Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
odeya mêvanan - tirşik
odeya mêvanan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirr qedr û qiymeta ve odeyê digirtin. tê bîra min zarokatî de diya min ne dihişt em herin ve odeyê ji er ku em nelewitênin û em belav nekin. gelenperî ev ode qulf kirîbû û mifteh jî veşartîbû deqena tu kes neçê heta mêvanek werê.



30.03.2014 04:27 | rêzan

2. odeya ku navê wÊ odeya mêvanan e lê di mala me de min tu caran nedîtiye mêvan li wir rûniştîn (bnr: *)



30.03.2014 21:28 | sewdaxan

3. mijara ku divê navê wê weke "odeya mêvanan" were serast kirin. yek ji beşeke din a malan e. odeya herî taybet yanê odeya herî paqij û herî rind a malan e. ji ber ku tê de mêvan rûdinin. tê de cure bi cure tiştên sûsê hene. kewaniyên malan weke çavên xwe li vê odeyê dinêrin da ku mêvanên ku tên malê, bibînin ku kewaniyeke çiqas paqij, jîr, jêhatî û bipergal e.



16.05.2016 13:49 | nazim tolhildan

4. Yek jî li gundên kurdan odê nivnan heye.
Berê jinan seba çeyiza bukan bi dehan nivin çêdikirin. Ew kes zêde ku li malan seba wan nivnana odeyek lazîm dibû.



22.04.2017 17:50 | elaziz izzetpasa camii

5. em wek oda nêvana bilêv dikin



22.04.2017 20:56 | bûtîmar

6. Pêşiya niha li Cizîrê me jê re digot mezela mêvanan lê niha pirranî dibêjin oda mêvanan. Ji ber ku êdî wekê berê mêvandariya şevkî nemaye ev ode jî bêtir wekê odeya rûniştinê tê bikaranîn. Mehfûr û mobîlyayên vê odeyê her wextî ji yên odeyên din çêtir û paqijtir in. Wêneyê mezinên malê bi piranî bi dîwarên vê odeyê ve tên daleqandin. Ji bo nelewitînin dêûbav zû bi zû nahênin zarok bikevin vê odeyê de.



22.04.2017 21:59 | endazer

7. Odeyeke paqij û raxistî ye ku herdem ji ber zarokan tê hilandin û qedexekirin.

Tê bîra min di zarokatiya min de her kesî digot "mezel". Ode vê taliyê derket û hew ti kes dibêjin "mezel" herkes "ode" 'yê bikar tînin. îda mezela mêhvana bû "oda mêhvana)".



23.04.2017 06:41 | gumgumok

8. mûzeyên li malan e
weke li jor jî hatiye gotin, paqij e, tê de tiştên nû hene, wêneyên mezinên malê hene fîlan. lê tenê ji bo rojên taybet e, mirov her roj naçê. li mala min bixwe tune, jina min gelek israrê dike carina lê min heta niha jî rê nedaye tiştek wisa.



23.04.2017 20:49 | simurg56

9. ne tenê odeya mêvanan, lê nivînên mêvanan, betaniyên mêvanan û balîfên mêvanan jî hebû di malan de. balîfên herî xweşik, betaniyên herî germ bûn lê me nikaribû destê xwe bidabûya wan. berê kêfa min jê re dihat lê aniha nahê. tiştekî bêaqilî û nemedenî ye heta min carinan didît di vê odeyê de tv û kompîter hebû lê nedihiştin zarok destê xwe bidinê.



08.12.2017 14:12 ~14:16 | sloujouc

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» odeya mitîlan

Kategoriyên mijarê:: cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî