Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    18 mijar û 23 peyam
    dikarim binivîsim lê nikarim biaxifim - tirşik
    dikarim binivîsim lê nikarim biaxifim
    (2) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. fenomenekÎ nu, a tirşikÊye.



    25.03.2014 09:29 | hun çawane heval:)))))))

    2. ji bo kesên ku bi mezinahî hîn kurdî bûne tişteke pir bi asayî ye.



    26.03.2014 17:07 | nazim tolhildan

    3. Ew kes ezim dikarim gel malbata xwe û eşîra xwe bi kurdî biaxivim lê dema ku gel kurdek bajarê cuda di axivim gelek zehmetîyê dikêşim. Bitaybetî nikarim gel xelkê botanî biaxivim.



    06.05.2019 03:46 | masîyekjinavbehrawanê

    4. ji bo her kurdê ku nû bi kurdên biyanî re dest bi axaftina kurdî kiriye, normal e.
    lê her ku mirov diaxive, êdî dizane ku bi kîjan peyvan biaxive wê kesê li hembêr fêhm bike. jixwe mesele bi giştî ev e, peyvên ku hemwateyên wan zehf in di axaftina di navbera kurdên ji bajêrên dûr de, dibe sedema gengeşîyê.

    - haa tu behsa ... dikî. em jê re dibêjin ....

    hingî bi mirov bi kurdên cûda cûda re an jî bi xwendin û guhdarkirinê hînî hemwateyên peyvan dibe, ev problem çareser dibe.

    carinan jî wisa dibe:

    - xaltiyê divê ronê hindik bixwî!
    + (li mirovê xwe dizivire û dibêje) dibê çi?
    - yanî tu di xwarinan de bila dohn hindik be!
    + (li mirovê xwe dizivire û dibêje) dibê çi?
    - yağê nexwe xaltîyê yağê!
    + ha, temam.



    07.05.2019 21:19 | simurg56

    dengdanên dawîn (yên din..)
    diran di qirikê de ye [1]
    biwêjeke kurdî ye
    ji bo kesên xayîn, ne merd û bê emel tê karan...
    swêd [1]
    havîna wê ji bo keseke ku li amedê jiyaye bêhtir mîna bihar û payîzê y...
    kurê xelkê [1]
    Nivîskarê ku min meraq kir çawa şîfreya xwe ji bîr nekirî ye* piştî ç...
    kurê xelkê [1]
    bersiva pirsa "nivîskara tiştê îro xwarî ji bîr dike lê şîfreya s...
    sepanê tirsik.net li ser itunesê [1]
    tunebûna wê nebe hincêta nenivîsandina bi çar salan jî dibe hincêta si...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » dikarim binivîsim lê nikarim biaxifim
    » lêlawe
    » nikarim

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî