Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
kurdê dikeve pê keçikeke tirk - tirşik
kurdê dikeve pê keçikeke tirk
(16) (4) (2)
di mijarê de bigere

1. rizîl e.

reben û hejar e. (bnr: giriyê kafiran lê tê)

pirsgirêk bi malbata xwe re dijî*.

pirsgirêk bi hevalên xwe re dijî, mînak bi min re.

bi gotina ezê kurdî hînî wê bikim xwe û yên bikare dixapîne.

wê zarokên wî qet kurdî nezane, ku jêhatîbe dibeku zarokên wî bêjin bavê me kurd bu.

ma kuro ji xwe ev ne bes e, dev jê berde here lo...

(bnr: tirek)



07.07.2013 10:08 | azadixwaz

2. ger serbikeve yanê bikare bizewice, ihtîmalek pir mezin an bijişk e, an endezyar e, an mamoste ye, an jî perê wî pir in.



yanê ew biçûktiya wî ku ji kurdîtiya wî tê, bi tiştek din hatiye kompanse kirin û desthilatdarê wî encax bi wî awayî, wî ji xwe re layîk dibîne.

keçikek tirk, min qet nedîtiye ku kurikek kurd ê nexwendî an jî ne dewlemend ji xwe re weke mêr qebûl bike. ji ber ku ji xwe, bi kurdbûna xwe carek wenda kiriye, ger ne dewlemend be, keçikek tirk tu caran nabe para wî. xwendiyên bêaqil ên kurd jî dema xwe weke gûkê dibînin, êdî ew jî wek tirkan kurdan biçuk dibîne û xwe layikê tirkan dibîne ..

sedema vê yekê ev e. kurd bi xwe, xwe di hemberê tirkan biçuk dibîne.lewma kerên kurd, weke erebeyek baş keçikên tirkan dinêre. weke tiştek luks, weke xaniyek mezin, weke çêlekek ciwan, weke gûyek germ ku dû ser radibe, weke qunek mezin lê dinêre..

ger em ji vê nêrîna ku ji bindestiyê bingehê distîne xelas nebin, hemû ciwanên me yên serketî wê ji aliyê keçên tirk bê revandin .

(bnr: evîna keçên tirk a ji lawên serkeftî ê kurd re)



07.07.2013 03:12 | brusk56

3. Ev pirsgirek bi tena serê xwe dikare bibe mijara sereke ya civakzan û derûnîzanên kurd...Lê hezar mixabin ku ji ber pirsgirekên me yên rojane û kar û barên siyasî kes li ser vê nexweşiyê hûr û kûr nebûye.Erê ev tîştekî patolojîk e û piranî di nav gelên bindest de tê dîtîn.Dema ku kesekî ji neteweya bindest dibîne çi jî bike nikare bibe wekî wan lê çi jî bike dilê xwe her tim dibijîne serdestê xwe. Wan kesan di dilê xwe de dibêjin a baş em bi kêçikên wan re bizewicin û xwe ji kirasê bindestiyê xilas bikin.Lê nizan in bindestiya mezin hê nû dest pê dike.Haya wan ji dîrokê jî tune ye. Ewil tirk çawa keçikên xwe didin dijminê xwe -ew jî mina me kawik in- û dûre dewlet,padişahî,seltanat û hemû dewlemendî ji destê wan diçe. Kes û dewletên ewqas mezin nikare li ber xwe bide hemberî keçikên tirk ma xort û malbatên me yên belangaz ew ê karibin.Di destê bûka tirk de tilsimeke çawa ye hê jî naye zanîn bi wê tilsimê kal û pîrên me yên heta wê çaxê ji devê wan peyveke tirkî ji nepekiyaye xwe li tirkî diceribînîn û werin hûn bifikirin dîmena derdikeve holê.Ew xortê ku digot hevsera min soz daye min ew ê hînî kurdî bibe, him soza hevsera xwe ji bîr dike û him jî xwe.Dest bi gotinên ''ez tu cûre neteweperstiyê napejirînim'',Ma cahş jî bi kurdî dizanin'' ''Ka kes li ba me tune ye em bi xwe bi xwe ne zimane kurdî zimanêkî qels e'' dike.

Hevalno bi rastî jî nexweşiyeke kûr û bi jan e lê min di serî de got ev mijara lêkolînên kûr yên civakzan û derûnizanan e...



07.07.2013 14:24 | tirsikhez

4. Ne hewceye em tiştek direj binivisin.

"Her bijî dildarîya/hezkirina gelan" bese û zêdeye jibo vê mijarê re.



07.07.2013 14:33 | karmatî

5. xweliser e, pêşeroja xwe xira kirî ye,bavê zarokên ku dibejin yaw bavê me kurd e lê diya me tirk e u weke tirkan jiyan dike.



07.07.2013 07:44 | feqiyêteyran

6. xwedê nehişto nizanê pêşeroje we jîyan jere bibê jahr .heyf ü xabînet



07.07.2013 15:52 | gulê

7. (bnr: giyayê hewşê tahl e)



08.07.2013 00:03 | azadixwaz

8. gorî hin agahiyan wê hê gelek pirsirekên din jî bijî. serdestê (min navê keçikê wisa danî) piştî zewacê hê çi û çi bîne serî wî, bila hê ew hewl bide ku bizewice.



13.07.2013 11:59 | azadixwaz

9. Hinkê xetere çaxê keça Kurd dikevi pey tirka. Lê ez dibejim lavê Kurd ji bo Kurd kirina keçeke tirk dikari evîndar be. Çi yanî? Bi va gotina ez dibem "nasyonalîst"? Na! Kurd hetanî bindestin nasyonalîzma wan jî tuneye! Welatparêzî, welatperwerî ne nîjadperwerîye! Kurd bi çi milletare bizewicin jî lazîme li eslê xwe xwedî derkevin, bi teybetî li zarokan xwe xwedî derkeve! An, ne Gel, ne jî Xwedê li we na bori!



13.07.2013 16:35 | urartu3000

10. her çilqas lawikê kurd bêjê qey nav nivîna de bavê meselê ew e jî, yê bindest, yê xwelîser dîsa ew e.



13.07.2013 17:18 | shepirze

11. min keçikek tirk nedîtiye ku piştî xortek kurd re bizewice asîmîlê bibe. asîmîlebûnê berde, min kesek tenê nedîtiye ku hînî kurdî bûye.

çima? ji ber xwelîserê bi wan keçikan re dizewicin, jixwe piranî ew bixwe jî kurdî baş nizanin an jî heta niha tenê bi diya xwe re kurdî axaftine.



13.07.2013 17:24 | simurg56

12. Qet zarokên wan dê nebêjin ''em kurd in'' û bi ser de jî ew dibin MHPparêz.(mixabin )



13.07.2013 19:20 | fizikzan

13.

Jin an jî mêrên kurdan dema bi tirkan re dizewicin nasnama xwe hindadikin.di ser de jî dibêjin tirk însan in însan.lê ji bilî wan jî kes vê yekê piştrast nake.



13.07.2013 20:15 | gulan

14. tişkî pir normal e. e dibêm wî zilama kare keçikê hinî kurdî bike lê belê ew zilam kare asîmîle ji bibe. a xweşî a yekemîn e lê mirov hevcê vana bihevre nefikirin.



13.07.2013 21:51 | freedm4ever

15. (bnr: da gawir vegerin ser riya ata)



06.08.2013 01:55 | azadixwaz

16. dawîya wê ne baş xuya ye *



06.08.2013 03:29 | firat

17. YêN ZAROKêN xwe ne bi zmanê KURDî MEZIN DIKIN...



07.08.2013 06:06 | jir

18. (bnr: pirsgirêka man û nemanê)



31.08.2013 13:25 | azadixwaz

19. (bnr: kurda dikeve pê kurrikeke tirk)



31.08.2013 18:24 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên tiflîsê
» pêşbîn
» tirkiye

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî