Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyvên kurdî yên ku wekî tirkî tên zanîn - tirşik
peyvên kurdî yên ku wekî tirkî tên zanîn
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di nav gelê me de ji bo çî ye nizanim ( dibe ku bandora bindestî û kêmdîtina kurdî jî hebê ) gellek peyvên kurdî yan jî ji malbata kurdî ne lê belê wekî tirkî tê zanîn.

wekî mînak: çeyrek(çaryek), sarhoş(serxweş), derman, nahoş(nexweş) hwd.



28.03.2014 09:20 | renas

2. bedava - bê dawa



28.03.2014 15:41 | tembûra dilê min

3. (bnr: çaydanlık), (bnr: çaydank) jixwe qertafa kurdî dank û qertafa lık heman tişt e. peyva çayê jixwe çînî ye ez dibêjim tirk ev peyv ji kurdî standiye.

(bnr: xwelîdank)

(bnr: bersivdank)



28.03.2014 20:03 | rêzan

4. bi baweriya min peyva şîmdî-yê (niha, vêga) jî yek ji wan e. hûnê bêjin çi eleqeya wê heye newlo?

pêşî em li peyvên kurdî meyzênin.

vê + gavê : vêga (ev gav)

no + kat : noka-nûka-nika-niha (ev kat)

di kurdiya zazakî de no tê wateya "ev". kat jî ji xwe "dem" e. yanî niha tê wateya "ev dem"



di soranî de li şûna peyva "ev" peyva "em" tê bikartînîn. wek mînak : emşev, emro (îşev, îro)



jixwe tirkan jî berê digotin "îmdÎ" bi baweriya min koka wê jî îm+dem e (ev dem)



28.03.2014 21:22 | oxir

5. çapraz --> çep û rast*



29.03.2014 05:26 | kevçiyê dil

6. hoşaf --> xweş+av



29.03.2014 08:26 | mergehez

7. peyvên ku bi ya min ji texmînan gelek zêdetir e.



(bnr: tever) ; teverÊ mirov pÊ erdê dikole, tirk bi navê eskî osmanlica bikartînin.

(bnr: tirsmak) = ji tirs a kurdî peyda kirine û vê dawiyê de ev bûye mode



dema ez di lÎSEYÊ DE BÛM, MAMOSTE HER DEM PEYVÊN WISA ÊN NAYÊ ZANIN JI ME DIPIRSIYA, digot Îşte ev peyv osmannlica ye felan. neyse tebê min piraniya wan dizanî. HevALÊN Digotin yaw tu ji ku zanî van peyvan. min digot wele bi kurdî ye lewma dizanim * mesela mamoste carekê got "payitaht" çi hûn dizanin ? min got "başkent"* e, û amed e *



29.03.2014 08:32 | brusk56

8. (bnr: destek)

(bnr: çarçove)



24.08.2016 01:25 | biaqila malê

9. tirs



24.08.2016 22:24 | zanko

10. bab/babo em farqînî dibêjin bav/bavo di tirkîde bûye baba tahirê uryan.. ev peyv dibe ji nav ezidiya derketibe jiber ji şêxanre digotin "mala bavo" ez ne şaşbim herwiha ev peyv ne kurdî be jî dibe ji farisî an zimanek din ketibe tirkî.. werhasil peyvên ku pirin niha min got pir peyva pir jî di tirkîde bûye pür



24.08.2016 22:44 | shorbevan

11. Küldan / kiltan( ji Dara kiltanê tê)



27.04.2018 20:19 | azad30

12. Her+Kes



27.04.2018 23:32 | rêşadcibranî

13. Dûr-bîn dürbün



03.05.2019 03:10 | masîyekjinavbehrawanê

14. kevgir: kef + gir



01.07.2022 00:57 | ezcan

15. ser-xweş - sarhoş



02.07.2023 11:10 | horhorik

16. Peyveke tirkî heye gelo ez ji wê jî ne bawer im (helbet vê tiştê ji bo tirkîya tirkîyeyê dibêjim. Di derbarê wan tirkên li asya ya navîn de zêde agahîyên min nînin)



04.07.2023 04:07 | soryazyus

17. Sehpa: sê + pê



07.11.2023 09:11 | cinorek

18. Pirtukakurdi: pirtûk + kurdî



08.11.2023 23:57 | qijilyo

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên kurdî yên li ber jibîrkirinê
» kurdîzade ehmed ramîz
» yên ku min dişopînin
» wekî stranan guhdarkirina soundtrackan
» tirkîbûna tirşikê
» têneper
» zanîngeha enqereyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî