Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
sezona dawetan - tirşik
sezona dawetan
(1) (0) (13)
di mijarê de bigere

2. sezona dawetan



2014.03.29-00:23 | mam selam

3. Ji duh ve ye dest pê kiriye. Dengê wan ê kambax ev şevên xweş yên havînê Li me herimandiye. Mûzîka (!) tê guh ji çend qewlikan û çend kulamên tama denge'yê ji wan tê ve pêk tê. ji serî heta binî bi lê lê, lo lo'yan derbas dibin û dengê defeke ji rîtmê dûr jî bi coşeke mezin lê dixe. Xwedêyoooo ! Ev çi derd e



2016.07.07-23:55 ~2016.07.08 00:09]| sergijik

4. sal salewext, sal û dozdeh meh * bihar û payiz dema herî xweşe?



2016.07.08-15:59 | shorbevan

5. kambaxê dema ku dest pê dike her kes bi hev re daweta xwe dike. yek diqede, diçî a din, ew jî diqede direvî yeke din. ji xwe di heftê herî kêm pênc rojan dixebitim. li ser de her hefte herî kêm 3 dawet, mirov ji însaniyetiyê derdixe. dema ku naçî jî, ji te dixeyidin. diçî, lê têrê nake, divê tu xelata xwe jî bidî. lê mixabîn ew jî têrê, divê tu teqez govend bigrî. dawetên çi, wellehî mirov nayne serê dijminê xwe.



2016.09.08-16:41 | nazim tolhildan

6. Sezona ku niha li nexweşxaneya me dest pê kiriye. Perestar yek bi yek dizewicin. Li ber ti tiştî nakevim ez ê ew qas kinc ji ku bibînim ! :/



2016.09.08-21:56 | biaqila malê

7. Wêranê dîsa dest pê kir!
lew eyd e eyd. Ecela we çi ye ewqas?

(bnr: stranên dawetan ên serê mirov diêşînin)



2017.06.28-12:20 ~12:22]| bûtîmar

8. Di kurdistanê de ji ber rewşa zivistanê piranî sezoneke di nîva biharê heya payîza dereng de didome ye.

Sala 2020an pir coş nebû ji ber (bnr: vîrûs koronayê). Lê xuya ye sala îsal (bnr: 2021) gel elimî vê nexweşiyê û vaksîn jî hat êdî dê kê kurdan bigre ma? Em li bendê ne heta 3meh dşn dê sezon vebe em ê dîsa gurme gurma xwe wek berê bikin îneşe.



2021.02.23-17:28 | de facto hozan

9. Dest pê kir dîsa. Erê xweş e baş e li ser xêrê be lêbelê dema mirov azib be zehmet e yaw



2021.06.12-21:53 | xabûrî

10. Bi rakirina qedexeyên pandemiyê dest pê kiriye. Roja ewil ya piştî qedexeyê de bi 26 dawetêm li navçeya me dest pê kir.



2021.06.12-23:43 ~23:44]| tîrêj zana 21

11. destpê bûye. û herroj gazînameya daweta burcu û nizanim kî tê...

yaw burcu tu kî yî? çima herroj gazînameya daweta te tê?



2021.06.12-23:58 | heval.js

12. dîsa çû nizam çend milyar



2021.06.13-00:25 | doesntmatter

13. Pismamê hevaleke min tenê ji bo sozê 20 mîlyar xerç kiriye, oxlim qey pere we zehf in.
(bnr: ev hê lê lê ye, hê lo lo jî heye)



2021.06.13-00:36 | merwano

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
tîpên cêwî [1]
di kurmanciyê de tîpên p, ç, t, k du dengan didêrin, yên nerm û yên re...
polat can [1]
heyrana navê wî bim. polat can ango canpola di xebroşk...
erebiya maxrebî [2]
erebiya ku jiber tesîra zimanên berberî ji erebiya standard pi...
malbata canboladiyan [2]
malbateka Kurdan a arîstokratan e. dema osmaniyan wextekê li heleb, re...
erebiya maxrebî [1]
erebiya ku li welatên bakûrê efrîkayê weke cezayîr, fas, tunus hwd. tê...
belki ev jî bala te bikişînin
» sezona dawetan

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî