Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
3 gav û 3darek - tirşik
3 gav û 3darek
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirtûka jan dost ya ku min bîskek berê qedand, e. ji sê gavên şêx seîd yên dawî, jiyana şêx seîd vedibêje. her ku şêx gavekê davêje dikeve nav robara jiyana xwe û di demek kurt de parçeyek dirêj ji jiyana xwe tîne bîra xwe. di ew wextê ku şêx sê gavên xwe yên dawîn diavêje, de hemû jiyana wî tê ber çavên wî û lê dinêre ka jiyanek çawa bihurandiye, ka di jiyana xwe de tu tiştên ku dê kêrî kurdan bê, kiriye, ka neviyên wî dema wî bînin bîra xwe wê rûgeş bin an rûreş bin... û şêx berî bê bidarvekirin bersiva van pirsên xwe dide xwe. di pirtûkê de em bi rehetî dikarin bibînin ku jan dost çiqas tişt ji ber xwe avêtiye, ya rastir; afirandiye. mesela tiştên ku şêx berî bê daliqandin fikirîbûn.

pirtûkek pir xweş e lê hinekî giran e ji bo yên ku baş kurdî nizanin. bi ferhengekê dikare bê xwendin lê ez vê bêjim hûnê 5 deqê carekê ferhengê bikar bînin*



29.03.2014 11:27 | mergehez

2. dema min dixwend pirrî caran dilê min ranedikir ku peyvên ku jiyana şêxê min vedibêje bixwînim. di nava romanên kurdî de yek jê romana serkeftîtir roman e ku dema mariv dixwîne helbesta 'min navê xwe kola li bircên diyarbekir' ya rojen barnas tîne bîra mariv niha jî kêngî ji dengê ciwan haco vê stranê godarî bikim pirtûka hanê jî tê bîra min.. şêx tucar li hemberî dijmin stû netewand dema tî dibe jî tenezul nake ku ji dijminê xwe avê bixwaze, kuçeke piçûk diveke li nava piçiyên wî lê jê dernaxîne da ku neyar bila nebêjin şêx mirina xwe dereng dixîne, li gor pirtûkê...

dema şêx û serokên nihayîn di hêşê min de tê li ber hev, bêhemdî dibêjim xwezî şêxê min xwezî....



29.03.2014 15:56 | ferhenga şikestî

3. mijara ku şaş hatiye sererastkirin, e.

ji ber ku navê pirtûk wek "sê gav û sêdarek" e, divê wek "3 gav û 3darek" were sererastkirin. jixwe li ser pirtûkê jî wisa hatiye nivîsandin.

temam moderator? *



29.03.2014 21:02 | mergehez

4. pirtûkek hêjayî xwendinê ye bêguman. min mantiqa navê wê fêhm nekir lê min navê mijarê weke ya li ser pirtûkê dinivîse, guhert:

http://www.avestakitap.com/download/11910b.jpg



29.03.2014 21:06 | simurg56

5. ev roman

di tariya şevê de,

di bin siya sêdaran

û baskên xeyaleke vêketî de

qewimiye.

ji bo tu wê bixwînî jî,

tu ne bi hewceyî çira yî



22.04.2016 02:14 | quşxaneli

6. Pêşgav
Şimikên dilê xwe deyne û
Dilxwas derbasî nav stirîyên vê romanê bibe



13.04.2018 09:15 | xwelî li ser

7. pêşgav

şimikên dilê xwe deyne û
dilxwas derbasî nav striyên vê romanê bibe.

/weşanxaneya Avestayê, çapa sêyem, rûpela 11mîn.

Min şimikên dilê xwe xist, de haydê..



25.04.2018 01:29 | bûtîmar

8. ''li paloyê, wî wê buharê çavên xwe yên kul bi dîtina bejna perîxanê derman dikirin, bejna wê bibû çeşmîka herdu çavên wî. wî qitika dilê xwe di şînahiya herdu çavên wê de kedî dikir û giyanê xwe bi agirê evîneke bêdeng dişûşt''

weşanên avesta, çapa sêyem (2015 stenbol)
rûpela 94emîn.



20.08.2018 11:58 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gavle.to

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî