Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê - tirşik
20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li stembolê
(22) (4) (1)
di mijarê de bigere

55. weke endazer beg jî gotiye ew coş û kêfa civîna amedê di wêneyên vê civÎnÊ de naxuye. tew çûne xwênekêşîn jî kişandine hey nizanim çi qey popiyên we jî hene? tenê dibêjim niç niç niç...

êdî em li benda hinek xêrxwazan e ku me di meraqê de nehêlin. lê divê bi xweşî bÊ vegotin. mesela wek vê peyamê: 22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê/32212. temam?



20.04.2014 21:35 | mergehez

56. Civîna ku hin hevalên hesûd û kumreş derxistiye holê. Pêra pêra dikevin qiyas û miyasan. Ji kerema xwe re bisekinin. Yên ku civînên pêkanîn em bûn lên yên ku di derheqê wê de diaxivin elo û welo ne.* çi ye? Coşa amedê tune ye. Çi ye kîrê kerê



20.04.2014 21:51 | ceso

57. civîna ku bi wêneyên xwe dilê me germ kiriye. xwezî ez jî li wir bûma.

di vê navberê de min wêneya ceso parve kirî stand û navê nivîskaran li ser nivîsî ;



https://twitter.com/brusk_56/status/457955037491113984/photo/1



20.04.2014 21:54 | brusk56

58. di vê navberê de eger twitter bê girtin tu wêne mêne di holÊ de namîne * Û dîsa di vê navberê de ji bo bîranînê wêneyên civîna amedê, tabî ev ji ya ku ceso beg tevlê bûye xweştir e *

https://tirsik.net/danes/civin/civin1.1.jpg

https://tirsik.net/danes/civin/civin1.2.jpg



20.04.2014 22:04 | mergehez

59. îşelleh xweş derbas bûbe. min wêneyan li pêşkêşkera tirşikê bar kir ku pêşerojê de wenda nebe. fermo;

https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.1.jpg

https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.2.jpg

https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.3.jpg

https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.4.jpg

https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.5.jpg

https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.6.jpg

https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.7.jpg

https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.8.jpg

https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.9.jpg



vê navberê de, ji ber ku vê carê wêne zehftir in, beşdarên civîna amedê dest bi hesûdiyê kirine. temam temam ya we xweştir bûç

em li benda nêrînên beşdaran in...



20.04.2014 22:16 | simurg56

60. civîna ku bi ken, civateke germ û dilxweşiyê derbas bû. yên beşdar bûn pir kêfxweş bûn *

mijara civînê nehatibû diyarkirin lê ji xwe ku sê çar kurd lev kom bûn bellî ye be mijar çi ye.

em tirşikvanên stenbolê yên ku bedarî civînê bûn îro li ser giringiya tirşikê, mijarên wê, kêmasiyên wê, nasîna wê û pêşxistina wê şitexilîn. divê tirşikvan çi bikin dê baştir bibe em li ser wê şitexilîn. lê mijara herî giring kurdî bû. me çawa dest bi nivîsê kir dê çawa baştir bibe me qala wê kir. kurdên ku bi kurdî zanin lê xwe lê naqewimînin em hinekî li ser sedemên vê û li ser deruniya wan, şertên ku wan hanîn vê rewşê û tiştên ku li ser be bar e me qala wê kir. tabî gotinê gotina dî anî ya dawî em li ser (wergirtin: michel foucault ) şitexilîn. nepirsin be gotin çawa hate wir zehf dûvdirêj e *



21.04.2014 00:47 | gêjê

61. (bnr: pehh)



lêzêdekirin: ma qey em nikarin henekan jî bikin? !!1!!



lêzêdekirin 2: ma qey em nikarin henekan jî bikin? pehh..



lêzêdekirin 3: de hadê hÛn çi dixwazin bikin ez nikarin benda we kevim.. bişkoka reşşikê di bin navê min de ye..



21.04.2014 00:56 | mergehez


63. civîna ku ez dibêjim qey li ser twitter û facebookê ji ber ku bi dorfirehî reklama wê nehatibû kirin, zêde kes û nivîskar neçûnê, û dîsa ji ber ku di civÎnê de tirşik tunebû, gelek kesên ku dixwestin herin civÎnê neçûn.. ji bo nimûne şêva berî civînê camêrekî bi navê dilyar amûdî li ser twitterê, pirsa civînê ji min kir, min jî lÎnka mijara tirşikê ya tirşikê de jê re rêkir, paşê got ez geelkî hej tirşikê dikim eger di civÎnê de tirşik hebe teqez ez ê biçimê, min jî got organÎzatora civÎnê hevaleka jin e, tu dixwazî here, tu bi xwe jê bipirse, nizanim îcar çi kir, dîsa li ser facebookê çend canik û camêran hem li ser lînka ku min şeva berî civînê li ser hesabê xwe parve kiribû û hem jî bi riya peyamên taybet, ji min re gotin em dixwazin herin civÎnê lê, kurmanciya me têrê nake, an em fihêt dikin, filan, yanî eger yekî ''berî hilbijartinan'' xwe gihandibûya van canik û camêrên heftdil û bêqerar û hemû fihêtî û tirs û xem û mereqên wan bersivandibûna, niha wêneyên civînê ev qasî vala nedibûn.. *

divê gêjê heval û ceso heval bên û li ber destê simurg56 heval özeleştiriya xwe bidin.. *



21.04.2014 02:27 | endazer

64. (bnr: öz eleştirini ver heval)*



21.04.2014 02:29 | ceso

65. Civîna ku kurdên bakurê Kurdistanê tenê beşdar bûbûnê..



21.04.2014 13:07 | dijber

66. civÎna ku fotoxrafÊn wÎ min bextewar kirÎye. hevÎ dikim, Ê ku beşdar buyÎ jÎ bi civÎne şad buyÎbin.



21.04.2014 13:29 | hun çawane heval:)))))))

67. civîna ku di nava xwe, du hep esker dihevîne ye.

u serde silava eskera jÎ didin.



https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.8.jpg

https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.3.jpg

https://www.tirsik.net/danes/civin/civin2.2.jpg



21.04.2014 13:35 | hun çawane heval:)))))))

68. ji bo min, civînek bikêr û xweş bû.



21.04.2014 14:30 ~2015.03.24 18:27 | ervah.azad

69. civîna ku ez derbarê wê de hinek agahiyan bidim.



1- em û gêjê ji stenbolê, ervah.azad ji enqerê û argeşbotan jî ji îzmîrê tevlê civînê bû. bila pozê hinekan bişewite ku ji stenbolê nikaribûn qûna xwe ji erdê rakin û bên civînê.* ervah.azad bi xwe re hevalekî, gêjê bi xwe re du hevalan anîbû. dawiya dawî me hevalekî gêjê îkna kir ku ew jî bibe tirşikvan.



2- civîn xweş û germ dest pê kir û wisa jî qediya. bi rastî xwîna me tevan li hev kete û em ji hev kêfxweş bûn. heya îro - ji ber ku amedî me - min tim û daîm ji hevbajariyên xwe hevoka anliyem ama konuşamiyem bihîstibû lê bi xêra hevalê ku bi ervah.azad re hatibû êdî em felsefeya ne anliyem ne de konuşiyem jî têgihîştin. henek li alîkî serê pêşî zilam gote anliyem ama konuşamiyem lê piştî ku çav bi kurdiya tirşikvavan ket ku weke avê diherike êdî hêviya xwe ji binî qut kir û got wele ne anliyem ne konuşiyem.



3- pêşî me hev nas kir bê ka kî ji ku derê ye, çi karî dike fêlan û bêvan, pey re herkes serpêhatî û maceraya xwe ya kurdî vegot bê çawa di nav pêlê asîmîlasyonê de li kurdî xwar bûye û hînê nivîsandinê bûye û pey re jî herkes serboriya xwe ya tirşikê vegot bê ka çawa tirşikê nas kiriye û qeyd bûye.



mijarên civînê



-mijara yekem kêmasiyên tirşikê bûn ku em hinekî li ser mobîl versiyona tirşikê rawestiyan û wekî hun jî texmîn dikin biryara " ji tirşikê re mobil versiyon êdî pêwîste " der çû.



-em hinek li ser serkeftinên tirşikê sekinîn ku yek ji wan rexnekariya tirşikê û yek jî rizgarkirina kurdî ji monotoniyê bû. yanî rizgarkirina argoya kurdiya ku hatiye jibîrkirin, rizgarkirina henekên kurdî, rizgarkirina peyvên herêmî...

serkeftineke wêya din jî hin mijarên ku tenê aîdê tirşikê ne, di xwe de dihewîne, yanî hin agahiyên ku li tu derî peyda nabin. wiha me bi bîr bir ku tirşik êdî giraniyekî xwe girtiye û lewma daxwazên sansorê têne jê re. Bi qasî ku em li rexneyê sekinîn; rexnekarî baş e. lê ne rexnekariya hilweşîner ku ji çêkirinê bêhtir xera dike, ji şîretê bêhtir dijûn û çêr e, ne rexneya wilo, rexneya ku wekî fikir bê hesibandin, rexneya ku ramanê pêş de dibe divê bê kirin. yanî bi kurt û kurmancî ji bilî çêr û heqaretê tirşikvan dikarin li ser her tiştî biaxivin û mijaran vebikin.



-tişteke din a ku em li ser sekinîn jî, bila tirşikvan êdî dev ji tiraliyê berdin û bila nivîsan li ser tiştên ku zanin û qada ku tê de pispor û zana ne binivîsin. bi vî awayî wê ciwanên ku ji wan re agahî lazim bikin dê biherikin tirşikê. yanî ne ku em henekan nekin û li kêfê nexin, belê em wan jî bikin lê bi qasî vana divê em li ser mijarên ku agahî didin mirov jî hinekî bisekinin.



-mijara dawîn daxwaza me tevan bû ku em li hember pêşniyara "çima tirşikvan têkil mijarên polîtîk nabin" rabûn. ji ber ku jiyan ne tenê polîtîka ye û jixwe kurd têra xwe polîtîk in. ji xwendayê wan bigre heya nexwendayê wan. ji ber vê yekê daxwaza tirşikvavan li ser vê yekê " kî dixwaze bila tevlê mijarên polîtîk bibe, em tevlî mijar û nîqaşên wilo nabin" bû.



-êdî piştî vana em li ser zimanê kurdî û derûniya kurdan axivîn û êdî ez nizanim çawa çêbû mijar hat ser michel foucault û li ser ma. me kir û nekir gêjê dev jê berneda û wê dil hebû me tevan bike fûkoîst. Em li hêviya hevala gêjê ne ku di derheqê vî camêrê de agahiyan bide me.



-axirê şoreş ji aliyê ciwanan ve pêk tên. me jî bi vê fikr û ramanê baweriya xwe teze kir ku berî em şoreşek pêk bînin divê pêşî me xwe biguheranda... û belkî tirşik ji bo vê yekê pêla yekem bû. bo kurdiyeke jîndar û xwedî giyan...



21.04.2014 19:01 | ceso

70. civîna ku bi qasê ku dixuye bi xweşî û geşî derbas bûye. ji ber ku tev lê nebûme xemgîn im.



21.04.2014 22:14 | oxir

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» 20.04.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li sêrtê
» civîna tirşikvanan
» nivîskarên xeydok
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: nuce tirsik calaki
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî