Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê - tirşik
20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê
(22) (4) (1)
di mijarê de bigere

19. dibe ku, ihtimalek, ez wê tarixê de li stenbolê bim. heke vê çêbe û civîn jî li alîya ewropayê pêk were, ezê bêguman bêm û beşdarê vê civîna heja bibim..



06.04.2014 20:08 | ervah.azad

20. ez dibêm ji bo civînê mimar sinan hinekî qelebalix e. cihêkî bêdeng û ku em karibin rehet lê rûnin hewce ye ji me re. loma fethi paşa korusu baş e. lê ku tirşikvan bixwazin em dikarin li mimar sinanê jî çêkin.



07.04.2014 18:07 | gêjê

21. Mimar sinan teras cafe rojên bazara hinek qelebalix e. Gêjê rast dibêje. Dibe ku em pêşniyara wê ya "fethi paşa korusu" jî bifikirin.



09.04.2014 21:59 | ceso

22. ez ê nekaribim beşdar bibim lê bi ser navê xwe çend hevalan ji bo çavdêriyê bişÎnim.. *

ez hê jî dibêjim dev ji gêre û gelefek û qerebalixa ewropayê berdin werin asya û anatoliyaya xweşik, aram û hêmin û bêdeng, girê çamlicaya mezin ji bo vê civînê zêrê bîst û çar eyar e..



09.04.2014 22:54 | endazer

23. eger karekî min derneyê ez ê tevlî CIVÎNÊ bibim LÊ KA ORGANÎZATOR KÎ YE, CÎVÎN DÊ LI KU DERÊ BE, KÎJAN SAETÊ, bername çî ye, HINEKÎ DÎ AGAHÎ BIDIN JI KEREMA XWE. wEKÎ PÊŞNIYAR CAFE AN RESTORANEK LI TAKSÎMÊ ÇAWAYE GELO?



11.04.2014 03:11 | seydayê_peyvan

24. civîna ku mirov dibêje kurdistan vezeliya û xwe gihand "stembola tirkan"..

Ma Bajar li Kurdistanê neman ku civîna duyem ya tirşikê li StemboLê bê lidarxistin..

(bnr: hezkirina bajarên tirkan)



14.04.2014 18:47 | dijber

25. Civîna ku xwedê hez ke em ê saet di sisêyan de (15:00) li dar bixin. Berê me gotibû fethî paşa korusu an jî li mîmar sînan teras cafeyê em ê bikin. Lê hun yeqîn bikin ji bo vê cîvînê cihê herî îdeal cafeya şivan zeren şahmaran e. Ez dibijêm em civînê li şahmaranê Bikin. Him nêzê herdû aliyê stembolê ye û him jî hin nivîskar daxwaz kirine ku bila civîn li aliyê ewropa be lew encax dikarin bi vî hawê tevlê civînê bibin.



15.04.2014 18:28 | ceso

26. 20 ê avrêlê ez jî li stembolê me, ez e beşdarê ve civînê bim çi pirsgerek dernekeve . min fêm nekir em e li kudere kom bibin. hevalek gotiye mimar sinan teras cafe em e kom bin . hûn dikarin ji min re ew cihê lê kom bûn hûn dikarî binivîsî



16.04.2014 13:21 | argeşbotan

27. Piştî ku deng ji kesî dernakeve em ê li mimar sinan teras cafeyê saet di 15:00 de bicivin.



16.04.2014 13:46 | ceso

28. (bnr: wîîî)

çalakîya ku xebera min nû jê çêbû (normal). we kengî ev plan kirin lawo! ez li enqere me le gelekî divim li wir bim, belkî jî werim!



17.04.2014 00:48 | saladin

29. Civîna ku wisa xuya dike roja yekşemê saet di 15;00 an de li mimar sinan teras cafeyê ez ê bi tena serê xwe tevlê bibim.



18.04.2014 18:02 | ceso

30. civîna ku wextê wê manîdar e,çimkî dîsa ezmûn hene,kevçî encex dikare bi rêya hologramê tevlî bibe



(bnr: 26.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li herêma trakyayê)



18.04.2014 20:17 | kevçiyê dil

31. civîna ku ez jî dixwazim tevlê bibim; lê gelo çima dengê hevalên kurdistanbolê nayê?



18.04.2014 22:50 | ervah.azad

32. hevalino ku tu tifaq neqewimin civîn wê çêbe. weke hevalê ceso gotiye vê yekşemê li mimar sinan cafeyê seat li 15.0'an e. mimar sinan cafe li cem mizgefta suleymanîyê ye. ku hûn hatin wir ji kî bipirsin wê ji we re salox bikin. yên ku bixwazin dikarin hevalên xwe jî bi xwe re bênin. ji xwe ku bênin dê baştir bibe.



19.04.2014 00:35 | gêjê

33. henek menek civîna ku wê siba serê xwe li dar û beran bixe ye..

bi qewlê paramparçaya teoman; berî ku wext bibihure, sal û emr dibihurin bi rastî jî..



civîna ku kevçîkê dil wê wek hologram lê tecelî bike..



19.04.2014 01:50 | endazer

34. bi qasê ku dixweye heta niha nivîskarên ku gtine em ê tevil civînê bibin ev in; gêjê, ceso, ervah.azad, argeşbotan, oxir, diljan, wiha wilo wisa û derqami.. ez nû lê warqilîm ku civÎn siba ye nexwe min ê çend heval bi ser civînê de şandibûna, ez ê niha danezana civînê li ser hesabê xwe yê facebook û twitterê jî parve bikim û hêvî dikim ku hemû nivîskarên tirşikê parve bikin,

û siba eger tu qeza û bela çênebin ez ê mêhvaneke sûrprîz bi ser navê xwe bişînim civînê.. *



19.04.2014 01:57 | endazer

35. Civîna ku ji kêmbûna keçikan dê kes beşdar nebe.

Ya rastî û hebek li aliyekî çima ne li Kimanşanê lê li Stembolê?



19.04.2014 14:28 | dijber

36. civîna ku min li facebook û twiiterê jê re şandiyek amade kir û şand ;



" gelê tirşikvanan !

sibe saet 15.00 an de, li stenbolê, li cafeya mîmar sînanê a li cem mizgefta silêmaniye duyemîn civîna nivîskarên tirşikê heye.



ji nivîskarên me yên li stenbolê û derdorê re, ji bo sohbetek germ û bi kurdiyek xweşik firsendekî mezin e !



em benda beşdarbûna we hemûyan in ..."



#tirsiknet



19.04.2014 15:26 | brusk56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» 20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li sêrtê
» civîna tirşikvanan
» nivîskarên ku xalekî bi dawiya mijarên vedikin ve datînin
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: nuce tirsik calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî