kemana wî....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çewtiyên mantiqî yên vegotinê
    » yenge

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî