Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
zanîngeha mêrdîn artukluyê - tirşik
zanîngeha mêrdîn artukluyê
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gorî encama ezmûna ku sê roj berê kirîn edî şundê di enstîtuya zimanên zindî de xwendekar im. di ezmûna lîsansa bilind a bêtez de ketim li ser bendavê lê puana min li gorî min hindik hat. qet nebe saya vê lisansa bilindê bi kurmancî dê hîn baş û bêkemasî binivîsim.



02.09.2014 19:44 | bêhûd

2. zanîngeha mamosteyên fermî yên kurdî ku grevê dikin.



03.09.2014 00:24 | azadixwaz

3. Bi avahiyên xwe, bi kadroyên xwe yên akademîk, bi beşa kurdî baştirîn zanîngeha bakurê kurdıstanê ye. Tew fakulteya endazyariyê ya li kêleka muzeya sabancî tu dibe qey medreseyeke serçaxa navîn e, çi xweşik e wey! Mîmarîyeke ergonomîk û estetîk.



di beşên kurdî yên aktîf de jî, beşa herî baş li vir e. Herî dawî bi Perwîz cîhanî, t. îbrahîm doskî, û ferhad pîrbal kadroya xwe zengîntir kir.



05.11.2014 18:46 | diclefirat

4. Zanîngeha ku hareket û zindîtiyek aniye wêjeya kurdî. Gelek xwendevan ên edebiyata kurdî perwerde kirirne, bipêşve birine. axir baş e. HettaŞener ozmen vê pêngavê weke efekta artukluyê binav dike. Enstituya wê ya zimanên zindî (jî vê binavkirinê qet heznakim) qederê 1500 mamoste sertîfika stendine û bûnê namzetê mamostetiyê kurdî.



05.11.2014 22:18 | seydayê_peyvan

5. Boy perwerdeyiya kurdkî, tewr baştir zaningeh o bakurê kurdistan de.



xirabiya ey, girdayiyê sîstema dewleta tirkan o. O bîn zî, beşa kurdkî çin o, binê nameyê ' enstîtûya zimanên zîndî ' der o. Yanî dewleta tirkan vano ke nika zindî yo, belkî bimiro.



Sewbina, zaningehê mêrdîn emser dest bi kursa zimanê ya dûrî kerda. Çew şêno ke bajarê bînan de zî pewerdeyiya kurdkî bivîno.



05.11.2014 22:57 | endazyar

6. nizanim gelo di nav me ên ku di beşa edebiyata kurdî de dixwînin hene an na. ger hebe xêra xwe ji min re peyameke bişînin dixwazim hin tiştan bipirsim.



29.03.2016 18:21 | kurê xelkê

7. zanîngeha ku xwedî kampûsek virtîvala ye bi qewlê tirka ismi var cismi yok.ne darek ne keskayîyekê dihewîne tew çêla tiştên dî nakim.icar wargeheka wê heye ku bi mesafeya di navbera wê û kampûsê navdare.



29.12.2016 05:20 | şikber

8. fakulteya wê ya avahisazîyê li mêrdîna dêrîn li kêleka muzexaneya sabanci ye avahiya wê di dema osmanîyan de ji bo parêzgariyê hatiye lê kirin ku wextekê bo girtigehê jî hatiye bikaranin xwedî mîmariyek basîd û klasik erebî-sûryanî ye ji perwerdehiyek teknik zêdetir sêwirandina hunerî armanc digre xwedî mamosteyên başe jî ku mehmed atli jî têde ye.



29.12.2016 05:36 | şikber

9. heta aniha niza çend hezar kes ji vê zanîngehê ya ji beşa kurdî destûryar bûne û her sal niza çend sed kes jî destûr jê digirin, heta li vir tu pirsgrêk nîn e, tabloyeke gelek baş e lê belê sînerjiya ku têt qalkirin çi ye? yanî çi sînerjî dane? ji xeynî zêdebûna hejmara kesên ku di çapemeniya sosyal de bi kurdî emel dikin çi feydeke dî ya berbiçav heye?

bazara kurdî di cihê xwe de asê maye di hejmara firotina pirtûkan de tu geşedan û pêşketinekê nîn e hetta li gorî hin weşanxaneyan firotina pirtûkan her ku diçe kêmtir dibe, tîraja kovaran pênç sal berê di çi astê be aniha jî di heman astê ye.

ez fêm nakim, bi tevahî şeş hezarî bêtir kurd -kurdî der û hin sazî û komeleyan jî têde- perwerdeya bi kurdî bûne lê bes tu tevgereke berbiçav nîn e..
gelo bi rastî jî hûn çi dikin?



29.12.2016 13:04 ~13:08 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» zanîngeha bilkentê
» mêrdîn

Kategoriyên mijarê:: perwerdehi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî