58050. GERSTÊRK Li gor Kovara Scienceyê, Teleskopa Fezayê ya Hubbleyê ji çêbûna gerstêrkekê ji serî û heta binî dîmen girtiye û ev dîmen ji navenda xwe ango NASAyê re şandiye. Di Dîmenan de çêbûna gerdûnê bi awayekî lezgîn û agahbar hatiye hûnandin. Li gor dîmenê gerstêrk ango stêrk bi atomên herî biçûk an jî bi tozik û mozikan pêk hatiye. Hubble ji derdora Stêrka Theta 1 Orionis Cyê delîlên çêbûna gerstêrkekê şandiye ku ji Dinyayê 1500 saletîrêj dûre û di nava cihekî ewr û mij ango dişibe ewrahî de ye. Enstîtuya Lêkolînê ya Bouldera Coloradoyê Profesor Henry Throop di makaleya xwe de destnîşan kiriye ku “Bi xêra Hubbleyê me cara yekem dîtiye ku gerstêrkek ji tozê çêdibe.” Throop axaftina xwe wiha domand; “Ew kometozê ku em dîbinin ji perçeyên mezin pêk tên. Hinek perçeyên wan bi qasî kevirên xîça ne. Em niha çêbûna gerstêrkekê ast bi ast temaşe dikin.” |
|
29.06.2013 12:10 |
simurg56
|